Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Rapora xebatê ji bo Kongreya 23em a FKKSê
2011-01-05 22:00
Fkks
info@fkks.se
Konferans li ser dîroka Kurdistanê

Di 10.02.2007ê de li Stockholm-hallonbergen li restoranta Beyrutê, ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê konferansek li ser dîroka Kurdistanê hat lidarxistin. Zêdeyî 200 kesî bêşdarî konferansê bûn û piştî konferansê FKKSê axêverên û bêşdarî konferansê dawetî şîva êvarê kir.

Konferans bi axaftina Seroka FKKS Şermîn Aycan Bozarslan vebû. Aycan Şermîn Bozarslan bixêrhatina mêvanan kir û got ku ev konfernas parçeyek ji xebatên FKKS ye. Axêverên konferansê ji Kurdistana bakur nivîskar û siyasetmedar Kemal Burkay, ji Kurdistana rojhilat siyasetmedar Ahmed Kakemenî, ji kurdên Ermanîstanê prof. dr Celîlê Celîl, ji Kurdistana başûr huqûqnas û parlamenterê kurd dr. Nûrî Talebanî û ji Kurdistana rojava dîroknas dr. Abdulbasit Seyda bûn. Konferans ji aliyê endamên KK yên FKKSê hat birevebirin. Di bin rêvebiriya endamên KK yên FKKSê Pirşeng Tuana û Kovan Amedî de Kemal Burkay û Ahmed Kakemenî di bin rêvebiriya Selam Cizîrî û Dr. Erşad Maruf de jî Dr. Celilê Celîl, Dr. Nûrî talabanî û Dr. Abdulbasit Seyda gotarên xwe pêşkêş kirin.


Konferansa salane ya FKKSê
Konferansa salane ya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) di 29 û 30 Îlona 2007ê de li bajarê Örebro bi bêşdariya nûnerên komeleyên endam pêk hat. Di destpêka konferansê de ji bo şehîdên Şengal û şehîdên Kurdistanê daqîqeyek hat rawestan.

Piştî axaftina seroka FKKS Şemin Bozarslan li ser xebat û planên FKKS bo nasname, ziman, çand, demokratîyet, pirsên entagrasyonê û wekhevîyê, komeleyên endam û komîteyên kar li ser xebatên xwe axaftin, rapora xebatê ya FKKS nirxandin.

Rapora aborî ya salane ji aliyê berpirsê aborî Selam Cizirî hat pêşkêş kirin. Sekreterê FKKS û berpirsiyarê komîteya têkilîyên navxwe Dr. Maroof Ershad li ser raporta xebatê û rewsa komeleyan agahdarî da besdaran. Herweha Dr.Ershad şahîya konferansê jî birêvebir. Rapora komîteya revîsor ji aliyê Hafzallah Nerwey, axaftina komîteya rawêj jî ji aliyê Farhan Muhamad hat kirin.

Ji bo guhertinên pêwîst, ji bo peydakirina stratejiya hevbes bo pêsêrojê, minaqeseya grûbî hatin kirin. Ses grûbên minaqeseyê ditînên xwe, pêsniyarên xwe ji bo rojên pês diyar kirin. Pirsa sistema endametî û endametîya her du yekîtiyên Federasyonê jî di konferansê de hat minaqesekirin.

Di roja duwem ya konferansê de berpirsiyarê entegrasyon û Sekreterê navnetewî yê ABF ji bo beşdarên konferansê li ser demokratîyet, piralî, yeksanî û wekhevî semîner da.

Beşdarên konferansê êrîsa Îranê li ser gundên Kurdistanê, û hûqma idamê ji bo Du rojnamewanên Kurdên rojhilat mahqûm kirin û herweha piştgiriyên xwe ji bo bicîhanîna meddeya 140 û sîstema federalî li Irak ya 3 beşî dîyar kirin.

Berpirsê herêm Serdar Dizaî di organîzekirina xebatên praktîk ya konferansa FKKS li Örebro de rolekï girîng lîst. Roja Şembî êvarê jî şahîyekî bi beşdariya hunermend mezin Xusro Mamle hat amadekirin. Di vê şevê de beşdarên konferansê jî, bi govend û stranan bi cosekî mezin tevlî şahîya konferansa FKKS bûn.

Di vê şevê de seroka FKKS ji ber cara duwem serokatiya SIOS, Serdar Dizaî ji bo amadekirina xebatên praktîk ya konferansê, Cuma Berwarî ji bo xebata wî li Newroza FKKS diyarî wergirtin.




Konferansa Hunermendên Kurd

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) di 19.01.2008ê de li Stockholm Hallonbergenê li restoranta Didarê de konferansa hunermendan li dar xist. Konferans li ser rewş û pirsgirêkên hunermendên kurd ên curbecur bû.
Konfernas ji aliyê Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Şermin Bozaraslan hat vekirin û endama KK û berpirsê Komîteya Kultur û Perwerde Pirşeng Tiwana hat meşandin.

Hunermend bi panelek pirs û daxwazên xwe anî zimên. Di Panelê de hunermend Pirşeng Tiwana, şanoger Kemal Görgü, şêwekar Nejat, karîkaturîst Mamoste Nujen û muzîsyen Bijar beşdar bûn. Hunermendên beşdar ên konferansê yên din jî fikrên xwe gotin. Hunermend sipasyên xwe pêşkêşî FKKSê kirin ku ev cara yekem e ku konferansek weha li dar xistine.

Piraniya beşdaran li ser rewşa bêîmkaniyetê rawestiyan û di vî warî de gazin ji damûdezgeyên Kurdistana federe kirin, daxwaza yekbûna hunermendan û avakirina komele an rêxistineke wan hat kirin.

Di dawiya civînê de komîteyek hat hilbijartin ku ew amadeyiyan ji bo konferanseka birêkûpêktir bike, li rê û derfetên biyekkirina hunermendên kurd di rêxistinekê bigere.
Piştî konferansê jî hinermendan bi hev re şîv xwarin û bi muzîk guhdar kirin.

Axaftina Seroka FKKSê Aycan Şermin Bozarslan di konferansa hûnermendan de

Hûnermendên birêz, mêvanên hêja!
Ez bi dilgermî xêrhatina we hemûyan dikim. Em bi hatina we gellek kêfxweş in.
Hûnermend, beşekî girîng ya civata me ne. Ew peyam û hîsên xwe û ya me bi awayê hûnerî tînin zimên. Hin tişt hene ku meriv nikare bi gotin îfade bike, lê bi wêneyek, sitranek, heykelek, karîkaturek, henekek, şanoyek an bi awayeke din bi riya hûnerek re dikare hêsantir îfade bike.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê girîngiyekî mezin dide hûnermendên kurd. Em dixwazin digel we li ser pirsgirêkên ku di bicîhanîn û pêşvebirina hûnerî de asteng in guftûgo bikin, pêşniyarên we ji bo çareseriya van pirsan werbigrin, guhdariya we bikin, li ser pirsên rêxistinî xeber bidin.

Em wek Federasyon nikarin pirsên ku hene çareser bikin. Lê em dikarin alîkar bibin ku hûn rêxistina xwe, yekîtiya xwe pêkbînin. Bi riya ev yekîtî, ev rêxistin ku divê bê layan be û ji bo hemû hûnermendan vekirî be, hûn dikarin, daxwazên xwe bînin zimên û ji bo mafên hûnermendan, armancên hevbeş kar bikin.

Hûn dizanin di civata me de carna hevûdu qebûlkirin zehmet e. Dibe ku hin hûnermend, hûnermendên dî wek hûnermend qebûl nekin, dibe ku naxwazin bi her hûnermend re di konferans an jî rêxistineke de werin cem hev. Lê beşdarên hêja, ya girîng ev e ku meriv xwe bixwe wek hûnermend bibîne û ya herî girîng Yekitiya Hunermendên Kurd e.

Ev konferans ji hemû hûnermendên kurd re vekirîye. Me di gellek malperan de îlan belav kirine, ji kesên ku mail an jî telefonên wan li cem me hene agahdarî dane. Me ji hûnermend, endamên komîteya giştî û karger daxwaz kirine ku ji hûnermendên ku dinasin re agahdarî bidin. Dîsa ne mumkun bû ku me xwe bigihandana her hunermendê kurd.

Em gellek kêfxweş in ku hûn li vir amade ne. Ez hêvî dikim ku hûn hemû dîtinên xwe li ser babetên konferansê bi azadî diyar bikin, di minaqeseyan de beşdarî
bikin. Dîsa hêvîdar im ku em ji vê konferansê encamên baş derxin.

Konferansa li hember tund û tûjî

Di rojên 12-13.01.2008 an de li Stockholm- Nynäshamnê ji alîyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê û Yekitîya Jinên Kurdistanê, konferansek muşterek bi navê ”Bav û Kur û Wekhevîya Nav Malbatê”, bi beşdarîya 80 Jin, Mêr û Ciwanan ve amade kirin.

Konferas li ser pirsa malbatan, demokratsîya nav malbatê û nakokîyên nifşan ve, bi pisporan ra du rojan domkir.

Roja yekem bi rojnamevan Sureya Çalli ra, li ser bikaranîna Tund û Tûjîya di nav malbatê de, egerên wî û netîceyên wî yên xirab li ser endamên malbatê, destpêkir.

Konferansê de hat bahskirin ku, kesên ku Tund û Tûjîyê bikartînin, piranîya wan di zarotîya xwe de jiyanek nexweş derbaskirine, ji dê û bavên xwe lêdan xwarine û ji wan hezkirin nedîtine. Kesên ku girêdana wan bi alkoholê ra heye, di nav trawma û nexweşîya pîsîkolojîk de dijîn.

Di konferansê de hat teyidkirin ku bi karanîna Tund û Tûjîyê, ne kulturek netewî ye. Ji ber ku kultur teherekî jiyanê ye, kultur tê çêkirin û guhartin. Dikare kultura jiyana du malbatên Kurd ne wekhev be. Loma jî bi karanîna Tund û Tûjîyê, peyvendîyekî xwe yê xurt bi perwerdeyê, zanîn û agahdarîyîyê ve heye.

Sureya Çalli, i konferansê de li ser bi karanîna Tund û Tûjîyê di jiyana penaberîyê de jî sekinî û di axaftina xwe degot: ” Gava meriv terk dike tenê bi çenteya xwe nayê. Kultur, Tradîsyon, xeyal hêvî û şexsîyeta xwe jî di wê çentê de tîne.” Jiyana kesên penaber di çar stratejîyan de nirxand.

1- Asîmîlasyon: Ku meriv dixwaze bi her tiştên xwe yên berê, bi her ewayî winda bibe.
2- Entegrasyon: Ku meriv dixwaze xwe biguhorîne, tiştên nû fêr bibe, xwe li jiyana nû biguncîne, ango xwe adepteya jiyana nû bike.
3- Îsolebûn: Ku meriv tu tiştekî naxwaze, hiş û aqilê wî/wê ne li vî welatîye.
4- Marjînalbûyin: Ku li dijî xwenûkirin û guhartinê ye. Ev jî pir caran dibe sebeba nexweşîyên pîsîkolojîk.

Di beşa duwem ya konferansê de pîsîkolag Marcela Bravo,li serrewşa meriv di pêvajoya penaberîyê de sekinî. Ewê vê pêvajoyê di sê merhelan de nirxand.
1- Jîyana li welat: Şer, zordestîya siyasî, malbat û hezkirîyên wî/wê.
2- Penaber bûn: Li welatekî xerîb û jiyanek nû.
3- Li welatek nû: Bernameya agahdarî û zanînê ji bo kesê ku li cîhekî nû dest bi jiyanê dike, zinam nezanî û bêkarî.

Konferans bi pirs, bersîv û nikaşkin li ser babetê ve dom kir.
Êvara konferasê jî bi beşdarîya hunermand Hesen Melle, Cûdî, Tara, Dilan û Pirşengê ve, programek şahîyê çê bû. Şahî bi kêfek mezin heta derengê şevê dom kir.

Bernama konferansê roja duwem jî, bi beşdarîya karmendê dezgeha Parastina Zarokan (Redda Barnen) Nicklas Kelemen û pîsîkolog Vidar Vettefolk ra, li ser Tund û Tûjîya Mêran li dijî Jinan û nirxandina dê û bavan li ser zarokên keç û kuran ku hîn di destpêka ji dayikbûna wan de, dom kir. Di vê babetê de jî nikaşekî germ û rêk û pêk çê bû.

Konferasek bi rêk û pêk û berketîbû. Beşdarên konferansê ku ji komele û ji hermên cuda yê Swêdê bûbûn. Armanc ew bû ku zanîn û agahdarîyên beşdaran li ser babetê zê de be, ango wek kursek perwerdeyî bû. Kesên beşdarê vê konferasê li bajarên ku lê dijîn, bikaribin bi zanîn û tercubeyên xwe alîkarîya malbatên bi problem bikin.

Axaftina seroka FKKS di konferansa yeksanî li hember tund û tûjî de
Jîyanek bê şiddet!

