Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Wezîra demokrasiyê ya Swêdê Kitêbxaneya Kurdî vekir
2011-03-02 13:00
fkks
info@fkks.se
Di 2011-02-23 de wezîra demokrasiyê ya Swêdê Bigitta Ohlossnê Kitêbxaneya Kurdî li ciyê wê yê nû li Alvikê (Stockholmê) vekir. Kitêbxaneya Kurdî ev sê sal bû miweqet di xaniyekî de li derveyî belediyeyea Stockholmê bû. Ciyê niho yê Kitêbxaneyê di avahiyeka belediyeyê ye û ji bo kurdan nas e. Yekîtiya jinên Kurdistanê li Swêdê, Komkar, Komciwan, Mediakurd, klînîka doktor Ciwan Heqî û wergêrxaneya Ronî di vê avahiyê de akincî ne. Gelek kes vî ciyî bi “ciyê rojnameya Armancê” nas dikin. Wezîra demokrasiyê Birgitta Ohlssonê di axiftina xwe de got ku Kitêbxaneya Kurdî nîşaneka berbiçav ya nasnameya kurdî û civaka pirçandeyî ya Swêdê ye û ji bo zarok û ciwanên kurd navendeka giring e. Wê got jî ku kitêbxane ji bo hevnaskirina çandeya swêdî û kurdan ciyê herî hêja ye. Wezîrê qala wê diruşmê ya ku digot “bi tenê çiya dostên kurdan e” kir û got: “Em tev yên ku li vê derê hazir bûne dostên kurdan in” û axiftina xwe bi “Bijî Kurdistan!” bi dawî anî. Gelek berpirs û nûnerên dezgehên kulturî yên Swêdê û berpirs û nûnerên rêxistinên civakî û siyasî yên kurdan li Swêdê bedşarî merasîma vekirinê bûn. Seroka Komeleya kitêbxaneyan swêdî Inga Lundén jî peyivî û got: ”Ji bo min ev kitêbxane kitêbxaneya kurdî ya neteweyî ye çunkî ew bi rastî karê kitêbxaneyeka neteweyî dike û nimûneya wê li cîhanê nîne”. Endamê komîsyona kulturê li Stockholmê Rasmus Jonlund axift û got ku bicîbûna Kitêbxaneya Kurdî li taxê Alvikê rewşa pirçandeyî ya bajarê Stockholmê dewlemend dike û jiyana kulturî ya kurdan xurttir dike. Seroka Federasyona komeleyên Kurdistanê li Swêdê Şermîn Bozarslanê di peyiva xwe de balkişand ser rola Kitêbxaneya kurdî wek dezgeheka neteweyî û bang li hemû kurdan kir ku li vê dezgehê xwedî derkevin û bi hemû îmkanên xwe wê xurt bikin û wek mîrata neteweyî biparêzin. Birêveberê Kitêbxaneyê Newzad Hirorî got ku 2-ê adarê salvegara çarê ya wefatkirina damezirênerê Kitêbxaneya Kurdî Nedim Dagdevirenî ye û diyar kir ku Dagdevirenî ev kitêbxane bi 2500 kitêban dest pê kir û îro hejmara kitêban gehiştiye 12 hezaran. Wî herweha got ku Kitêbxaneya kurdî xezîneyek e û bang li kurdan kir ku ew berhemên vê ktiêbxaneyê bi kar bînin, zarokên xwe bînin kitêbxaneyê û sûdê ji xizmetên kitêbxaneyê werbigirin. Wî gote swêdiyan ku xurtkirin û parastina Kitêbxaneya kurdî nîşana asta demokrasiyê û azadiya derbirînê ya li Swêdê ye. Seroka Weqfa Kitêbxaneya Kurdî û seroka Komeleya dostîniya swêdî-kurdî Anne Murray kêfxweşiya xwe ji bo beşdarbûna nûnerên dezgehên kulturî û rêxistinên civakî û siyasî di merasîma vekirinê de diyar kir û spasiya hemû kes û aliyan yên ku alîkariya kitêbxaneyê kiriye û dikin kir. Wê herweha got ku Kitêbxaneya Kurdî navneteweyî ye çunkî berhemên wê ji bo hemû cîhanê vekirîne. Komciwanê, komeleya ciwan û zarokên kurd li Stockholmê, govendeka xweş û germ li ber dengê def û zirnayê li pêş haziran kir. Sê xanimên kurd jî bi xwarinên kurdî tama devê mêvanan xweş kir. Rûyê beşdaran bi dîtina komîkerên kurd yên navdar Özz Nûjen û Soran Îsmaîlî geş bû. Têbînî: Foto: Hogir Hirorî Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê www.kurdlib.org