Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
”Her hewldanek jina kurd, ji bo civateka wekhev û demokratik e”
2011-03-08 12:00
fkks
info@fkks.se
Bi minasebeta 8 Adarê roja jinên navneteweyî ez silavên xwe yên germ ji hemû jinên Kurdistanê re, ji jinên kurd yên li derveyî welêt re û bi taybet jî ji jinên kurd yên li Swedê re dişînim, cejna wan ji dil û can pîroz dikim.

Li welatê me, her hewldanek jina kurd, ji bo civateke wekhev û demokratik e, ji bo bidestxistina maf û azadiyan e, ji bo pêşerojek bextewar ya zorok û mendalan e û ji bo jiyaneka rûmet a hemû Kurdistaniyan e. Ji bona wê jî bê têkoşîna jina kurd bê hewldana wê di guharîna û pêsketina civatê de di bidestxistina maf û azadiyan de kêmasiyek peyda dibe û serkefin ne misoger e.

Li tevayîya dinyayê jin û mêr ne xwedî maf û îmkanên wekhev in. Li welateke wekî Swêd jî , jin ji bo karê wekhev bi gistî ji mêran kêmtir maas distînin. Sîddeta ku, li dijî jinan tête bikaranîn roj bi roj zêdetir dibe . Tesîra negatîf yên reklam û raya gistî li ser keçên ciwan û her wekî dî problemên girîng in. Divê em ji bo mafên jinan yên bingehîn û yên gistî digel jinên Swêdî û hemû jinan kar bikin .

Her çiqas hemû jinên dinyaye di eslê xwe de eynî tedayê dijîn jî , wek jina kurd, wek jina biyanî, rewşa me di van civatan de ne wek rewsa jinên Swêdî ne . Wek jina penaber, jina biyanî meriv bi awayekî cuda tê pelçiqandin. Jinên biyanî jî wek mêrên biyanî û penaber dibin muxataba hin pirsên taybetî wek bêkarî, nîjadperestî , pirsên koçberîyê û entagrasyonê û her wekî din. Çareserkirina van pirsan, perspektîveke taybetî, xebateke taybetî û carna jî tifaqên taybetî pêwist dike.

Em hemû dizanin ku li welat jî û li dervayî welat jî, jinên kurd hene ku bi serketî ne û di civatê de bêşdar in û gihîstine radayeka bilind. Mêrên kurd ku dixwazin di civatê de, li mal, li kar, li her derî jin û mêr xwedîyê mafên wekhev bin, hene . Rastî ev e ku hemû jinên kurd ne belengaz, bêhêvî û di bin tadayî de ne .

Lê jinên ku ji alîyê bav, mêr an jî merivên xwe têne kuştin, lêdan û bi awayên cuda bi tenê, bêçare histin, ji mafên mirovî bêpar dimînin jî hene. Ev di eslê xwe de tedayekî patrîarkal e ku li her derê dinyayê tête dîtin, lê ev tedaya giştî li her civatî, li har malbatî gîredayî gellek sedeman bi awayên cuda, bi formên cuda xwe nîşan didin.

Berpirsiyarîya me her yek ji me ev e ku kiryarên weha, li ku bibe, bila bibe û bi çi navî bibe bila bibe, kî bike bila bike, li dij derkeve, mehkûm bike. Ez bûyerên weha layîqê tu civatî nabînim, ji bo hemû mirovatî sermezarîyekî mezin dibînim .

Ez hêvî dikim ku kurd li seranserê Kurdistanê bigihîjin armancên xwe ya civateke azad, demokratîk ku di vê civatê de jin û mêr di her qada jîyanê de xwedîyê sert- îmkanên wekhev bin. Ev civata ha, ji ber xwe ve çênabe. Ji bo vê dozê, her tim û li her derî divê xebat bête kirin. Ev xebat di eslê xwe de xebat ji bo mafê mirovî ye. Mafê mirovî me hemûyan eleqeder dike.

8.03.2011
Sermîn Bozarslan

Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

www.fkks.se
info@fkks.se