Birêz endamên Komîteya Gistî, berpirsên herêman, serokên komeleyên endam, seksîyonên jinan û lawan/ciwanan, endamên komele û seksîyonên me!
Hûn hemû gellek bi xêr hatin ji bo konferansa yeksanî, li hember tund û tûjî li beramber jinanWek Federasyona Komeleyên Kurdîstanê li Swêdê yek ji armanca me ya pirr girîng xebat, ji bo yeksanî, demokratîyet û mafên mirovî, ji bo çareserkirina pirsên civakî, komelgehî yên kurdan ku li welatî Swêd de rûdane kar kirin e. Ev tist nayê wê maneyê ku em karê dezgehên civakî ya swêdî û mercên dî bikin. Em rêxistineke ideel in. Ji bo armancên hevbeş bê maaş û menfaat kar dikin. Rola me, rola hişyarkirina civata me û minaqeşekirina pirsên heyî û ji bo na ku bi baştirîn rê careserkirina van kêşeyan tesîrkirin li ser biryarên dezgehên Swêdî ye.

Ewil, divê em pirsên heyî qebûl bikin, bi nav bikin û minaqese bikin da ku em karibin tesîr li ser van bikin. Bikaranîna tund û tûjî li hemû komelgeh/civatên dinyayê de hene. Di komelgehê me de jî kuştina jinan û şiddet bikaranîn li hember jinan heye . Ji bo dawî anïna tûnd û tûjï li beramber jin em wek Federasyon û Yekîtîya Jinan divê xebatên cîddî û dûr û dirêj bikin.

Em wek rêxistineke demokratîk mecbûr in digel komeleyên xwe ve ji bo yeksanî û demokratîyet ji bo mafên mirovî kar bikin. Ger na, em nikarin bibêjin em rêxistinekî demokrat in. Demokratîyet, yeksanî û mafê mirovan çi jin û çi zilam ewil di nav me bixwe de, di nav malê de, di nav komeleyê de destpêbike. Hemû endamên me. Pêwîst e, bi taybetî, berpirs û serokên me yên organên Federasyonê û komeleyên me, endam di vî warî de bibin mînakên bas. Armanca bingehîn ya projeya yeksanî li hember tund û tûjî ya Federasyonê ev e ku , hemû serokên komelan, birêvebirên komiteyan bibin sefirên yeksanî, mafên mirovî û li hember tund û tûjî kar bikin, alîkariya endamên xwe jî malbatên penaber jî bikin.

Me, ji bo pirsên civakî, pirsên mindal û gencan, li hember bikaranîna şiddet ji bo demokratîyet û yeksanî di nav mal de bi bangê min platforma dê û bavan amade kirin, çendin civînên guftûgo digel dê û bavan amade kirin. Van civînan berdewam in. Em dixwazin hemû komeleyên me li pey ev konferans komîte an jî grubên dê û bav amade bikin, planekî ji bo alîkariya dê û bav ji bo têkilîyên yeksan û demokratîk digel hev û digel zarokên xwe civînên guftûgoyê amade bikin, di vê babetê de seminer û panelan pêkbînîn. Guhertina fikrên însanan wextekî dûr û dirêj dixwaze. Lewra em divê bi berdewamî bi vê pirsê re kar bikin da ku di nav komelgehê me de tund û tûjî nemîne.

Di Plana federasyonê de li ser yeksanî ku di kongreya 2006 an de bûbû biryar, em weha dibêjin:

Em dixwazin Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi her awayî bibe Federasyoneke wekhev û di hemû qadan de ji bo beşdarî û pêşveçûna endamên jin û mêr maf û îmkanên wekhev çêbike.

Di civata Swêdê de, rewşa jinên biyanî herweha jinên kurd ne mîna jinên swêdî ne. Gelek ji wan bêkar in, nexweşî di nav jinên biyanî de zêdetir e. Pirsên koçberîyê li ser wan tesîreke neyînî dike û bi ser de jî bêkarî, cudatîya li civata Swêdê di nav malbatan de dibin sedemên krîzên curbecur.

Em li dijî her awayê şideta li hember jinan tê bikaranîn û wisa bawer dikin ku şidet û kuştin bi navê namusê jî di bingehê xwe de zordestîyên patrîyarkal in ku li her devera dinyayê pêk tên. Lê ev zordestî li gor hin şertan, di civatên cuda de, bi awayên cuda xwe nîşan dide. Em hemû berpirsîyar in ku divê şideta li hember jinan bê sekinandin û ji bo ku bikaranînerên şidetê dev ji dîtin û kirinên xwe berdin, divê xebatek bê kirin.

Ji bo bi cîh anîna armanca yeksanî û demokratîyet divê:

*Di hemû çalakî û biryarên FKKSyê de perspektîva wekhevîyê dê li ber
çavan bê girtin.
*Bi perspektîva wekhevîyê dê ji nû ve li destûra FKKSyê bê nêrîn
*Her sal di civîneke giştî de plana xebatê ya wekhevî/yeksanî û demokratîyet
bê nirxandin.
*Ji bo ku di nav komeleyên endam de, perspektîva wekhevîyê bê minaqeşekirin xebat bêtê kirin.
*Komeleyên endam planên yeksanîyê amade bikin.
*Ji bo zêdekirina hejmara jinan di nav komeleyên endam û hemû organên FKKSyê de kar bê kirin.
*Di hemû komeleyên endam de seksîyonên jinan pêk bên.
*Xebat ji bo amadekirina calakîyên perwerdeyî û projeyeke ji bo dê û bav û malbatên kurd, amadekirina grûpên guftûgoyan li ser wekhevîyê, perwerdekirina zarokan bête kirin.
*Xebat ji bo alîkarîya malbatên kurd di pêvajoya koçberî û entegrasyonê de
bête kirin.
*Xebat ji bo alîkarîya penaberên kurd ji bo naskirina civata Swêdê, naskirina maf û berpirsîyarîyên xwe bête kirin.

Belê, plana Federasyonê, biryarên kongreya Federasyonê dîyar in. Di rojekî de em nikarin her tişt bînin cîh, lê em û her komele dikarin niha û di dema dirêj de zêdetir girîngî bidin xebatên perwerdeyî. Ev konferans yek ji wan xebatan e. Di xebata yeksanî û li hember siddetê serkeftin ji bo we dixwazim, dîsa bi dilgermî xêrhatina we dikim, ji bo beşdarbûna we di vê konferansa girîng de spasîya we dikim.




Konferansa Mamosteyên Kurd li Swêdê
Di 5ê Nîsana 2008ê de li Stockholm Kista Treffe Konferansa Mamosteyên Kurd li Swêdê çêbû. Konferans ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) bi hevkariya Sekretariyata Yekitiya Mamostayên Kurd pêk hat. Heyetek mamoste ku ji Kurdistana Başûr ji bona serdanekê hatibûn Swêdê ew jî bêşdarî konferansê bûn. Ev heyet ji serokê berê yê Yektiya Mamostayan û wezîrê Perwerdeyê yê Kabîneta yekemîn Şêx Efan Neqşibendî; Serokê YMK ê nuha Mihemmed Hesen û Dîrektorê plankirinê ji Wezareta perwerdeyê Yûsif Osman Yûsif pêk dihat.

Konferans ji aliyê Seroka FKKS Aycan Şermin Bozarslan hat vekirin. Civîn ji aliyê mamoste Aso Germiyanê hat birêvebirin. Mamsoteyên Kurd Lutfî Baksî, Remzî Kerîm û Halûk Ozturk li ser perwerdeyê û pirsên û pirsgirekên ku di warê xwendin, nasname û fêrbûna zimanê kurdî de derdikevin pêş zarok û ciwanên kurd sekinîn û dê û bav jî ji bona çareseriya wan dîtinên xwe anîn zimên.

Her weha di konferansê de li ser diyalog û xurtkirina têkiliya di navbera Komeleya mamosteyên Kurd li Swêdê û Rêxistina Mamosteyên Başûrê welêt de hat sekinandin.

Heyeta Mamsoteyên başûr jî li ser rewşa perwerdeya başûr axaftin û gotin ne rast e ku li başûr zimanê fermî soranî ye û biryareka weya ya hukmeta herêma Kurdistanê nîne.

Bêşdarên konferansê ji FKKSê daxwaz kirin ku konferansên weha bi peryodîk bên çêkirin.

Pîrozbayiya Newroza 2007

Di 17.03.2007ê de FKKSê li Stockholm li Solna Halenê bi girseyî Newroz pîroz kir. Nêzî 4000 hezar Kurdên li Swêdê tevî pîrozbayiya Newrozê bûn. Hevwelatiyên kurd û dostên wan yên Swêdî bi taybetî gêncên kurd bi keç û kuran bi deng û muzîkên Şivan Perwer, Qadir Elyasî, Narîn Feqê, Aras û Raze Jam Hiphopa Kurdî govend gêrandin û bi coşeka mezin Newroz pîroz kirin. Şev ji aliyê Endama Komîteya Karger û berpirsa Komîteya Kultur û Perwerde Pirşeng Tiwana û nivîskar Silêman Demir ve hat birevebirin. Şiîr hatin xwendin.

Li ser navê hêzên siyasî yên kurdistanî bi navê Hevkariya Hêzên Kurdistanî axaftinek hat kirin û ji partiyên swêdî parlamenter û sekreterê Partiya Lîberal (Folkpartiet) Erik Ullenhaag, parlamenterê Partiya Çep (Vänsterpartiet) Jacob Johnson û nunerê partiya muhafezekar Rebuar Fredon (Moderaterna), piştigriya partiyên xwe a ji bo têkoşîna gelê kurd diyar kirin û Newroz pîroz kirin. Peyama Nûnertiya Hukûmeta Herêma Kurdistanê ya Bakurî Ewrûpayê bi tevayî hat xwendin û peyamên ku ji şevê re hatibûn navên hatin diyarkirin. Pîrozbahiya Newrozê bi axaftina Seroka FKKSê Şermîn Bozarslan dest pêkir, Bozarslan bixêrhatina mêvanan kir û daxwaz kir ku li derveyî welat û li hundur aheng û pîrozbayiyên newrozê li gor dilê gelê kurd derbas bibin, têkoşîna gelê kurd pêşdetir biçe û pirsa kurd weha anî zimên: ”Em hêvîdar in di demekî kin de Kerkûkiyan jî di bin baskê Hukûmeta hêremî Kurdistan de bi azadî Newroz pîroz bikin. Parezgerîyê Amedê navê Newroz, kir bi tirkî Nevruz û dû re destûr da ji bo pîrozbahîya Nevrozê. Ji ber ku politika Tirk ya inkar û qedexekirinê berdewam e, lewre ew destûra herfên Kurdî jî nadin û tehemilê alfabeya Kurdî jî nakin. Madeya 301a qanûnê şerma Tirkiyê ye ku dixwaze bi vî halê xwe bibe endamê Yekitiya Ewrûpayê..”.

Di pîrozbayî de, Seroka Fedrasyonê Şermin Bozarslan ji ber serkeftinên wî yên pir carîn ên di warê boksê de û şampiyoniyên wî, boksorê gencê kurd Serdar Demircan vexwend sahneyê, ala rengîn a Kurdistanê, qevdek gul diyarî wî kir, ew pîroz kir û hêviya gelek serkeftinên din jê kir. Serdar Demircan jî di axaftina xwe de sipasiya xwe pêşkêşî Federasyonê kir û got ku ew ê her serfiraziyên xwe dom bike û di vî warî de biryardardariya xwê anî zimên. Di dema ku hunermend Aras li sahnê bû û ciwanên kurd hatin coşê hinek pevçûn di navbera çend ciwanan de rû da lê parazgerên salonê û polis tedaxul kirin. Lê şev bi tevayî bi coş û heyecan derbas bû û hevwelatî bi kêfxweşî Newroza îsal pîroz kirin



Pîrozbayiya Newroza 2008
Pîrozbayiya Newroza îsal ku li Swêdê li Stockholmê ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê hat oraganîzekirin di 29.03.2008ê de li Stockholmê Solnahallenê li dar ket. Şev ji aliyê Suzan Guven û Pirşeng Tiwana hat birêvebirin. Sekreterê FKKSê Dr. Erşad Maruf di şevê de şiîr xwend.

Pîrozabayî bi axaftina Seroka FKKSê Şermin Bozarslan ya bi swêdî û kurdî dest pêkir û bi axaftinên nûnerên partiyên Swêdî dom kir. Li ser navê partiya Moderatan(M) Wezîrê Piyaseya Kar Swêdê Sven Otto Littorin, li ser navê Partiya Sosyaldemokratan(S) Mikael Damberg, li ser navê Partiya Hawidror(Mp) Helena Leander axftin. Ew di axaftinên xwe de piştgiriya partiyên xwe ji bo têkoşîna gelê kurd anîn zimên û bi Kurdî Newroz pîroz kirin.

