Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
FKKS: ”Cezakirina Beşîkçî nahê qebûlkirin”
2011-03-08 12:00
fkks
info@fkks.se
Ji ber ku nivîskar- sosyolog Îsmaîl Beşîkçî di kovara ”Di serdema me de hiqûq û civat” hejmara Zivistan-2010 de nivîsekê bi navê ”Çarenûsa xwe bi destê xwe tayînkirin” nivîsandibû Dadgeha Ceza ya Giran a 11-mîn a Stenbolê di 4ê Adara 2011ê de 15 meh ceza da wî. Berpirsê kovarê Zeycan Balcî jî bi cezayê peran hat cezakirin. Li gor mahkemê Beşikçî bi wasiteya weşanê propagandaya rêxistina terorê kiriye û ew li gor xala 7/2 a Qanûna li dijî Terorê vê bi hatiye cezakirin.

Li gor gelek hiqûqnasan û heta serokê Mahkemê ku ew jî şerha xwe li hemberî vê biryara mahkemê daniye dibêjin, xalên 25 û 26 yên Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ya heyî de hatiye destnîşan kirin ku, herkes mafdar û azad e ku fikra xwe bibêje û ev fikir û ramana xwe bi gotin, bi nivîs, bi risim ya jî bi riyekê din bi serê xwe ya jî grûbejê re eşekere bike û belav bike. Û herweha li gorî xalên 9 û 10em a Beyannameya Mafê Mirovî ya Ewrûpayê herkes xwedî maf e ku bi azadî fikrê xwe eşkere bike. Ji bona wê jî ev ceza li hemberî van xalan in.

Êdî li Tirkiyeyê pîvana hebûna azadiya fikrî û ramanî bi cezakirin û necezakirina nivîskar-sosyolog Îsmail Beşîkçî de xwe nîşandide. Ger hin jî Beşîkçî ji ber nivîsên xwe tê cezakirin mana wê ew e ku li Tirkiyeyê hin jî azadiya fikrî bi cî nebûye.

Beşîkçî alimekî ye ku di hemû jiyana xwe de bi ilmî û bêotosansur li ser pirsa kurd û Kurdistanê xebatên xwe kiriye û ji bona vê yekê gelek caran tûjî ceza bûye û gelek sal di hefsan de maye. Ev biryara dawî ya dadgeha Stenbolê ne biryareka vê serdema maf û azadiyan e û nahê taswîpkirin. Em bangî dezgeh û saziyên alaqeder yên dewletî û navdewletî dikin ku li hember vê kiryarê dengê xwe bilind bikin û piştgiriya xwe ji bona sosyolog-nivîskar Îsmaîl Beşîkçî diyar bikin.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdêd

7 Adara 2011
fkks.se
Info@fkks.se