Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Konferans li ser Peymana Integration
2012-12-24 02:00
fkks
info@fkks.se





Di 10ê Çileya Pêşîn a 2012ê an de li ser peymana integrasyonê kongeransek ji aliyê SIOS (Konfederasyona rêxistina Biyanîyan), rêxistina “Bilda”, “Kilîse”, “Xanî/Parka gel”, “Komeleya Kirecîyan”, rêxistina “Divê tevahîya Swêd bijî” û xebate keseyatî hat li dar xistin. Ev konferans jî ji aliyê seroka FKKS Sermin Bozarslan ve hat birêvebirin.

Di konferansê de, nûnerên komelan, vîlayet, beledîye, hikûmet, kilîse, ABF û hwd besdar bûn. Rexistinên amadekar û lekolînvan li ser di jîyanê de, di qada herêmî de bicîhanîna peymane axaftin. Konferans bi minaqesaya di nav grûban de dawî hat.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ji destpêkê ve, ji sala 2009 vir de di nav xebatê amadekirina peymana Integration bûye. Seroka Federasyonê di nav grûba referens de cîh girtiye.

Di 14 ê nîsanê 2010 an de peymana di warê Integrasyonê de ji alîyê hikûmeta Swêd, vîlayet, saredarî û rêxisyinên sîvîl (yên beşdar) ve hat îmzakirin.

FKKS yek ji wan rêxistinen ku di destpekê de vê peymanê îmza kiriye. Di konferans û civînên bo nasandina peymanê cî girtiye. Konferansa yekemîn bo nasandina peymanê li Stockholmê li dar ket û ji alîyê seroka FKKS ve hatibû birêvebirin.