Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
”Em bi hev re xurttir in û bi tenê em bi hev re dikarin li dijî terorîzmê şer bikin û aştî, azadî û demokrasîyê biparêzin”
2015-11-22 17:00
fkks
info@fkks.se




Ji bo Wezîra Karûbarê Derve Margot Wallstom û Wezîrê Bergîyê Peter Hultqvist
Di derbarê serdana Hukimeta Herêmê Kurdistanê de

FKKS bi serdana resmî ya Wezîra Karûbarê Derve ya Swêdê Margot Waltstrom û Wezîra Bergirîyê Peter Hultqvîst a Herêma Kurdistana Iraqê kêfxweş û serbilind e. Bi vê nameyê em dixwazin carek din vê kêfxweşîya ji serdana we re dîyar bikin.

Bi hezar salan e gelê kurd ji bo aştî, azadî û demokrasîyê micadele dide û di vê rîyê de gelk tade û azar dîtîye. Dîroka kurdan bi şkence, sirgun, zilm û îdaman dagirtîye.
Di dema me ya îro de di bihara 2014ê de Dinya bi rêxistina terorîst a DAÎŞê bû şahîdê qatlîam, êrîş û jiholêrakirina majorîtên dînî û etnîkî. Ev bû sebab ku di hundirê Iraqê de zêdetir milyon û 600 hezar însan cî û warên xwe terkbikin û bên Herêma Kurdistanê bi cî bibin. Reqam nîşan didin ku ji Sûriyê jî zêdetir 500 hezar multecî hatinê herêma Kurdistanê bi cî bûne; ev jî tê wê wateyê ku îro zêdetir milyon û sed hezar penaber di bin parastina Hukimeta Herêma Kurdistanê de ne.

Em ji helwesta Hikmeta Herêma Kurdistanê(KRG) gelek kêfxweş in ku ew bêyî ferqa dînî, mezhebî û etnîkî têxe navbera wan multecîyan ku ji hemûyan re himbiza xwe vekirîye. Ev jî dihê wê wateyê ku ev penaber ji bo herêmeka nifûsa wê 5 milyon e dibin kulfetekê mezin. Di roja îroyîn de ku KRG alîkarîyeka maddî wernegre ew nikare zêdetir penaberan qebûl bike.

Li gor agahîyan ger hêzên pêşmerge êrîş bibin ser DAÎŞê yê bajarê Misûlê zêdetir 600.000 însan dê ji tirs å bizdan penaberîya Herêma Kurdistanê bikin. Di rewşa îro de KRG îmkana wê ya aborî tuneye ku zêdetir penebaran qebûl bike ku ew alîkarîyeka aborî ji dewletên Rojavayê û Swêdê wernegire.

FKKS bi vê nameyê kêfxweşîya xwe ji biryara hikmetê re nîşan dike ku ew pêşnîyaz kiriye ku salekê jî midet bihê dirêjkirin da 35 leşkerên swêdê li herêma Kurdistanê bimînin. FKKSê rêzê bi vê yekê tîne lê têr nake bi vê awayä dijî rêxistina terorîst a DAÎŞê şer bihê kirin, divê Swêd hin zêdetir bi leşkerî û aborî alîkarîya KRGê bike.

Di navbera 28ê Cotmehê û 2ê Mijdarê de wek seroka FKKSê min resmî serdana Hikmeta Herêma Kurdistanê kir. Min hevdîtin bi parlamenterên partîyên cida yên parlamentoyê, bi serok û berpirsîyarên xirîstiyan û yên din re û herweha bi berpirsiyarên UNHCR, UNICEF û Fonda Xerxwaz a Barzanî kir û serdana kampên penebaran kir.

Agahîya ku min ji wan wergirt dide xuyanîkirin ku KRG ji bo pêdivîyên multecîyên navxweyî yên Iraqê û yên Sûriyeyê çareser bike bi pêwîstîya aborîyeka gelek mezin heye. Di bin ronahîya van agahîyan de dîyar dibe ku kêmasî û tunebûn pêşeroja penebaran bêhîvîtî dike; lehîya penaberîyê ya ber bi Ewrûpayê re rasterast têkilîya wê bi vê bêvîtîya pêşeroja penebarên li kampên Herêma Kurdistanê re jî heye. Ji xêncî vê li Iraqê cara yekeme endîşe di navbera xirîstiyanan de peyde bûye ku ew bi temamê terqa Iraqê bikin û berê xwe bidin Ewrûpayê.

Ji ber ku hêzên pêşmerge di şerê dijî DAÎŞê de bi serketin penaberên li Herêma Hikumeta Kurdistanê jîyana xwe di bin xeterîyê de nabînin. Lê penaberên ku li herêmê ne rîska mirinê didin ber çavên xwe û berê xwe didin Ewrûpayê da xeyalên xwe bi cî bînin û ji bo pêşerojeka baş û civateka ku tê de zarokên wan di dibistanan de bixwînin û îmkan destbixin ew jîyaneka xweş bijîn. Normal şertên ku zarok li herêmê dest bi dibistanan bikin hene KRG, UNICEF û Weqfa Xerxaz a Barzanî planên wan hene vê ya bi cî bînin lê tunebûna îmkanên maddî astengî derdixe pêşîya wan ev plan bi cîh neyin. Lîsteya pêdîyan gelek dirêj e ku di vê nameyê de hemûyan bi nav bikim, lê di encamê de KRG pêwîstîya wê bi alîkarîyea mezin a aborî heye Rojhilat û Swêd divê berpirsîyarê hilde û alîkarîya wan bike.

Cîyê xêfxwêşîyê ye ku di 12ê Mijdar a 2015ê de bi grûbekê ji 7500 leşkeran pêkhatî hêzên pêşmerge aksîyonek serketî bir ser Şingalê. Pêşmerge bi hêzên hawayî yê DYA yê re kontrola bajêr xist destê xwe.

Di dema serdana xwe ya herêmê de min bi Wezîrê Pêşmerge re jî hevdîtinek çêkir. Wî bahsa kêmasîya cebilxane û kêmasîya alîkarîya eskerî kir. Ji bo hêzên pêşmerge di şerê dijî DAÎŞê de destkeftîyên mezin bi dest xist û di rizgargirina Şingalê de vê nîşan da û û ji bo Rojava û Swêd jî li dijî DAÎŞê şer dikin divê ew alîkarîya leşkerî bidin Hikumeta Herêma Kurdistanê.

FKKS bi tundî kiryara terorîst a Parîsê ku di 13.11.205ê de çêbû û zêdetir 130 kes mirin, şermezar dike. Ev kiryara terorîstî nîşan dide ku DAÎŞ ne tenê li rohilata navînê tehdîtêke û li Libnanê kiryara terorîst li dar xist ew tehdîteka li dijî mirovayîyê ye divê li dijî wê li her cîyê dinyayê şer bihê kirin.

FKKS him bi Wezaretîya Karûbarê Derve û Wezareta Bergîyê dixwaze di nav danûstendinê de be û daxwaz dike ew bi KRGê re jî di nav têkiliyan de be. Em bi hev re xurttir in û bi tenê em bi hev re dikarin li dijî terorîzmê şer bikin û aştî, azadî û demokrasîyê biparêzin. Bijî demokrasî Bijî Kurdistan!
17.11.205
Sosin Guven
Seroka FKKSê