Li ser navê Hevkariya Hêzên Kurd û Kurdistanê Arî Şêx Daro axftin.
Divê bête diyarkirin ku Wezîrê Piyaseya Kar yê Swêdê zavayê Kurdan bi keçeka kurd Evin Khaffaf re zewiciye û Evîn sekretera Presse ya Partiya Moderata(Muhafezekar) ye.

Hunermend Şilan, Mikael, Eyad, Rekish, Gruba Rêzan, Şînwar, Beha Şêxo şevê xweş û geş kirin. Jin û mêr keç û xortên kurdan govendê gerandin.

Newroza îsal ji yên buhûrî cûdatir ew bû Gruba Dans a Gelerî ya Taxa Teby(Stockholm) bi dansên xwe yên gelerî Newrozê rengtir û dewlemend kir. Grub peyama ku ji FKKSê re şandiye kêfxweşiya xwe tîne zimên û ji bona şevaka wilo xweş jiyana sipasiya FKKSê dike û daxwaz dike ku bêşdarî Newrozê pêşerojo jî bibin.

Divê bête diyarkirin ku FKKS îsal ji ber sebebên teknîkî Newrozê di roja xwe de pîroz nekir. Ji ber wê jî ev Newroz li gor Newrozên berê zêde ne qelebalix bû. Li gor fonksiyonerên şevê nêzî 2000 kes bêşdarî Newrozê bûn. Newroz bi silametî û serfirazî qediya.















Xwepêşandina Helepçe 2007

FKKS, di 16/3 2007 an de li meydana Sergelstorg li Stockholm, şehîdên Halepçe bi merasîmekî bi bîr anî.

Di merasîmê bibîranînê de li ser navê FKKS, Sermîn Bozarslan, li ser navê Huqûmeta herêmî Kurdîstan Shirin Alemdar, li ser navê Komîteya Hevkarîya Hezên Siyasî Ata Baneyî, serokê Partîya Çep Lars Ohly, sekreterê Partîya Gel, Erik Ullenhaag, nunerê partîya Sosyal Demokratan û komîteya hevkarî bo kurd a Sosyal Demokratan, Claes Nordmark, Nunerê partîya Mederatan Rebuar Fredon, li ser navê malbatê şehîd kesek axaftin.

Merasîm bi muzîk û stranên kurdî dawî hat.


Xwepêşandina Helepçe 2008

20 saliya bîranîna Helepçê

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê di 20 saliya salvegera Helepçeyê de li Stockholm- Sergelstorgê xwepêşandinek li dar xist. Seroka FKKSê Aycan Şermin Bozarslan bi swêdî û kurdî axaft. Em exaftina wê li jêr çap dikin.

Li ser navê hevakriya hêzên kurd û Kurdisatnê li Swêdê Omer Soran Sindî, Siyasetmedarên Swêdî Serokê partiya çep (V) Lars Ohly, Ji partiya Sosyaldemokratan(s) Veronika Palm, ji Partiya gel(Fp) Fredrik Malm bêşdarî xwepêşandinê bûn û li ser navê partiya xwe gotar pêşkêşkirin.

Di xwepêşandinê de şanoya ku li ser helepçê hatibû amadekirin ji aliyê ciwanên kurd ve hat pêşkêşkirin, sekreterê FKKSê Dr. Erşad Maruf şiîr xwend, Diyar û heval Ibrahim stiriyan. Muzîka matemî hat lêxistin. Gelek kes bêşdarî xwe pêşandinê bûn, medyaya Swêdî alaqe nîşanî bîranîna Helepçê da û nûçeya wê belavkirin.
Program ji aliyê Tom ve hat pêşkêşkirin. Tom Månadens Stocklmare ye (zilamê mehane yê bijarte yê Stockkolmê)

Axaftvan di axaftinên xwe de li ser têkoşîna miletê kurd rawestiyan û gotin "Helepçe tevkujiyek li hember gelê kurd e û divê ev tevkujî bête qebûlkirin û 16 adarê bibe roja li hember çekên kîmyayî."



Xwepêşandina li hember rapora Baker-Hamilton


Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Komita Hevkarî li Swêdê, Însiyatîfa Kurd li Swêdê û Liqê Pêşmergedêrînekan di 16/12- 2006 an dê li Swêdê li ber Balyozxaneya Amerikayê xwepêşandanekê li dar xistin û nerîzabûna xwe li hember raporta Baker-Hamilton anîn zimên.

Nêzî 200 kesî bêşdarî xwepêşandinê bûn. Li ser navê komîteya amadekar Omer S. Sindî got ku ”Em wek kurdên Swêdê rapora ku ji alîyê gruba Xebatê ya Iraqê hatîyê amadekirin û bi navê rapora Baker/Hamilton tê binavkirin qebul nakin.

Ev rapora ku tê de piranî berjêwendîyên welatên derdora Iraqa Federal parastiya li dijî berjêwendîyê Kurdistana Federe û Gelênli Iraqa Federal dibînin. Em ji Amerîka û welatên hevkarê Amerîka daxwaz dikin ku ew li dijî destkeftîyê Kurd û gelê Iraqa Federal de tu guhertinan nekin.”
Xwepêşandin piştî dayîna daxwazname kurdan ji bo balyozxaneya Amerîka bi dawî hat.



Xwepêşandanek li hember kuştina Berpirsê giştî yê rojnameya Agosê
Hrant Dink

Di 23 01.2007ê de li Sergelstorgê li paytaxata Stockolmê li Swêdê xwepêşandanek li hember kuştina Berpirsê giştî yê rojnameya Agosê Hrant Dink hat lidarxistin.

Xwepêşandan ji aliyê 4 Federasyon; Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swdêdê, Federasyona Karger yên Tirk li Swêdê, federasyona Asûriyan û Federasyona Ermeniyan hat organîzekirin û nêzî 200 kes bêşdarî xwepêşandanê bûn. Bêşdarên xwepêşandanê gul danin ber rismê Hrant Dink û ji bona wî mûm vêxistin. Pankratên ku li ser "ez jî ermenî me, ez jî Hrank Dink im" hatibû nivîsandin di destê xwepêşandanan de hebûn. Li ser navê oraganizatorên xwepêşandanê gotarek muşterek hat xwendin.Di gotarê de li ser demokrat û mafperweriya Berpirsê Giştî yê rojnameya Agosê hat rawestandin û bûyer bi tundî hat şermezarkirin.

Berpirsê rojnameya Agosê Hrant Dink di 19ê Januarî 2007ê de li Stenbolê di orta rojê de hatibû kuştin. Li gorî rojnameyên Tirkiyeyê kujerê wî ku navê wî Ogun Samast e û 17 salî ye piştî du rojan hat girtin.Di 23. 01.2007ê de ji bona Hrant Dink li Stenbolê merasimek hat li darxistin û cenazeyê wî hat weşartin. Bi hezaran kes bêşdarî merasimê bûn.
Xwepêşandin li hember tehdîta êrişkariya ordiya tirkiyeyê
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS), Hevkariya hêzên siyasî yên Kurd û Kurdistanê li Swêdê û Insiyatifa Kurd li Swêdê xwpêşandinek di 28.10.2007ê de li paytaxta Swêdê li Stockholmê li dar xistin. Li gelek bajarên swêdê Uppsala, Gävle, Sandviken, Orebö, Västerås, Eskilstuna, Borlänge, Norrkoping, Jönköping, Södertölje kurd bêşdarî xwepêşandinê bûn. Bi hezaran kurd bi yek dengî bang kirin ew li dij in ku dewleta Tirkiyeyê têkeve axa azad a Kurdistanê.

Di xwepêşandanê de Seroka FKKS Aycan Şermîn Bozarslan axift, wê biryara parlamentoya Tirkîyeyê ku tezkere derxistibû ku seleheyiyet bidin ordiya Tirk ew êrîşî herêma Kurdistana Federe bike, şermezar kir û got ku tu carî ew êrîşên wûsa yên li dijî berjêvendîyên kurd û mirovatîye qebûl nakin.

Li ser navê Partiya Çep(V) serokê wê Lars Ohly, li ser navê Sosyaldemokratan(s) Inger Segelstrom, li ser navê Folkparteiet(Fp) Fredrik Malm, li ser navê Miljo Parteit (Mp)Rebar Hesen axaftin û li hember tehdîda dewleta Tirk derketin ku ew bikeve Kurdistana Iraqê û divê ew dev ji zimanê tehdîdkariyê berde û dest bi diyaloga dîplomasî û siyasî bike.
Kurdo Baksi spîkeriya xwepêşandinê kir, hunermendên Kurd, Çopî, Suzan, Pirşeng, Şevder, Raze Jam Hiphopa Kurdî bi dengên xwe yên xweş xwepêşandinê geş kirin.

Wek tê zanin Meclîsa Mezîn a Tirkiyeyê di 17ê Cotmeha 2007ê de destûrnameyek (tezkere) derxistibû ku selaheyet dide hukmeta Tirk da ew ordiyê xwe bişîne ser axa welatê me yê azad!

Xwepêşandin li hember êrişkariya ordiya Tirk li ser Kurdistana başûr
Di 2.03.2008 de li Stokholmê bi xwe pêşandinekê êrişkariya ordiya Tirk li ser Kurdistana başûr hat protestokirin. Xwepaşndin ji aliyê FKKS û Komîteya Hevkarî ya hêzên kurd û Kurdistanê ve hat organîzekirin.
Li gel ku ordiya tirk di 29ê Sibatê de ordiya xwe ji Kurdistana başûr veqşandibû; dîsa jî ji hezar kesî zêdetir însanên kurd û bi taybet jî ciwanên kurd di bin baran û berfê de dagirkeriya ordiya tirk şermezar kirin û piştgiriya xwe bi gelê û welatê xwe re anîn zimên. Li ser navê komîteyaya xwepêşandinê seroka FKKSê Aycan Şermin Bozarslan bi Swêdî axaft û Ahmed Kakekemî jî bi kurdî qise kir.
Herweha Sekreterê Partiya Gel(Fp) a Swedê Erik Ullenhaag û parlamentera Partiya Hawidor(Mp) Helena Nygren bi axaftinên xwe piştgiirya xwe bi gelê kurd re anîn zimên. Xwepêşandin ji aliyê Kurdo Baksî ve hat birêvebirin bi musik û govêndê dawî hat.






Çalakî


1. Di 3.06.2006ê de Komîteya Swêdê ya YNK 31 saliya damezirandina xwe pîroz kir. Li ser navê FKKSê Şermîn Bozarslan, Selam Cizîrî, Medya Hessen, Kerîm Suleyman, Armanc Hessen bêşdar bûn. Mesaja FKKSê hat xwendin.

2. Di 5.06.2006ê de Nûnertiya Hukmeta Herêma Kurdistanê li Bakurê Ewrûpayê bi munasebeta bûyîna Taha Berwarî yê Wezîrê Spor û Ciwanan li Stockolmê di avahiya hûkmeta Herêma Kurdistanê de aghengek dar xist. Li ser navê FKKSê Ş. Bozarslan, S. Cizîrî, M. Hessen, A. Hessen bêşdarî ahengê bûn.

3. Di 24-25.06.2006ê de E. Marûf, S. Cizîrî, û A. Zend serdana Komeleya Salmezinan kirin. Ji ji bo çareserkirina hin pirs û alikara wan bi wan re goftûgo kirin.

4. Di 24.06.2006ê de YNK Komîteya Swêdê ji bo hilbijartina Kosret Alî Resûl yê cigirî Serokê Herêma Kurdisatnê şevagehngek li Stockholmê li dar xist. E. Marûf, S. Cizîrî û A. Zend bêşdarî şevagehengê bûn. Û mesaja FKKSê hat xwendin.

5. Di navbera 18.07-2006-18.08.2006ê de komîteyek ji FKKSê ku ji E. Marûf, S. Cizîrî û Mehmed Selim Uzun (rewisorê FKKSê yê berê) pêkhatibû ji bo projeya ”Navenda Malbatî û Neheqiya li hember jinan ” çûn Kurdistana başûr û li Ser Singê projeyê tanzîm kirin û beşa yekem a vê projeyê dawî anîn. Di vê serlêdanê de bi gelek dezgehên alaqeder re hevdîtin li dar xistin.

6. Di 19/8 2006ê de PDK liqê Swêd ji bo munasebat 60 saliya damezirandina xwe şevek li Stockholm Solna Hallenê pêk anî.Li ser navê FKKSê Maruf Erşad û Selam Cizîrî, L. Ertaş, Kerim Suleyman, M. Hessen bêşdar bûn. Sekreterê FKKSê E. Maruf beyana FKKSê di şevê de xwend.

7. Di 20.08.2006ê de Sekreterê FKKSê Erşad Marûf ji bo 60 saliya PDK û 60 saliya jidayikbûna Mesûd Barzanî jê re mesajek pîrozbayiyê şand.

8. FKKS, di xebata hazirîya amadekirina festîvala Rojhilatanavîn de beşdarî kir. Li gor daxwaza FKKS, amadekar, wek hunermnedê kurd Sivan Perwer dawetî vê festîvalê bû. Sivan Perwer, di 1/9 –2006ê de konserekî ji bo hevwelatîyên xwe û swêdiyan da.

