|
Swêd dê grûbek leşker ji bo perwerdeya pêşmergeyan bişîne Herêma Kurdistanê |
|
2015-06-03 19:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Endamên KK yên FKKSê Hafzulah Nêrweyî, Selam Cizîrî û Berzan Kockaya
Di 3.06.2015ê de Parlamentoya Swêdê pêşnîyaza hikmetê bi yek dengî qebûl kir. Hikmeta Swêdê ji Parlamentoyê daxwaz kiribû ku ew li dijî terora DAÎŞê alîkarîya Iraqê bike û grûbeka leşker ji bo perwerdekirina pêşmergeyan bişîne Herêma Kurdistanê.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) sipasiya xwe ji hikmet û parlamentoya Swêdê re dike û hêvî dike ku ew di warî siyasî de jî piştgîrîyek xurt ji hikmeta herêma Kurdistanê û seroktîya herema Kurdistanê re nîşan bidin.
Di havina 2014ê de hikumeta Iraqê li hember DAÎŞ û mitefîqê wê daxwaza alîkarîyî ji Neteweyên Yekbûyî (NY) kiribû. NY di eynî salê de li hember DAÎŞê û grubên terorîst yên din hin bîryarên tedbîrî wergirtibû. DYA jî koalîsyoneka navneteweyî li dijî DAÎŞ avakiribû û Swêd jî di vê koalîsyonê de cîh stendibû.
|
|
|