Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Banê bang dike; dengên xwe bilind bikin!
2017-09-07 15:00
fkks
info@fkks.se




Di 4ê Îlon a 2017ê de li Rojhilatê Kurdistanê li sînorê Hengejal a bajarê Baneyê, leşkerên Îranê gulle berdane kolberên kurd û bi navê Qadir Behramî yê 45 salî yê xelkê gundê Wizmele û Heyder Ferecî yê 21 salî yê xelkê gundê Şeşe hatine kuştin.

Li ser vê bûyarê xelkê bajarê Banê nerazîbûna xwe nîşan dane; dikanên xwe girtine, derketine kolanan û bûyerê rûreş kirine û daxwaz ji rejimê kirine ku; dawî bi kuştina sîyaseta kolberan bikin; Qeymeqamê Meriwanê ji kar dûr bixin û tawanbaran bigrin û mahkeme bikin.

Lê hêzên ewlekariya Îranê van daxwazên mirovane û sivîl yên kurdan bi şîddetê bersivandine; êrîşê xwepêşanderan kirine û gazên rondikrêj bikaranîne. Di bûyeran de 10 çalakvan hatine binçavkirin û 10 çalakvan jî ji ber gazarondikrêj birîndar bûne. Û li gorî agahîyan pêla nerazîbûnê xelkê li hember sîyaseta nemirovane ya rejîma Îranê belav dibe. Wan bi tenê nehelin!

Ev ne care yekem e ku rejima Iranê ji bo debera xwe bikin kolberên kurd li ser sînor dikujin. Ew ne tenê kolberên kurd dikujin herweha rejîma kevneperest ya Komara Îslamî ya Îranê rojane bi dehan kurdên ciwan li kolan û meydanan li ber çavên hemû hurdan bi metodên hovane darve dike, sûretên wan li medya civakî belev dike û bi vî awayî dixwaze çavên Kurdan bitirsîne.

Em bang li hemû Kurdên li Swêdê û li Diaspora dikin ku rejîma xwînxwar a Îranê rûreş bikin, li hember kuştina kolberan û dardekirinên Kurdan dengên xwe bilind bikin, xelkê Banê bi tenê nehelin.
7. 09. 2017