Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Peyama Pîrozbayîyê ya FKKSê
2015-08-17 09:00
fkks
info@fkks.se






Partîya Demokrat a Kurdistana-Iraqê Komîteya Swêdê 69 salîya damezirandina partîya xwe di 16.08.2015ê de li Stockholmê pîroz kir. Li ser navê FKKSê endamên Komîteya Kargêr mamoste Kerîm, Hafzullah Nêrweyî û Selam Cizîrî bi qevdek gul bêşdarê pîrozbayiyê bûn û peyama FKKSê hat xwendin.

FKKS di beyana xwe de weha ye:
PDK-Iraqê partîyeka bingehîn ya welatê me ye. Herçiaqas li başûr di bin seroktîya nemir Mistefa Barzanî de hatîye avakirin bondora wê li çar parçeyên Kurdistanê heye. Di 69 salîya dîroka xwe de partî bi hezaran şehîd daye; enfal û Helepçe jiyaye; gah têkoşîna wê serketîye gah binketîye lê her xebata partîyê dom kiriye. Bêguman di vê xebatê de rola Barzanîyan sereke ye.

Di 1991de di encama Şerê Xelîcê de bi biryara NY a 686 kurd di bin siwana “Hêza Çakûç” de li herêma xwe li dijî êrîşên Saddam Husên hatin parastin û gav bi gav sîstema xwe ya xweîdarekirinê pêşvebirin.

Di 2003ê de Amerîka û Ingîlterê rêjima Baas a Seddam Husên ruxand; di vî şerî de yekîtîya hêz û partîyên kurdan û rola Kak Mesûd û Mam Celal sereke bûn. Îro li başûrê welatê me em xwedîyê dezgehên dewletbûnê ne û di çerçeweya Iraqê de bi forma federalî dihê îdarekirin û gav ber bi serxwebûnê ve davêjin.

Divê em ji bîr nekin ku xeterîyên li ser Kurdistana azad dawî nebûna, ji alîkî ve êrîşên rêxistina terorîst a DAÎŞê ji alîyê din ve jî tehdît û desttêverdanên dewletên dijmin xelas nebûne.

Îro muşkuliyên ku di warî hilbijartina seroktîya Herêma Kurdistanê de di nav partî û rêxistinên Kurdan de rû daye di vê demê de ‘lukus’e, û bawerîya me ew e ku di zûtirîn dem de çareser bibe.

Bi vê hêvîyê 69 salîya PDK-Iraqê pîroz dikin û daxwaza me ew e ku serokê vê partîya xwedîyê dîrokeka têkoşêr di vê rewşa hesas a Kurdistanê de seroktîya wî ya Herêma Kurdistanê berdawam bibe.
16.08.2015
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê