|
Cejna Remezanê ya bawermendên Kurdistanê pîroz dikin! |
|
2015-07-17 11:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Cejna Remezanê ya hevwelatiyên bawermend yên Kurdistanê pîroz dikin. Û daxwaza me ji wan dewlet û rêxistinên ku xwe misilman dihesibînin û li dijî gelê kurd şer dikin û Kurdistan bombebaran dikin ew e ku; ew van êrîş û bombebaranên xwe rawestînin û bi riyên aştî, demokratîk û adîlane pirsa kurd çareser bikin û di nav aramiyê de bi cîrantî bijîn.
17.07.2015 Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêde
|
|
|