Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Civîna hevbeş a dezgehên kurdan
2015-01-12 01:00
fkks
info@fkks.se








Di 11.01.2015ê de Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) di lokala xwe de civînek li gel federasyonên din yên kurd û Kurdistanê û dezgehên sivil, demokratik pêk anî. 33 kes bêşdarê civînê bûn.

Nûnerên Federasyona Kurdên Yarsan li Swêdê, Federasyona Kurdên Fêîlî li Swêdê, Encumena Kurdên Sûrî li Swêdê û Yekîtîya Jinên Kurdistanê li Swêdê beşdarê cîvînê bûn.

Herweha nûnerên Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, Komeleya Salmezinên Kurd li Swêdê, Komeleya kurd li Spanga û Komeleya Drama kurd li Stockholm ku ev endamên FKKSê ne di civînê de amade bûn.

Civîn ji alîyê Seroka FKKS Sosin Guven ve hate vekirin. Piştî deqîqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên kurd û Kurdistanê, Seroka FKKS li ser giringîya van dezgehên hevarmanc û taybemendiya wan rawestiya û armanca sereke ya civînê anî zimên ku ev dezgehên kurd û Kurdistanî li Swêdê çawa di navbera xwe de kar û xebatê xurt bikin û li ser pirsên xwe bi hevre tevbigerin; hin çalakîyên hevbeş yên neteweyî li dar bixin.

Nûnerên dezgehan her yek di derheqa dezgehên xwe û kar û barên xwe da agahî dan û pêşnîyaza FKKSê erênî nirxandin û li ser rewşa aktuel a kurdistanê rawestîyan. Civîn bi şêweyek bi serkeftyî û bi berhem dawî hat.

Kurdistan tv civînê şopand û bi nûnerên dezgehan re hevpeyvîn kir.