9. Di 9.09. 2006ê de FKKSê li ser daxistina Alaya Bassiyan li Kurdistanê û hilandina Alaya Kurdistanê daxuyaniyek derxist. Di daxuyaniyê de piştgiriya wê biryara serokê Herêma Kurdistanê hat kirin ku ew li Kurdistanê alaya Baasiyan daxistibû û Alaya Kurdistanê hildabû. Herweha ev daxuyani bi herdu zaravan ji Serokê Herêma Kurdistanê re hat şandin.


10. Di 9.09 2006ê de FKKS li ABF panelek di gel namzetên kurd û Swêdî bi minasebeta hilbijartina Swêdê ku di 18.09.2006ê de pêk bê, amade kir. Ş. Bozarslan û Erşad Maruf bêşdarî panelê bûn û panelê birêvebirin. Babeta panelê integrasyon û civata pirrkulturî herweha polîtikaya partîyan li ser pirsa kurd bû. Di panelê de parlamentera Yekitiya Ewrûpa û endama komîteya gistî ya Sosyaldemokratan Inger Segelström(s), serokê rêxistina ciwanên Lîberal Fredrik Malm (fp), parlamenter û endama komîteya derwe Berivan Öngorur, sekretera siyasî ji (vp), endamê meclîsa hêrema Spånga Rebwar Hasan besdarî kirin.Di besa kurdî de; Aso Zend (mp), Rebwar Freedom, Tara (s), Mujde Rasid (v) beşdar bûn. FKKS , di malpera xwe de kandîtên kurd ji bo raya giştî da nasandin û ji hevwelatîyan daxwaz kir ku di hilbijartinê de beşdar bibin. FKKS, her weha di malpera xwe de xebat û çalakîyên partî, parlamenter, siyasetmedarên swêdî di derheqa pirsa kurd de, da nasandin.

11. FKKS ji bo salvegera 20 emîn a DO di 16.11. 2006ê de hatibû dawet kirin. Sermin Bozarslan, Kovan Amedî, Selam Cizirî û Dr. Astî ( mêvan) di vê rojê de besdarî kirin. Wezirê entegrasyonê, hin nûnerên dezgehên swêdî di vê rojê de axaftin kirin. Seroka FKKS Sermin Bozarslan jî axaftin kir û dîtin û daxwazên FKKS li ser xebatên li dij cewazî kir.


12. Di 12/9 2006 an de Komîteya Karger bi minasebeta dawîanîna xebata dosta gelê kurd û parlamentera (v) Ulla Hoffmann li parlamentoyê, serdana wê kirin û ji bo xebatên wê ya di parlamentoya Swêd de ku ji bo pistgiriya gelê kurd kiribû, spasîya wê kirin. Çend berhemên jinên kurd jê re wek diyarî pêskês kir.

13. Seroka FKKS Sermin Bozarslan wek seroka SIOS di programa vekirina parlamentoya Swêd hatibü wexwendin. Ew di 3/10 2006 an de li parlamentoya Swêd beşdarî vê programê kir. Bi şev jî di konserta ku ji ber vê yekê hatibû amadekirin de besdarî kir.

14. Di 3/10 2006 an de seroka FKKS Ş. Bozarslan beşdarî kongreya Qandîl bû ku li Armê museum pêk hat.

15. Di 11/10 2006ê de Seroka FKKS,li parlamentoya Swêd di civîna komîteya pistgîriya mafên mirovî li Tirkiyê de bêşdar bû. Ev komîte, bi piranî ji parlamenterên Swêdî pêk hatiye. FKKS û Federasyona Asûriyan wek endamên çavder di vê komîteyê de cï girtin. Di plana xebatê vê komîtê de amadekirina konferans, daxûyanî, hevditîn û hwd hene. Di 31/ 01. 2007 li parlamentoya Swêd konferansekî li ser pirsa mafên mirovî li Tirkiye çêdibe.

16. Seroka FKKS, di eynî wextê de wek seroka SIOS kar dike û ew di hemû civîn û calakîyên SIOS de beşdarî dike. Ji bo agahdarîya zêdetir mirov dikare li protokolên SIOS binêre. Di mehê de du civînên komîteya birêvebir a SIOS çêdibin. Di mehê de carek jî civînên giştî çêdibin. Di 6/10 2006ê de Sermîn Bozarslan, li Malmö digel Folksam li ser sîgortayên giştî ji bo grûbên biyanî, civînekî li dar xist herweha dîsa li Malmö digel Folksam bi cend komeleyên biyanî di civïnekî de beşdarï kir. Seroka Federasyonê dîsa di 24/11-2007 de bi navê SIOS li Malmö dê besdarîya rojên mafê mirovî bike. Di panelekî li ser navê federasyonên biyanî de beşdarî bike.

17. Di 14 û 15 .10. 2006ê de FKKS beşdarê dialogkonferens ku ji aliyê integrationsverket re hatibû amadekirin, bû. Di vê konferansê de Sermîn Bozarslan û Selam Cizïrî her du roj amde bûn. Di konferansê de guftûgo li ser sertên alîkarî û pêşêrojê hat kirin.

18. Di 14/10 an de Insîyatîva Kurd li Swêdê li lokala FKKS kongreya xwe pêk anî. Li ser navê FKKS Sermîn Bozarslan û Selam Cizïrî di vê kongreyê de beşdarî kirin. Peyama FKKS pêşkêş kirin.

19. Di 19.11. 2006ê de FKKSê li Stockholmê li gel çend huqûqnasên Kurd li reşnivîsa destûra Kurdistanê panelek hat li darxistin. Ş. Bozarslan, P. Tuwana, S. Cizîrî, Q. Qehremanî bêşdar bûn.



20. Di 3.12.2006ê de ji bo 22 saliya koçkirina şaîr û nivîskarê Kurd Cegerxwîn (1903-22.10. 1984) civînek bîraninê ji aliyê Federasyona Komleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) li Stockholm-Kista treff hat lidarxistin. Gellek kesayetî, nûnerên rêxistinên kurd beşdarîya bîranîna şaîrê mezin Cegerxwîn bûn. Di panelê de Lekolînger Rohat Alakom, Serokê Federasyonê ya yekemîn Salîh înce, parezger Osman osman beşdarî kirin. Herweha di vê bîranîne de filimek li ser jiyana Cegerxwîn ku ji alîyê FKKS hatibû amadekirin hat nîşandan.

21. Di 7.12. 2006ê de şanda FKKSê bi seroktiya Şermin Bozarslan û endamên KK yên FKKSê Pirşeng Tiwana, Selam Cizîrî û Kovan Amedî pêkhatî bi Wezîra Integrasyon û Demokratî ya Swêdê Nyamkî Sabunî re hevdîtinek li dar xistin. Di hevdîtinê de Wezîra Integrasyon û Demokratî Sabûnî di derbarê polîtika wezareta xwe de agahdarî da, şanda FKKSê jî li ser rewşa kurdên swêdê agadarî dan wê.



22. Di 9.12.2006ê de. SIOS (Samarbetorgan För Etniska Organisationer I Sverige) Rexistina ku ji 16 Federasyonê Komaleyên biyanî yên li Swêd pêk te, di bin serokatîya Federasyona Komaleyên Kurdistanê li Swêdê Aycan Şermîn Bozarslan) li Hotel Arkadia civînek pêk anî Seroka FKKS Aycan Şermîn Bozarslan di heman demê de seroka SIOSê ye jî. Wê di vekirina civînê de li girîngîya niqaşkirina pirsegirêken biyanîyan di civaka Swêd de sekinî Bozarslan got ku ji çareserkirin û pêşxistina civaka Swêdî û biyanîyên Swêdî pêwîstiyaa hemî alîyên civakê bi avakî pozîtîf nezîkî hevdu bibin û li ser pirsgirêke xwe rawestin. Di civîna SIOSê de hin sazîyên Swêdî yên fermî jî pêşdar bûn û agahîyên xwe yê hiqûqî di derbarî cewazîya ku di civakê de te kirin ji bo biyanî û jina anîn ziman. Li ser navê FKKSê P. Tuwana, K. Amedî û K. Suleyman, Seyran Duran, C. Bamernî û Rûken Misto bêşdarî civînê bûn.


23. Di 10/12 .2006ê de Komeleya Kurd li Uppsala kongreya xwe salanê pêk anî. Di kongreyê de rapora xebatê, rapora malî û rapora revîsor hat xwendin. Piştî pesinandina xebatê ya komïteya karger a berê û munaqeşeyên li ser raporê komîteyeka nû hat hilbijartin. Li ser navê FKKS endamên KK Sermîn Bozarslan, Pirshang Twana, Selam Ciziri û Kerim Suleyman besdarî bûn. Federasyona Komeleyên Kurdîstanê li Swêdê ji komïteya nû re serkeftin dixwaze.

24. Hevditîna FKKSê di gel Rêxistina Ezîdiyên Kurdistanê Sandeyeka FKKS di 10/12. 2006ê de digel rêxistina kurdên êzîdî li Borlänge hevditînekî li ser xebatên hevkarî pêkanîn. Şandeya FKKS ji Sermîn Bozarslan, Selam Ciziri, Pirshang Twana, Kerim Suleyman, Cuma Berwarî û berpirsê hêrem Niyaz Ahmed, berpirsê komela kurd li Borlänge Azad erdem pêk hatî di gel rêxistina Ezîdiyên Kurdistanê li ser hevkarî û xebatên hevbeş li ser bicîanîna maddeya140 li destûra Iraq guftûgo kirin. Her du alî jî girîngiya cîbecîkirina ev meddeya destûrê ji bo xelkê Kurdîstanê, kurdên Ezîdî û runiştwanên dewerê anîn zimên û çend pêçnîyar ji bo xebatên hevbes dîyar kirin. FKKS piştgirîya xwe ji bo daxwazên kurdên Ezîdî li Borlänge dîyar kir û ji wan re serkeftin xwest.

25. Di meha 12.12.2006ê de serokê rêxistina me ya hevkar ji bo projeya ”Navenda Malbatan li Amedye” Dr. Astî ji bo 3 heftê hat Swêdê. Ew li Swêdê cû serdana centera malbatan, dibistan, baxceya sawan , nexwesxane, dezgeha ciwanan. Digel nûner û karmendên van dezgehan li ser xebatên wan guftûgo kir.

26. Di 14.12 2006 ê de Sermin Bozarslan, Selam Cizirî, Lokman Ertas, Omer Sindî di kongreya salmezin û kêmendam de besdarî kirin. Kongreyê birêvebirin. Di kongreyê de K.K kevn ji berpirsiyarî hat azad kirin, Rapporta revîsor, aborî hat xwendin û pesinandin. K.K a nû hat hilbijartin.

27. Komita Hevkarî li Swêdê, Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Însiyatîfa Kurd li Swêdê û Liqê Pêşmergedêrînekan di 16/12- 2006 an dê li Swêdê li ber Balyozxaneya Amerikayê xwepêşandanekê li dar xistin û nerîzabûna xwe li hember raporta Baker-Hamilton anîn zimên. Nêzî 200 kesî bêşdarî xwepêşandinê bûn. Li ser navê komîteya amadekar Omer S. Sindî got ku ”Em wek kurdên Swêdê rapora ku ji alîyê gruba Xebatê ya Iraqê hatîyê amadekirin û bi navê rapora Baker/Hamilton tê binavkirin qebul nakin. Ev rapora ku tê de piranî berjêwendîyên welatên derdora Iraqa Federal parastiya li dijî berjêwendîyê Kurdistana Federe û Gelên li Iraqa Federal dibînin. Em ji Amerîka û welatên hevkarê Amerîka daxwaz dikin ku ew li dijî destkeftîyê Kurd û gelê Iraqa Federal de tu guhertinan nekin.”
Xwepêşandin piştî dayîna daxwazname kurdan ji bo balyozxaneya Amerîka bi dawî hat.

28. Di 6.01.2007ê de Kongreya damezrandina Federasyona Komelên Kurdî li Norwec (FKKN) li bajarê Oslo hate kirin.Di Kongrê de nûnerên piranîya Komelên kurdî, mirovên bê layan, wekî mêvan û piştgirekî xurt, sekreterê Federasyona Komelên Kurdî li Swêdê Maroof Ershad û endamên Komîteya Hevkarî li Norwec beşdarbun.Damezrandina FKKN, projeyek bû bo bersivdana yekgirtina Komelên Kurdî û yekdengîya wan li Norwec. Berî 14 sala li Norwec Federasyon hatibu damezrandin. Lê mixabin ji ber hinek pirsgirêkên ew Federasyon gelekî dom nekir.


