|
Dr. Ciwan Heqî |
|
2020-03-11 19:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Hevwelatiyê me Dr. Ciwan Heqî (Esref Sevinik) di 26.02.2020ê de li Stockholmê ji nexweşîya qanserê wefat kir. FKKS ji malbata wî re sersaxî û sebir dixwaze. Bila serê gelê kurd sax be!
Dr. Ciwan (66) zewicî bû û bavê 3 zarokan bû.
Dr. Cuwan Heqi (Batu), li Şirnexê, bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Wî xwendina xwe ya tibbê di sala 1987an li Bulgaristanê temam kiriye û heman salê hatiye Swêdê û li Swêdê wek doktorê psikiyatirî xebitiye û demek ciheke xwe yê doktoriya psikyatirê li Stockholmê vekiriye û serbest kar kiriye.
Dr. Ciwan li gel doktoriya xwe bi karê nivîskariyê re jî mijûl dibû. Bi navê quncikê ”Şûjin” di Kurdistan Press, Berbang û kovara xwe ya Rojbaş de nivîs wek formên fable nivîsiye û ev nivîsên wî wek kitêb bi navê “Şûjin” li Stockholmê ji aliyê weşanxaneya Apec (2000) ve hatiye çapkirin. Pirtûka wî ya duyemîn jî bi navê “Xeta Sor” li Stenbolê weşanên doz (2007) çapkiriye. Herweha xwediyê MediaKurd.com û serwext.com bû |
|
|