|
”Îro dilê me ji bo Efrînê lê dixe!” |
|
2018-03-26 12:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) di 25.03.2018ê de li Stockholmê li Qada Raoul Wallenberg li dijî dagîrkerîya Ordîya Tirk a Afrînê xwepêşandinek li dar xist.
Xwepêşandan ji alîyê Mardin Hêja Baban ve hat birêvebirin û bi sedan kurdên çar parçeyên Kurdistanê bêşdarê xwepêşandinê bûn.
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Keya İzol di axaftina bi swêdî û kurdî de diyar kir ku; di encama êrîş û bombebarana dewleta Tirk û cîhadîstan de Efrîn hat dagîrkirin û bi sedan sivîl hatin kuştin û sed hezaran kes neçar mane warê xwe terkbikin.
Îzol di axaftina xwe de got; “Îro dilê me li Stockholm, li Mahabad, li Amed, li Qamişlo û li Kobanê ji bo gelê Efrînê lê dixe. Dinya bê deng e, hikûmetên Ewrûpayê beriya niha pesnê têkoşîna gelê Kurd a li dijî DAIŞê didan, niha li ku ne? Bêdengmayîna cîhanê li dijî êrîşan cihê şermê ye. Em vêya qebûl nakin. Divê em dawî li vê rewşê bînin”
Xwepêşener piştgirîya berxwedana Efrînê û dewleta Tirk şermezar kirin û pankartên bi swêdî wekî ‘Artêşa Tirk ji Efrînê û ji Kurdistanê derbikeve ’ , ‘Erdoganê dîktator rawestînin’ , ‘Li Efrînê paqijiya netewî rawestînin’ , ‘Piştgiriyê bide Efrînê’ , ‘Bêdengiyê rakin, demildest bikevin nava tevgerê’ hatin hildan. |
|
|