29. Semînera Encumeniya Nistimaniya Kurdistana Rojava ku serokê wê Prof. Şêrko Abbas e di 14.01.2007ê de li Stockholmê hat li dar xistin. Semîner ji aliyê seroka FKKSê Şermîn Bozarslan ve hat vekirin. Wê di axaftina xwe de got ku îro rejimên ku Kurdistanê xistine bin destê xwe bi taybet Iran û Sûriye di hedefa Amerikayê de ne û divê kurd siyaseta wilo bi hostayî bimeşînin ku çawa karibin ji Amerikayê sûd werbigrin. Serokê Encumaniya Niştimaniya Kurdistana Sûriyeyê Prof. Şêrko Abbas jî di axaftina xwe de anî zimên ku Amerika dixwaze rejimên totaliter û terorist li herêmê bên guhartin û di vê guhartinê de rola kurdan jî ciyekî girîng û berçav digre. Semîner bi dîtin û pirsên guhdarvanan temam bû.

30. Di 23 01.2007ê de li Sergelstorgê li paytaxata Stockolmê li Swêdê xwepêşandanek li hember kuştina Berpirsê giştî yê rojnameya Agosê Hrant Dink hat lidarxistin. Xwepêşandan ji aliyê 4 Federasyon; Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swdêdê, Federasyona Karger yên Tirk li Swêdê, federasyona Asûriyan û Federasyona Ermeniyan hat organîzekirin û nêzî 200 kes bêşdarî xwepêşandanê bûn. Bêşdarên xwepêşandanê gul danin ber rismê Hrant Dink û ji bona wî mûm vêxistin.

31. Di 25.01. 2007ê de galayekî kurdî ji aliyê KRG hat amdekirin. Di vê galayê de swêdî û kurd besdarî kirin. Ji kurd û swêdîyên ku xebat ji bo kurdan kirine re xelat hat dayîn.Özz Nûjen wek kurdê salê hat hilbijartin. Li ser navê FKKS Selam Cizirî û Sermîn Bozarslan di vê galayê de besdarî kirin.

32. Mahkûmkirina 18 meh ceza ji bo abûqat û siyasetmedarê Kurd-Swêdî Ibrahim Guclu. Di 24.01.2007ê de Mehkemaya Ceza a Diyarbekirê di doza buyara gundiyên Ozalpê de li gor xala 301 ya qanûna Cezayê 18 meh ceza da siyasetmedar û abuqatê kurd-Swedê Îbrahîm Guclu. FKKS bi daxûyaniyekî ev tist sermezar kir.

33. Federasyona Ermenîyan, bi hevkarîya Federasyona Asûriyan û bi piştgiriya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê roja Şemî 27/01.2007ê saet 15.00 li Sergelstorg manifestoyekê amade kir.FKKS di rojekî weha de pistgiriya dostên xwe ermenîyan girîng dît! Li ser navê FKKS Sermîn Bozarslan, Qasim Qehramanî digel jimareyeke ne zêde Kurd besdarî kirin. Seroka FKKS jî yek ji axaftvanên vê manîfestoyê bû.

34. Di 29.01.2007ê de FKKS ji bo besdarîya pîrozbahîya 50 saliya serokê partiya cep Lars Ohly hatibû dawet kirin. Sermîn Bozarslan, Qasim Qahremanî, Kovan Amedî di vê pîrozbahîyê de besdarî bûn. Ji Ohly re dîyarîya FKKS pêskês kirin. Ji bo pistgiriya wi bo FKKS û pirsa kurd spasîya wî kirin.

35. Di.1.02.2007ê de Seroka FKKS Sermin Bozarslan, di du programen TÎJK tv li ser pirsên penaber, entegrasyon û kocberîyê de besdarî kir .

36. FKKS ji bo behiya Prof.Şakirê Xudo Mihoyî di 11.02.2007 ê de li avahiya FKKSê civînek li dar xist. Serokê navenda Lêkolînên Kurdî li Moskovayê Prof. Şakirê Xudo Mihoyan di 1ê Sibata 2007ê de li Moskovayê jiyana xwe ji dest dabû.



37. Di şîna Birêvebirê Kitêbxane Nedim Dagdeviren de, ji FKKS Sermin Bozarslan, Maroof Ershad, Selam Cizirî, Qasim Qehramanî beşdar bûn. Nedim Dagdeviren di 2.03.2007ê de li Stockholm li Nexweşxaneya Enskede Dalen de ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da û ew 54 salî bû.


38. Di 11.03 2007ê de li lokala ABF, Komîteya Hevkarîya Hêzên Siyasî, merasîmekî ji bo bibîranîna Barzanîyê nemir amade kirin. Di vê merasîmê de delegasyonek ji FKKS beşdarî kirin. Li ser navê FKKS seroka FKKS Şermîn Bozarslan axaftinekî kir û girîngîya xebatê Barzanîyê nemir bo hemû kurdan û serkeftinên îroyîn anî zimên.

39. 17.03. 2007ê de Sermîn Bozarslan li ser navê SIOS beşdarî di kongreya Partiya Sosyal Demokratan li Stockholm kongresshallen bû.

40. Di 20/3 2007ê de li Tensta, Eggebygård, programek bo pêxistina agirê Newroz, ji alîyê komeleya Spånga bi hevkarîya FKKS hat amade kirin. Di programa şevê de, ji bilî pêxistina agirê Newroz, muzîk û stranên kurdî hatin pêşkêş kirin. Bi sedan hevwelatî di programa pêxistina agirê Newrozê de beşdarî kirin. Di programên Newrozên îsalîn de gellek ciwanên kurd bi qirseyî beşdarî kirin. Seroka FKKS besdarî kir û Newroza besdaran pîroz kir.

41. Di 23.03 2007ê de Kongreya Federasyona Asuriyan: Seroka FKKSê Aycan Şermin Bozarslan li ser navê SIOS besdarî kir û peyam xwend.

42. Di 1.04 2007ê de civîna damezrandina Platforma dê û Bavên kurd: Li ser banga seroka FKKS Sermîn Bozarslan dê û bavên kurd, Mamosteyên kurd seroka YJK û hin endamên K.K a FKKS li lokala FKKS civîyan. Besdarên platformê pêwistiya alîkariya zarok û ciwanên kurd kirin.Komîteya Platforma kurd: Sermin Bozarslan, Seyran Duran, Chiavan Bamerni, Lutfu Baksi, Lokman Ertas, Pirshang Twana, Hevî Sabri (alîkar).Di destê komîteyê de dê lîsteya pisporan hebe û dema hawce be, dê û bav an jî ciwanan kurd dê karibin digel pisporekî sosyolog, pedagog, psikolog, hûquknas) bi riya endamên komîte têkilî deynin.


43. Di 1.04.2007ê de Seroka FKKSê Şermîn Bozarslan beşdarî pîrozbayiya du saliya Netkurdê bû. Pîrozbayiya Netkurdê li Stockholm, Kalhellê bi şevahengek hat pîroz kirin û mêvanên dawetkirî bêşdarî pîrozbayiyê bûn.

44. Di 7.04, 2007ê de Kongreya Komeleya kurd li Gävle li dar ket. Şermin Bozarslan, Selam Cizirî, Cuma Berwarî û Niaz Ahmed li ser navê FKKS besdariya kongreya Gävle bûn. Sermin Bozarslan peyama FKKS pêşkêş kir.

45. Di 9.04. 2007ê de Civîna Komîteya dê û bavan li Komela Salmezinan çêbû. Sermîn Bozarslan, Seyran Duran, Lutfu Baksi, Lokman Ertas, Hevî Sabri, Ihsan Sener bêşdar bûn.

46. Di 24.04 2007ê de civîna komîteya Waqfa kitêbxanaya kurdî çêbû, Sermin Bozarslan (cigîra serok li Waqfa kitêbxanaya kurdî) beşdariya civîna komîteya waqfê kir. Di vê civînê de krîter ji bo tayînkirina serokê kîtêbxanê hat tesbît kirin.

47. Di 29.04. 2007ê de civîna tayînkirina birêvebirê Kitêbxaneya kurd çêbû. Sermïn Bozarslan wek cigïra serokê wakfa kitêbxaneya kurd besdarî kir. Di vê civînê de digel kandît ên birêvebiriya kîtêbxaneya kurd hevpeyvîn hatin kirin. Di dawîyê de Newzad Hirori wek birêvenirê kitêbxane hat tayîn kirin

48. Sermîn Bozarslan di 30.04.2007ê de digel social borgarråd Ulf Christersson besdariya programa nûce ya Kanal 4 kir û li ser pirsa naveroka kursa ziman ji bo biyaniyan ditînê xwe diyar kir. SVD jî li ser eynî babet digel seroka Federasyon hevpeyvin kir.


49. Di 1.05. 2007ê de Seroka FKKSê Şermin Bozarslan li ser kuştina keça kurd Dua -ku kêçeka Êzîdî bû û li başûrê welêt bi lînckirinê hatibû kuştin- li programa Tv 4 a nûceyan de bi zîndî de besdarî bû, bersiva pirsan da û ditîna xwe diyar kir.

50. Di 6.05.2007ê de Seyran Duran, Maooruf Ershad, Selam Ciziri, Aso Zend û Sermîn Bozarslan besdarî seminera li ser nationalisma kurdû siddet li hember jinan ku li Stockholm ABF lidarket, bûn. Li ser îddiayên bê bingeh a semînervan Amir Hasanpoor axaftin.

51. Di 6.05. 2007 endamên K.K besdarî konferansa Enfal ku ji aliyê Konferansa partiya Cep ve hatibû organîze kirin, bûn. Federasyon pistgiriya xwe ji bo vê konferanse diyar kir.Daxwaz kir ku kampanja enfal wek gelkûjî bête qebûlkirin.

52. Di 10/5 2007 an de li meclîsa Swêd, FKKS bo parlamenteran li ser rewşa kurdên bakûr civîna agahdarîyê amade kir. Ji FKKS, Şermîn Bozarslan û Maroof Ershad beşdariya civînê kirin. Di vê civînê de rojnamevan Esref Okumuş li ser rewşa kurdên bakûr û rewşa sîyasî ya dawî agahdarî da ji bo endamên parlamenterên Komîteya Swêdî bo mafên mirovî li Tirkiyê. Şermîn Bozarslan jî li ser FKKS agahdarî da.

53. Di 11.05.2007ê de Civîna agahdarî li ser försäkring/têmina definkirina cenaze li lokala FKKSê çêbû. Sermin Bozarslan, Selam Cizirî digel karmende Folksam besdarî kirin.

54. Di 12/5 2007 an de li bajarê Borås civîna herema 3 û 4 hat li dar xistin. Di vê civînê de nûnerên komeleyên endamên her du herêman, berpirsên herêm Awara Ibrahim, Adil Duhokî û ji FKKS Sermîn Bozarslan, Maroof Ershad, Pirshang Twana, Kerim Suleyman beşdarî kirin. Di vê civîna hevbeş de li ser xebata FKKS û komeleyên endam agahdarî hat dayîn û ji bo xebatên pêş pêşniyar hat kirin.

55. Di 15.05.2007ê de Platforma dê û bavên kurd di civîna babeta perwerdekirina zarokan û pirsên kul di navbera du kulturan de derdikevin hole minaqese kirin. Ji FKKS Sermin Bozarslan, Selam Cizirî, Kerim Suleyman, Lokman Ertas, Seroka YJK Seyran Duran Besdarî kirin. Biryar hat sendin kul i pey havînê civînên dê û bavan bi babetên curbecur di mehê de carek li ABF bên amadekirin.

56. Di 25/5 2007 seroka FKKs û sekreterê FKKS Maroof Ershad besdarîya programa nasandina ferhenga Lexîn ya bi soranî li dezgeha pêstabirine dibîstanan kirin, Pîrozbahîya FKKS gîhandin bo xebatkarên amadekirina Ferhenga bi soranî.

57. Li ser navê FKKS, Selam Cizirî di civîna ABF Stockholm de beşdarî kir û di vê civînê de ji bo endametiya komîteya birêvebir a ABF hat destnîşankirin.

58. Di 25/5 2007 an de li ser daweta Folksam, Sermîn Bozarslan, Maroof Ershad, Selam Cizirî û Lokman Ertas di programa salvegera 2 saliya lokala Folksam li Farsta beşdarî kirin.

59. Di 25/5 2007 an Şermîn Bozarslan û Selam Cizîrî li ser meşandina xebata fonda cenazê digel karmendê Folksam Bijan Shafiei civîyan



60. Di 26.05.2007ê de Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) û Hevkariya Hêzên Kurd û Kurdistanî li Swêdê(HEVKARÎ) li Stockholmê Kista Treffê qetlîama Şengalê ku li dijî kurdên Êzîdî qewimibû û di qetlîamê de zêdetir 800 kesî jiyana xwe ji dest dabû û nêzî 500 kesî jî birîndar bibûn bi civînekê şermezar kir û piştgiriya xwe ji kurdên Êzîdî re diyarkirin.

