Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Konferans: Kurdên li Swêdê tendûristî û bextewarî
2013-04-13 21:00
fkks
info@fkks.se




Di 13ê Nîsana 2013ê de Federasyona Komeleyen Kurdistanê li Swêdê (FKKS) bi hevkariya ABFê li Stockholm li avayiya ABFê konferansek bi navê ”Kurdên li Swêdê tendûristî û bextewarî” li dar xist. Konferans ji aliyê Doktorên kurd Dr. Maruf Erşad, Dr. Emîn Suleyman, Dr. Nemrud Buyukkaya û Dr. Serdar Fikri Budak hat dayin.

Seroka FKKSê Şermîn Bozarslan û sekretera FKKSê Pirşeng Twana semînerê birêve birin.

Bêşdarên Konferansê bi alaqayeka mezin konferansê guhdar kirin û gelek pirs ji doktoran pirsîn.

Dr. Maruf Erşad li ser êşên pişt û tedawîya wê rawestiye. Erşad dûrûdirêj û bi zimanekî fehmbar anî zimên, got ku bi emelyîyatê pişt tu carî serrast nabe û tedawiya herî baş kulturfizîk û jimnastîk e, lê mixabin kurd di van waren de lawaz in.

Dr. Emîn Suleyman li ser pisporiya xwe ya nexweşîyên daxîlî rawest û got ku di rewşa paneberiyê de hin faktorên sosyal bandora xwe dike ku nexweşî derdikevin ortê. Lê ew li ser vê yekê sekînî û got ku civata kurdî ya tradîsyonel di warê têkilîyên germ yên civakî de dibe alîkar ku hin nexweşî kêmtir bike. Li gora wî sebebên bingehîn yên nexweşiyan kişandina cigarê ye.

Dr. Nemrud Buyukkaya li ser babeta Ciwan- narkotîk, alkohol, û tiryakîya wan sekînî. Dr. Nemrud li ser narkotîk û tîryakîya wê rawestiya û got divê alkohol tu carî neyî bi kar anîn ew tim bi zerar e. Malbatên kurd li Swêdê ciwanên xwe li gor normên xwe yên kurdî mezin dikin û ji bona vê yekê ew nikarin bibin alîkar ku ciwan nekevin rîyên xerab.

Dr. Serdar Budak li ser nexweşîyên psîkolojîk rawestiya ku di şertên penaberiyê de meriv rû bi rû dibe û tedawîyên wê anî zimên. Dr. bahsa wê yekê kir ku însanên civakên paşdemayî û kurd jî tê de zû bi zû bahsa nexweşîyên xwe yên psîkolojîk nakin û ji bona van nexweşîyan naçin ser doktor.