|
Semînera li ser DAÎŞê |
|
2014-08-25 13:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Di 23.08.2014ê de li Stockholmê li lokala Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) semînerk bi navê "Daîş kî ne? Çi ne? Bingehê wan yê dînî, îdeolojî, siyasî û aborî" ji alîyê nivîskar- lêkoler Mûrad Ciwan ve hat dayîn.
Beşdarên semînerê bi pirs û dîtinên xwe di derbarê DAÎŞê de anîn zimên û li ser rewşa aktuel a Başûrê Kurdistanê rawestiyan.
Mûrad Ciwan bi kurtî li ser dîrok rêxistina DAÎŞ/ ISID/ ISISê / DÎ û bi teferûat jî di dînê îslamê de li ser selefî, cîhad, genîmet sekinî û armanca wê ya ku ew navê xwe kiriye Dewleta Islamî ku ji Iraqê heta Şam, Liban û Urdinê ku dixwaze dewleteka îslamî ya sunnî damezirîne rawestîye.
DAÎŞ tevgerekê selefîst e ku îro li Sûriyê Raka û Iraqê mintîqeyên sunnî wek Musil, Tikrit di bin kontrola wê de ye û li wê prensîbên şerîatê bi kar tîne.
|
|
|