61. Seroka FKKS Sermîn Bozarslan du sal in ku , endama delegesyona wezerata civakî ya wezerata civakî û tendûristîye. Delegasyon di salê de çend car di serokatîya wezîrê civakî û tendûristî de dicive. Sermîn Bozarslan, di civîna 28/5 2007 an de beşdarî kir. Civîn ji alîyê wezîra civakî û tendûristî hat birêvebirin. Di vê civînê de nûnerên hin rêxistinên sivîl yên endam beşdarî kirin û li ser pirsa bêkarîyê û riyên çareserîyê ditînên xwe dîyar kirin.

62. Di 1/6 2007 an de, Şermîn Bozarslan, Lokman Ertaş li lokala buroya vegera welat li Stockholm, digel Emina Krzovic û Ove Rådberg civîya. Di vê civînê de li ser pirsa maaşa teqawutîyê bo salmezinên kurd û projeyên hevbeş hat sekinandin.

63. Di 2/6 2007 li ABF YNK Swêd bi minasebeta 32 salîya salvegera partîya xwe programa pîrozbahîyê amade kir. Di vê programê de Seroka FKKS Sermîn Bozarslan,û sekreterê FKKS Maroof Ershad, berpirsîyarê aborî Selam Cizirî, endamê K.G serdar Dzayi beşdarî kirin. Peyama FKKS ji alîyê Maroof Ershad ve hat xwendin.

64. Di 10/6 2007 an de bi minasebeta dest bi kar kirina berpirsiyarê nû ya Kîtêbxaneya kurdî ji bo dezgehên kurdî programek hatibû amade kirin. Sermîn Bozarslan, Selam Cizirî û Lokman Ertas di vê programê de besdarî kirin.

65. Di 19.06. 2007ê de digel nûnera projeya Elmanî ji Kurdistanê û rêxistinê wana hevkar ji Swêdê li lokala FKKS civîna agahdarîyê pêkhat. Ev proje, li Kurdîstanê ye û alîkarîya kesên ku bi daxwazên xwe vegerîyane welat dikin. Di vê civînê de; Selam Cizirî, Sermîn Bozarslan, Ata Baneyî, Qasim Qahremanî besdarî kirin.

66. Di 26/6 2007 an de seroka FKKS di civîna Wezareta Penaberan ji bo hevdîtin digel cend rêxistinên mezin kir. Di vê hevdîtinê de, wezîrê penaberî Tobias Billström li ser polîtîkaya wezaretê xwe di derbarê prosesa penaberî agahdarî da. Ew dîyar kir ku dixwazin di rojên pês de karmênd ji derwayî welat bigrin, proceya biryardayînê bo muracaata penaberan kin bikin. Di nav 3 mehan de ji muracaata penaberan re bersivê bidin.Sermîn diyar kir ku kollektîv biryar dayîn bo muracaatên penaberên ku ji basûr û Bakûrê Kurdîstanê tên ne rast e, rewsa kesan û hin hêreman dikare pirr guhertî be.Li Tirkiye di dema dawîyê de rewsa kurdan dijwartir bûye. Herweha anî zimên kesên ku li ser penaberî biryarê didin divê ji rewsa aktuel agahdar bin, siroveyên xwe de hin taybetmendîyên hêreman û rewsa kesan bibînin. Sermîn pirsiyar di derheqa helwesta wezaretê li ser kesên ku ji wan re derketîn hatine û bi nehînî li Swêd dimînin, rewsa penaberên kurdên Rojhilat li Tirkiyê, penaberên ku li Surîye û li Urdune dimînin kir.Wezîr, ji rewsa wan agahdar e. Girîng e merîv di van welatan de ji wan re bibe alîkar û ji bo careserîya pirsên wan digel welatên dî hevkarî bike. Helwestê wan wekî dî niha ne amade ye.

67. Li pey bûyera teqîna bombê ku di 16.07.2007ê de li Kerkukê qewimî ajansên nûceyan digel seroka FKKS hevpeyvîn kirin. Seroka FKKS vê bûyerê mehkûm kir, maksadên terorîstan dîyar kir. Rojnameya Dagens Nyheter beşek ji vê hevpeyvînê dan.

68. Di 21/7 2007an de li Skärhomen bîranîna Dr Qasimlo pêk hat. Li ser daweta Hizbî Demoqrata Kurdistan/Iran FKKS di vê programa bîranînê de besdarî kir. Sermîn Bozarslan, Selam Cizirî û Mamoste Kerîm li ser navê FKKS besdar bûn. Seroka FKKS gotara FKKS pêşkêş kir.

69. Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Aycan Şermîn Bozarslan ji aliyê Meclisa(Riksdagen) Swêdê hatiye vexwendin ku ew bêşdarî sermoniya vekirina Meclîsê bibe. Ew ê bi cilê kurdî di vekirînê de cî bistîne.
Di 18ê Îlonê de di seat 14:00 de Kralê Swdêdê Carl Gustaf XVI civîna Meclisê(Riksdagan) a 2007/2008ê vedike.

70. Doza hewildana “Meşa Dîyarbekir-Xabûrê” di 16.10.2007ê de qedîya û sê siyasetmedarên kurd ku ji wan Ibrahim Guçlu û Zeynel Abidin Ozalp hevwelatiyê Swêdê ne jî bi cezayê salekê ve hatin cezakirin. Sîyasetmedarên kurd Îbrahîm Guçlu, Zeynel Abidîn Ozalp û Sedat Çinarî di Gulana 2006ê de li dijî operasyona artêşa tirk derketibûn û hersêyan xwastibûn ji bo vê yekê ji Dîyarbekirê heta Xabûrê bimeşin.

71. Di roja 15.11.2007an de li Parlamena Swêdê de civîna Komîteya Mafê Mirovî li Tirkîyê ku ji Parlamenên Swêdî ji partîyên cuda pêkhatîye çê bû. Federasyona Komeleyên Kurdistanê FKKS, Federasyona Ermenîyan û Federasyona Asûrîyan jî di vê Komîteyê de wek berendam in. Di civîna 15ê meha 11an de rojnamevanên Kurd Eşref Okumuş wek axaftevan beşdar bû. Ji FKKSê jî seroka Federaosyonê Şermîn Bozarslan, redaktorê kovara Berbangê Kovan Amedî, berpirsê aborîya FKKSê Selam Cizîrî beşdar bûn. Di civînê de sekreterê wezareta Derva ya Swêd Peder Spångberg jî amade bû. Civîn ji alîyê parlamenter Anne Lundvigsson ve hate birêvebirin.

72. Komela Salmezinan ji bo endamên xwe yên ku di 1.07.2007ê de wek roja ji dayikbûna wan hatiye qeyt kirin sahîyekî amade kir. Li ser navê FKKS Sermîn Bozarslan, Selam Cizirî û Lokman Ertas di vê sahîyê de besdarî kirin. Ji endamên komelê re gul dan û rojbûna wan pîrozkirin.

73. Komîteya Hevbeş a Kurd li Swêdê ku ji Hevkarî û ÎKS û FKKSê pêk tê, di 16.01.2008 de li Stockholmê bi Sekretera Giştî ya Partîya Sosyal - Demokrat a Swêdê Marita Ulvskog re hevdîtinek pêk anî. Şandeya Kurd, di vê hevdîtinê de rewşa kurdên li her çar perçeyên Kurdistanê anî zimên û li ser bûyerên ku li herêmê pêk tên rawestîyan. Komîteya Hevbeş a Kurd li Swêdê ku ji Hevkarî û ÎKS û FKKSê pêk tê, di 16.01.2008 de li Stockholmê bi Sekretera Giştî ya Partîya Sosyal - Demokrat a Swêdê Marita Ulvskog re hevdîtinek pêk anî. Şandeya Kurd, di vê hevdîtinê de rewşa kurdên li her çar perçeyên Kurdistanê anî zimên û li ser bûyerên ku li herêmê pêk tên rawestîyan. Şandeya Kurd ji A. Şermîn Bozarslan, Azîz Aliş, Arî Şêx Nûrî, Kemal Nawdar, Azad Cigerxwîn, Şefîk Kaya, Qasim Qehremanî û Selam Cizîrî ve pêk hatibû.

74. Di 26 01. 2008ê de endamê KK û berpirsê malî Selam Ciziri li Stockholm Solna hallenê bêşdarî şeva 62 saliya damezrandina komara Mehabadê bû û peyama FKKSê xwend.

75. Şandeya Komîteya Hevbeş (Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê,Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û ÎKS) bi sekreterê Partiya Gel ya Swêdê re di 19.02.2008 an de li parlamentoya Swêdê de hevditînek pêkanî. Şandeya Komîteya Hevbeş, Şefîk Kaya, Arî Şêx Nûrî, Selahedîn Salih, Selam Cizîrî û Ehmed Elîpûr digel sekreterê Partiyê Erik Ullenhag civîyan.


76. Di 23.02.2008 de FKKSê tevî 20 dezgehên demokratîk yên Kurdistanî, ku li seranserê Ewrupayê kar û xebatên xwe dimeşînin, nameyeke ji bo Wezîrên Karêderve yên welatên Ewrupî şandin. Di nameyê da ji wezîran daxwaz tê kirin, ku zext li ser hukumeta Tirkiyê bê kirin, da ku operasyona bejayî ya Başûrê Kurdistanê rawestîne.

77. Di 26.02.2008 ê de Komîteya Hevbeş êrîşa Tirkiyê ya li ser Başûrê Kurdistanê bi tundî protesto, şermezar û rûreş kir

78. Seroka FKKS di 5.03 2008ê de li ABF di panela komeleya Sosyaldemokrat EPS li ser endametiya Tirkiye bo Ewrûpa de wek panelîst beşdarî kir. Di vê panelê de ji Federasyona Ermeniyan Vahagn Avedian û ji Federasyona Asuriyan Soner Onder jî beşdarî kirin. Moderatora panelê Devrîm Mavî bû.

79. Seroka FKKSê Aycan Ş. Bozarslan bi munasebeta 8ê Adarê roja Navneteweyî ya Jinan peyamekê bi swêdî belav kir.


80. Di 15 .03. 2008ê de li paytaxta Swêdê li stockholmê, civînek ji bona 105 saliya ji dayikbûna Barzaniyê nemir hat li dar xistin. Civîn ji aliyê Komîteya Hevkarîya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê, hat organîzekirin Gelek siyasetmedar, nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurd û Swêdî beşdarê civînê bûn. Di civînê de li ser navê Komîteya Hevkarîya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê, Kawa, li ser navê PDKê Rêdar Cewher, nûnerê Hukumeta Herema Kurdistanê Nusret Hacî , Nûnerê YNK li Swêdê Hawrê Simakolî, Seroka Rêxistina Jinan ya Sosyaldemokratan Nalîn Pekgul, seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Şermîn Bozarslan axivîn. Ji Partîya Çep (V) parlamenter Jacop Johanson, Siyasetmederê sosyaldemokrat û berpirsê xanîyê ABFê Goran Eriksson, ji Partîya Jingeh (mp) parlamenter Helena Leander, Sekreterê Partîya Gel (fp) ErîkUllenhag, ji partîya sosiyaldemokratan (s) parlamenter Claes Nordmark axaftin. Axêfêr li ser jiyan û têkoşîna Barzanî û li ser doza gelê kurd û Kurdistanê rawestiyan. Di dawiya civînê de hunermendên kurd bi sirûd û stranên xwe civîna rojbûna 105 saliya Barzaniyê nemîr yad kirin.

81. Di 3.04.2008ê de Federasyonê Komeleyên Tirk ji bo serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayyib Erdogan li belediyeya Stockholmê civînek li dar xist. Seroka FKKSê Şermîn Bozarslan û sekreterê malî Selam Cizîrî jî li ser navê FKKSê vexendinê civînê bûn. Herweha rojnamevanê kurd ê li Swêdê Eşref Okumuş jî di civînê de amade bû.

82. Seroka FKKSê Şermîn Bozarslan hinek pirsa ji Serowezîrê Tirk Erdogan kir pirsên wê weha bûn:” Gelo, mafên ku hûn ji bo tirkên Bulgaristanê û yên Almanyayê dixwazin ji bo kurdan jî dixwazin? Ger hûn van mafan ji bo kurdan jî bixwazin û qanûna esasî biguherinîn, mafên kurd û kêmneteweyên din jî di qanûnê de de garantî bikin, digel kurdan û cîranên xwe riya aştî û dostaniye biparezin em ê pistgiriya we bikin.

Sekreterê malî yê FKKSê Selam Cizîrî hin pirsên li ser rewşa aktuel ya kurdan bi nivîskî da Erdogan.
Lê Serokwezîrê Tirk bersîv neda û li ser pirsa kurdî tu tişt negot. Ew tenê got 70 parlementerê min yê kurd hene û mafên kurdan jî qasî yê tirkan in.

