|
Stockholm: Civîna li ser xebata arşîva kurdî |
|
2013-02-11 22:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Stockholm: Civîna li ser xebata arşîva kurdî
Ev demeke dirêj e ku mamoste Rifat Sefalî bi alikariya desteyek xebatkarên "PlatformaNeteweyî" (www.netewe.com) li ser amadekirina arşîveke kurdî dixebite. Vê gavê ev xebat bi giranî li ser arşîva weşan, belge û rojnamegeriya kurdên bakûr û yên dîasporayê ye.
Birêz Rifat Sefalî wê di dem û cihê ku li jêr hatiye nivîsandin de, civînek danasînê ya li ser vê xebata digîtalîzekirina kovar, rojname, kitêb û belgeyên kurdî û li ser kurdan amade bike. Hemû dildarên kultur, edebiyat, dîrok, folklor û zimanê kurdî bi xêr werin.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê
Tarîx: 17ê sibata 2013 Dem: saet 14:00-16:00 Cih: Kitêbxaneya Kurdî - Kurdiska Biblioteket Gustavslundsvägen 170 167 51 Bromma (Alvik) Tel. 08-679 88 03
|
|
|