Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Serokê FKKSê Keya Izol beşdarî merasîma sondxwarinê bû!
2019-06-12 13:00
fkks
info@fkks.se









Serokê FKKSê Keya Izol li Hewlerê (10.06.2019) beşdarî merasîma sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê Neçirvan Barzanî bû.

Nêzîkî 1200 mêvanên kurd û biyanî, dîplomatên welatên cûrbecûr, berpirsên partî û rêxistinên demokratîk di merasîmê de amede bûn.

FKKS wek rêxistineke Diaspora Kurd dê herdem piştgir û alîgîrê serkeftinên birêz Neçirvan Barzanî bin.

Di 28 Gulana 2019ê de Parlamentoya Herêma Kurdistanê Kandîtê PDK Neçirvan Idris Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê hilbijartibû.





Me li Hewlerê bahsa girîngiya diaspora kurd kir

FKKS ji bo merasîma sondxwarinê ya Seroktîya Herêma Kurdistanê hatibû vexwendin. Vexwendin ji bo kesekî bû. Di 10ê Hezîrana 2019ê de wek serokê FKKSê ez bêşdarî merasima sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê Neçirvan Barzanî bûm.

Di merasimê de 1200 mêvanên kurd û biyanî, dîplomatên welatên cûrbecûr, berpirsên partî û rêxistinên demokratîk amede bûn.

Di wê henameyê de piştî sondxwarinê Serokê PDK Kek Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û Berpirsê Peywendiyên PDK yê Derve Hoshyar Siwaily wek wefd berpirsê rêxistinên diaspora qebûl kirin.

Di van civînan de tevî delegasyona Rêxistinên Kurd yên Soyeta kevn/Rûsya me li ser xebata dîaspora agahî da û pêşnîyazê xwe anî zimên.

Pêwîstiya Navendek Diaspora li Hewlerê.

Piştgiriya Hikmeta Herêma Kurdistanê ji bo xebata diasporayê.

Daxwaza konferansek ya diaspora di salroja referandûmê

Hersê alî jî girîngiya xebata diaspora anîn ziman û soza piştgiriyê ji bo wan daxwazan dan.

Keya Izol
Serokê FKKS