83. Di navbera 7-10 Nîsanê bi navê ”ForumaEwrûpa 2008 -Hessleholm” li Swêdê zincîra konferansan li dar ket. Di roja 8ê Nîsanê de seroka FKKSê Aycan Şermîn Bozarslan jî bêşdarî konferansê bû û di babeta ” Turkiye & YE” de dîtinê FKKSê anî zimên û pişt re jî bi Wêzira YE a Swêdê Cecila Malmström, Serokê Partiya Pasok yê Yunanistanê George Papandreuo, Sefaretê Swêdê yê Brukselê Sven-Olof Pettersson û Berdevkê Wezareta Derva yê Swêdê Urban Ahlin re di panelê de pirsê goftugo kirin. Panel ji aliyê rojnamevanê rojnameya Svenska Dagbladet yê Brukselê Rolf Gustvson ve hat bîrêvebirin. Konferans ji aliyê Belediyeya Hessleholm, bi sponsoriya Buroya Informasyonê ya Parlamentoya Ewrûpayê li Swêdê, Komsiyona YE a li Swêdê, Insitutiya Swêdê ya xwendeyên politikerên Ewrûpayê, Sekreteriyata Hukmetê û Endustirî û bazirganiya Swêdê ve hat amadekirin, siyasedmedar, rojnamevan, pisporên pirsê û aborîzan bêşdarî konferansê bûn.


Hin daxûyaniyên ku hatine belav kirin
Daxûyanï li ser; tehdîtên Tirkiye bo basûrê Kurdîstan, qûrbanên lêhîyê li Kurdîstanê, bûyerên Diyarbekîr, derxistina partîya komara gel (CHP) ji enternasyonala sosyalist, li bikaranîna şiddet li hember jinan, li hember rapora Bakr-Hamilton, li hember maddeya 301, kiryara terorîstî a Maxmûrê, piştgiriya helwesta serokê Herêma Kurdîstan, piştgiriya bicîhanîna maddeya 140, bang ji bo dê û bavên kurd, daxwaza derbasbûyî bo Serokkomarê Iraqa Federal Celal Talebanî, mahkûm kirina kuştina rojnamevanê Ermenî Hrant Dink, kustina Dua, li ser qetlîama Şengalê, pistgiriya serokê Belediya SUR Abdullah Demirbaş û zimanê kurdî, penaberên basûr, mehkûmkirina cezaya mehkameya tirkan bo Ibrahîm Guclû, nivîsa yek alî ya DN. Daxuyaniya li ser teqandina Diyarbekirê, Daxuyaniya li ser tehdîta kuştinê a I. Guclu, Daxuyaniya li hember îdama rojnamevanên Kurdistana Iranê, Daxuyaniya 8 adarê roja navneteweyî ya jinan, Daxuyaniya li ser bûyarên Newroza 2008

Piştgirtiya handikapên Mahabadê
Di 25. 03.2007ê de ji heyetek ji Komeleya Kêmendamên Mahabadî serdana Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê kirin. Di heyetê de Ferhad Cîhan, Kemalî Xidirpor û Xelîl Pêşewazî û du endamên Komeleya Kêmendamên Uppsalayê Kawa û Keyman bûn. Heyet ji aliyê endamên KK ya FKKSê Şermîn Bozarslan, Marûf Erşad, Pirşeng Tuwana, Selam Cizîrî, Aso Zend, Qasim Qehremanî, Lokman Ertaş, Ciyavan Bamernî, Salih Demir ve hatin pêşewazî kirin. Seroka FKKSê Şermîn Bozarslan xerhatinek germ li mêvanan kir û di derheqê Federasyon û çalakiyên wê de agahdarî da. Heyet jî di derbarî Komleya xwe da agahdarî da û gotin ku li Îranê rewşa kêmendaman gelek zahmet e. Wan li Mahabadê 4500 kêmendam tespît kirine ji wan 2128 kes endamê wan in. Li gor heyetê sebebê kêmendaman ew e ku 1) îrsî ye, 2) pê li mayîna kirine 3) di şer de seqetmayin e.


Hevditîn digel çend lêkolîner
Di nav sê mehên dawî de (Gulan-Tebax 2007) penc lêkolînerên Swêdî (2), Danîmarkî, Emerikî û Kurdekî ji Londonê digel seroka FKKS li ser xebat, plan û armancên FKKS û li ser entegrasyon, polîtikaya Swêd li hember rêxistinên biyanî hevpeyvîn kirin.
Bêşdariya kurs û çalakîyên Palme Center
Di kursên curbecûr ya Palmecenter li ser demokratiye, yeksanîyê û birêvebiriyê projan de, di wextên cewaz de Sermîn Bozarslan, Pirshang Twana, Selam Cizîrî, Kovan Amedî besdarî kirin.
Kurs li ser jiyana demokratî, malbatî, nasname û zarokên me!
Endamê KG Felemez Akad li ser navê herêma yek, programekî perwerdeyî li ser esasa guftûgoyî di derbarî jiyana demokratî, malbatî, nasname û zarok li ABF Sveavägen amade kir. Kurs 4 caran ajot û van rojan de pêk hat. Şemî, 21.10-2006, Şemî, 9.12-2006, Şemî, 20.01.2007, Şemî, 10-02-2007 Seat 13:00-16:00

Xebat di nav SIOS ê de
FKKS di gellek xebatên SIOS ê de beşdarî kiriye. Bi riya SIOS digel çend Federasyonên dî di nav projeya malbat û konsument de cîh girtiye. Herweha seroka FKKs bi riya SIOS di delegasyona civakî ya wezareta civakî de cîh girtiye. Ew du sal in seroka FKKS serokatiya SIOS ê dike.


Platforma dê û bavan
Li ser banga seroka FKKSê Aycan Şermîn Bozarslan Platforma dê û bavên kurd ji bo alîkariya zarok û ciwanên kurd di 1 ê Nîsana 2007ê de li lokala FKKS li Swêdê hat damezrandin.

Armanca vê platformê ew e ku pirsên di pêvajoya koçberî û entegrasyonê de,derdikevin holê bi perspektîva mafê mirovî ya navnetewî alîkarîya dê û bavên kurd û ciwanên kurd bike da ku bên çareserkirin.

Di civînê de komîteyek ji bo têkilî û organîzekirina kar hat hilbijartin. Komîteya Platforma dê û bavên kurd civîna xwe ya yekem di 9 ê Nîsanê de li dar xist.

Beşdarên civîna Platforma kurd dîyar kirin ku di jiyana me ya Swêd de, di pêvajoya koçberî û entegrasyonê de, di navbera du kulturan de gellek problem derdikevin pêşiya malbat, zarok, ciwanên me. Ji bo pêşîlêgirtin û ji holêrakirina problemên şiddet bikaranîn, perwerdeyî, nasname, kriminalitet û her wekî dî hevkarîya dê û bavan pêwîst e.

Di malpera FKKS de ev agahdarî ji bo dê û bavên kurd hat belav kirin:
Dê û bavên kurd, ciwanên kurd!
Dema pirsiyarên we li ser dialog digel dê û bav, zarok an jî ciwanan hebe; dema pirsiyarên we yên nefsî, perwerdeyî, xwendinê, perwerdekirina zarokan, bikaranîna tûndî û tûjî hebe:

Di destê komîteyê de lîsteya psikolog, sosyolog, pedagog, hiqûqnas, mamosteyên ku amade ne ji bo dê û bav û ciwanên kurd, şêwirmend/alîkar bibin hene.

Endamên jêrîn yên komîteya platforma dê û bavên kurd ji bo alîkariya zarok û ciwanên kurd li gor pirs û daxwazên we ger hewcedarî hebe dikarin têkilîyê we digel yek mamoste, sosyolog, pedagog an jî psikolog çêbikin.

Alîkariya herî mezin digel yekî dî an jî digel yekî şêwirmend axaftin e. Endamên komîteya Platformê û hemû şêwirmendên me sozê didin ku gotinên tu kesî/ê ji yekî dî re nebêjîn û belav nekin.

Di rewşa taybet de birêvebira platformê di nav komîte û şêwirmendan de ji bo serdana malbatan û çareserkirina pirsê li gor taybetmendiya pirsê komîteyekî piçûk ya alîkariyê pêk tînin .

Herweha platforma dê û bavên kurd hin dem grûbên guftûgo, minaqeşe û semîner dê amade bikin. Pirsên heyî bidin minaqeşe kirin û agahdarî û zanyarî belav bikin.

Endamên komîteya platform ji bo dê û bav û ciwanên kurd ev kes in: Şermîn Bozarslan,seroka FKKS, seroka SIOS, Birêvebira pedogojî bo, pedagoga taybet, Seyran Duran, seroka YJK/mamoste, birêvebira projeya YJK. Binnaz Acar,
seroka YCK û xwendewan, Pirshang Tiwana, berpirsiyara komîteya kultur û perwerde/ hunermend, Lokman Ertas, berpirsiyarê komîteya handikapp û salmezinan / xebatkarê projê ji bo mêrên Kurd,Lutfu Baksî, mamosteyê zimanê kurdî, sîyasetmedar, Hêvî Sabrî, (endama hevkar) Pedagog –förskollärare.

Di 9/5 an de komîteya Platformê civîna xwe ewilîn pêkanîn, li ser plana xebatê niqaş kirin.

Civîna hevdîtina dê û bavan
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ji bo dê û bavên kurd û têkîliyên wan digel zarok û ciwanan dê çend civînên guftûgo amade bike.
Civînên dê û bavan ji alîyê Marcela Bravo ve tên birêvebirin. Dê û bav di van civînan de dê bi perspektîva yeksanî li ser mafên zarok, keç û xortên kurd û pirsên wan di jîyana Swêd de guftûgo bikin. Civîna yekem di 27 -11-2007de pêkbe û ji bo hemû dê û bav vekiriye.Bi gelek caran ev civîn dom kirin.



Stratejiya zedekirina hejmara jin û ciwanan polîtîkaya FKKS li ser demokratîyet, entegrasyon û wekhevî
Li gor biryara K.Gistî seroka YJK, serokê YCK û seroka FKKS pêşniyar bo stratejiya zedêkirina hejmara jin û ciwan li FKKS amade kirin. Di konferansa FKKS de ev pêşniyar dê bê nirxandin û digel guhertinên nû bê pesinandin. Ditîna FKKS li ser entegrasyon, demokratîyet û wekhevî di planên FKKS ku di kongreya dawî de hatin qebûl kirin de jî destnîsan bûye. Li gor her hêjayî, her dîtin pêsniyara xebat jî hatiye kirin. Van plan û dîtinan di nav FKKs û komeleyên endam de bên nirxandin û minaqeşe kirin.


Lokala FKKS
Lokala FKKS li Nacka li gor biryara K. Gistî hat ji dest derxistin. Hetta meha 12 a 2007ê divê em ji xwe re lokalekî din bibînin û hatinê ku ji forotinê li gor peymana me dê di meha 12 an de bêhavaleyî deynê vê lokala nû bikin. Lewra me niha ji bilî deposît tu perê teslîm negirtin.

Sedemên firotina lokalê:
Lokala niha di eslê xwe de aîdê beledîya Nacka ye. Beledîyê kînga bixwesta dikaribû lokalê xwe di sûn de bigre. Ew dem em mecbûr bûn ku wek wan bikin.

Guhertina plana lokal ku Beledîya Nacka wek şert danîbû, diviyabû di destpekê de bihata kirin lê nehatibû kirin. Ev tişt jî wextekî dirêj û pareyekî baş dixwest. Xwedîyên nû vî karî girtin li ser xwe.

Ji aliyê din ve cîyê lokalê ji piranîya kurdan re dûr bû. Em nikaribûn tu calakî di vê lokalê de pêkbînîn. Ji ber dûrbûna lokalê kes nedixwestin bên…

Ji ber ku lokal gelek mezin bû, mesrafên lokalê bo elektrik û germkirinê pirr diçûn. Pareyên ku divîyabû ji bo çalakîyan biçe, bo lokalê diçû.
Li mixabin lokalek ji bona kirînê me li navenda Stockholmê peyde nekir û em mecbûr man di 31.01.2008ê de terka lokalê bikin.






Projeyên FKKS
Li başûrê Kurdistanê ”Navenda Malbatan”

FKKS, li basûrê Kurdîstanê projeyekî bi navê ”Navenda Malbatan” pêk tîne. Besa yekem ya vê projeyê di dawîya vê salê de dawî tê. Ji bo besa dûwem muracaat hatiye kirin.

Ji bo alîkarîya malbatên penaber projeyek hat tanzîm kirin. Ev projeya me nehat qebûl kirin. Em dê di eynî carcoveyê de di meha 4 an de projeyekî wekhevîyê teqdîm bikin.

Ji bo raxistina tabloyên ressamên kurd, ji bo konferansekî digel hûnermendên kurd, ji bo amadekirin û pêşkêşkirina sanoya Newroz proje hat tanzîm kirin. Ev proje jî ne hat qebûl kirin.

Digel SIOS em dê projeya Familjehem –xaniyê malbatan amade bikin da ku zarokên kurd ku ji dê û bavên xwe tên girtin an jî kesên wan tûne ne, li cem malbatên kurd bên cîwar kirin.

Projeyekî ji bo perwerde kirina nûnerên komelan bo li ser esasê mafên mirovan û wekhevî alîkariya malbatan.

