Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Rojnamgerê dostên Kurdan Chris Kutschera jîyana xwe ji dest da
2017-08-05 14:00
fkks
info@fkks.se


Rojnameger û Nivîskarê Kitêbên, ”Dîroka kurd di sedsalên 19 û 20 de”, ”Pirtûka Reş a Saddam Hisên”, ”Çîroka dîroka Kurdistanê”, ”Tevgera Neteweyî ya kurd û hêviya serxwebûnê”, ”Xewna Dîn a Serxwebûnê”, ”Kurdistan, rêberê edebyat” Chris Kutschera yê frensî di 79 sal’ya xwe de jîyana xwe ji dest da.

Kutscera di demên cûda de gelek caran serdana Kurdistanê kiribû.û di rojnameyên weke Le Monde Diplamatique, Le Monde Coailys, The Middle East Magazine, El Wasat û El Mundo de derbarê jiyan û serhildana kurd û Kurdistanê de gelek gotar û nivîs nivîsandiye.

Di 25ê Nîsana sala 2013ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, “Madalya Barzanî pêşkeşî Chris Kutschera û hevjîna wî kir.

FKKS sersaxî ji malbata wî re dixwaze; xebata wî ya entelektuelî ku ji bo kurd û Kurdistanê kirîye bîrve nake.