Di 19.12.2006ê de Seroka FKKS Şermîn Bozarslan digel xebatkareka Dezgeha Ciwanan Pia Höjeberg li ser nexweşîya jinan û pispora danûstandina digel ciwanan serdana projeya "Navenda Malbatan" ku li Amediyê li Sersingê ye, kirin. Serdana wan hefteyek ajot.
Di vê hefteyê de Seroka FKKSê Şermîn Bozarslan li gel Pia Höjeberg li bajarê Amedîyê li nahîya Sersingê di derbarî ”Navênda Malbatan” de gelek hevdîtin, gotûbêj û serdanên bi sazî, malbat û kêsayetîyên kurd yê başûrê Kurdistanê re pêk hatin.
”Navenda Malbatan” ji aliyê ew kesaên ku objekta wê ne bi kêfxweşî tê dîtin û hêvî tê kirin ku sala 2007a jî bi karêkî serkêftî ev proje dewam bike. Li gor projeya ”Navande malbatan” sala yekem sala hazirîyê bû. Sala duyem, sala 2007 êdî tîmên/grubên perwerdeyî ku ji mamoste, hemşîre, karmenda komelgehî pêk tên dê ji bo nasandina ”Navanda Malbatan” herin serdana derûberê Sersingê. Ev grub li gor pêwistîyê her car dê ji beşên cuda pêk bên û di malan de digel dê û bavên kurd li ser pirsên perwerdeyî, tenduristî û komelgehî (pirsên malbatî) gûftûgo bikin, li ser esasa yeksanî, wekhevï û demokratîyet bersiva pirsên malbatan bidin.
Li navêndê hazirî ji bo vekirina bexçeya sawan/zaroka hatiye kirin û hin xebat jî dê berdewam be ku heta bexca sawan ji bo zarokên kurd her roj vekirï be.

Pia Höjberg ji sefera xwe ya Kurdistanê û ji projeya ”Navanda Malbatan ” gelek razî maye û ji xelkê Kurdistanê jî ji re kêfxweşiya xwe anîne zimên. Höjberg ku ew demek dûrûdirêj ji bo damezrandina komeleyekî swêdî ji bo dostanî di navbera gelê kurd û gelê swêdî bi salan fikirîbû, niha biryara damazrandina "Komala dostanîya Kurd û Swêdîya" daye.


Projeya malbat
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi riya SIOSê digel şeş Federasyonên biyanî di nav projeyeka malbat de cî girtiye. Komeleya Skyddsvärnet wek berpirsiyarê giştî ya vê projeyê ye. Federasyona me ji pêkanîna projeya malbat ya beşa kurdî berpirsiyar e.
Malbat, ji bo wan zarok û ciwanên kurd ku bi tenê tên Swêdê an jî li vir ji malbatên xwe dûr dikevin hewce ye.

Di van salên dawîye de gellek zarok û ciwan ji Kurdistana basûr û ji Iraqê bi tenê bê dê û bavên xwe hatine Swêdê. Herweha li Swêdê jî zarok û ciwanên kurd ji ber sedemên curbecur carna mecbûr dimînin ku ji malbatên xwe dûr bikevin.

Wexta zarok û ciwanên kurd tûjî rewşeka weha dibin gellek girîng e ku ew ji ziman û kultura kurdî dûr nekevin û ew karibin li cem malbatên ku ziman û kulturên wan dizanin bimînin. Dema zarok û ciwanên kurd bixwazin li cem malbatên kurd bimînin û pêwîstîyên wan ji bo vê yekê hebin divê malbatên kurd wek alternatîv ji wê re amade bin. Ji bona vê yekê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS), pêwîst dibîne ku malbatên kurd ji bo vê rewşê bên agahdarkirin û bên perwerdekirin.

Di dema hûn wek malbat bixwazin ciwan an jî zarokekî kurd bigrin cem xwe divê muracaatî Daîra Sosyalê bikin Daîreya Sosyalê pistî lêkolîna xwe digel we û li ser rewşa malabata we, biryarê dide ku gelo malbata we musaît e zarokek/ciwanek wek endamê malbatê werbigre an na? Ji bo ev malbat ku mala xwe ji bo zarok an jî ciwan vedike, Daîreya Sosyalê heqê mesrefê dide.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi riya SIOSê digel şeş Federasyonên biyanî di nav projeyeka malbat de cî girtiye. Komeleya Skyddsvärnet wek berpirsiyarê giştî ya vê projeyê ye. Federasyona me ji pêkanîna projeya malbat ya beşa kurdî berpirsiyar e.

Em bangê dê û bavên kurd dikin ku, ew bêşdarî çalakîyên perwerdeyî ya vê projeya malbatê bibin. Li ser vê babetê zêdetirîn agahdarî werbigrin da ku karibin biryara xwe bidin gelo dixwazin bibin malbat ji bo zarokek an jî ciwanek.


Projeya yeksanî
FKKS di sala 2008 an de projeyek ji bo yeksanî pêkanî. Li gor armanca vê projeyê konferansa yeksanî û civînên dê û bavan hatin li darxistin.


Fonda cenaze
Ji bo rojên pêş, xwe û zarokên xwe sîgorta/têmîn bikin



FKKS ji bo endamên xwe ji Folksamê li pey mafekî taybet ji bo sîgorta/têmîna definkirina cenaze wergirt. Wexta meriv dixwaze cenaze bişîne welat û li wir defin bike, Fonus heta 40.300 kr. mesrefên cenaze, transport û definkirina cenaze dike. Dema ku ewqas pere ji bo mesrefên cenaze û definkirinê neçe; perê mayî didin malbata wî/wê, an jî ji bo ew kes ku hatiye wesîyet kirine.

Definkirina cenaze li Swêdê jî dîsa meriv têkilî digel Fonus datîne û hejmara sîgorta dide wan û daxwazên xwe ji bo wan dîyar dike.

Basîyên ev sîgorta/têmîna cenaze/definkirine ci ne?

• Ev sîgorta/têmîn ji gelek yên dî erzantir e û heta mirinê derbas dibe. Yê dî di dema 65 salî de dawî tên û li gor temenê meriv kêm dibin.
• Ji bo endametî rapora doxtor pêwîst nake.
• Zarokên malê ku di bîn 19 salî de ne otomatîk sîgorta/têmîn dibin.
• Di perîoda ewil de em ji 65 salî jortir re jî îmkana endametîyê didin.
• Ger rojek FKKS nemîne, Folksam ev berpirsiyarî digre ser milê xwe. Ev kar ji komeleyekî dî re hewale dike an jî bixwe dimeşîne.Pereyên we winda nabin.
• Ger sîgorta/têmîna we bi riya kar an wekî dî jî hebe ferq nake, dîsa hûn dikarin bi riya fonda cenazeyê xwe têmîn bikin û ji her du alîyan pere werbigrin.

Agahdarî li ser sîgorta/têmîna definkirina cenaze

*Her endamê/a FKKS ku di navbera 19 – 65 salî de ye, dikare di mehê de 40 kr bide û xwe têmîn/sîgorta bike.

*Zarokên ku di bin 19 salî ne û digel dê û bavên xwe di eynî malê de dijîn bi riya dê an jî bavê xwe otamatîk (bê pere) têmîn/sîgorta dibin. Ewana ji destpêkê heta dawîyê bê sinor ji sîgortayê îstîfade dikin.

*Kesên ku li jorî 65 salî ne ji bo xwe têmînkirinê divê di mehê de 70 kr bidin. Yên ku li jorî 65 salî ne dikarin heta dawîya meha 12 an 2007 ji bo sîgorta/têmîna cenaze muracat bikin. Li pey vê demê muracatên nû ji kesên 65 salî jortir nayên qebûl kirin.

* Yên ku heta 15 ê meha 7 an navên xwe ji me re teslîm kirine ji 1ê meha 4 an 2007 pê ve sîgorta/têmîn bûne qebûl kirin. Endamên dî di navbera 3 mehan de wek sîgortakirî dikarin bên hesapkirin.

*Di wexta mirinê de, nêzikên mirî divê digel FONUS têkilî deynin û hejmara sîgortaya ya peymana grubî ji wan re bidin. Ew dem Fonus li gor daxwaz ji bo cenaze masrafên pêwîst dike û pere mayî vedigerîne ji bo wan. Ji bo masrefên her cenaze 40.300 hezar hatiye veqetandin.

*Ji bo mafê sîgortayê/têmîn îstîfade kirin divê meriv bibe endamê FKKS. Di mehê de 10 kr ji heqê sîgortayê dê ji bo endametîya FKKS û masrafên administration bê hesibandin (ji 65 sal jor tir 5 kr endametî tê qebûl kirin). Divê her endam destûra FKKS qebûl bike, dû re ji bo endametî muracat bike.

*Di nav şeş mehên ewil de sîgorta/têmîn ne tenê ji bo mirin, ji ber kazayekî trafîkê derbas dibe. Pistî şeş meh ji bo her tewir mirin derbas dibe. Li dervayî welat sîgorta/têmîn di nav 45 rojan de derbas dibe.

*Meriv dikare heqê sîgorta/têmîn her meh an jî di 6 mehan de carek razine ji kontoya fonda cenaze.
Girîng e ku di beriya meha 7 û meha 2 heqê sîgorta ji postgiroya fonda cenaze re bête razandin.

Ji bo agahdarîya zedetir û berdewamî, ji bo hejmara kontoya fonda cenaze hûn dikarin malpera FKKS takîp bikin : www.fkks.se Telefonî FKKS bikin:
08-6446622 an jî bi riya mail digel komîteya fonda cenaze têkilî deynin: info@fkks.se














Peyamên sersaxî û bîranînê
Prof.Şakirê Xudo Mihoyî
FKKS ji bo behiya Prof.Şakirê Xudo Mihoyî di 11.02.2007 ê de li avahiya FKKSê civînek li dar xist. Serokê navenda Lêkolînên Kurdî li Moskovayê Prof. Şakirê Xudo Mihoyan di 1ê Sibata 2007ê de li Moskovayê jiyana xwe ji dest dabû.


Birêvebirê Kitêbxane Nedim Dagdeviren

Berpirsiyarê Kutubxaneya Kurdî ya li Stockholmê Nedîm Dagdeviren di 2.03.2007ê de li Stockholmê li nexweşxaneya Dalenê ji ber nexweşîya xwe ya kanserê wefat kir. Dagdeviren 54 salî bû
Em ji malabata wî û dost û hevalên wî re sersaxiyê û metanetê dixwazin.
Bila serê gelê kurd sax be.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê


Ji malbata Uzunan re sersaxiyê dixwazin

Hevweletiyê me, nivîskarê me yê bi navûdeng û berhemdar Mehmed uzun di 11-10-2007ê de li bakurê welêt li Diyarbekirê ji nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da. M. uzun 54 salî bû
M. uzun ji ber sebebên siyasî di 1977ê de hatibû Swêdê bi cî bibû û ji ber nexweşiya xwe paşve vegeriyabû welatê xwe.
Bi mirina wî gelê kurd û rewşenbiriya kurdî nivîskarekî xwe yê hêja wenda kir. Em ji mirina nivîskarê xwe xemgîn in û xemginiya malabata wî parve dikin. Bila serê gelê kurd sax be û gelê kurd dê tu carî nivîskarê xwe bîrve neke.
11.10.2007
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

Sersaxî ji bo mlbata Celilyan

Prof. Ordîxanê Casimê Celîl di 22.10.2007ê de li Rûsyayê li bajarê St: Petersburgê ji nexweşiya dil wefat kir. Ordîxanê Celîl 75 salî bû.
Prof.Ordîxanê Celîl di warî ziman, kultur û zargotina kurdî de gelek eser li pey xwe hişt.
Bi wefata wî em xemginiya malbata Celîlan parve dikin, sebir, metanet û sersaxiyê dixwazin. Bila serê gelê kurd sax be!
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê


Sersaxi ji bona malbata Çelikeran

Mele Seîd Çeliker di 30.10.2007ê de li bakurê welêt li Tatwanê çû ser dilovaniya xwe. FKKS ji malbata Çeliker re sersaxiyê, sebir û metanatê dixwaze û êşa Dr. Celadet Çeliker Çîçek Çeliker, Salim Çeliker (li Swêdê dijîn) û endamên din yên malbatê parva dike!
11.11.2007
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê


Till Assyriska Riksförbundet

Det är med sorg och bestörtning som SIOS och våra medlemmar emottagit nyhet om den tragiska händelsen i Örebro.
Fuat Deniz har, förutom det stora engagemanget och uppskattning bland landsmän, även bidragit till att utveckla och stärka SIOS.

Å SIOS vägnar och alla förtroendevalda vill vi utrycka medlidande och dela sorg med alla Era medlemmar och särskild med Fuats familj och de närmaste släktingar och vänner.
Vi vill lyfta fram hans starka engagemang för utbildningsfrågor och för att unga bör utbilda sig samt betydelsen av föreningslivet.
14.12.2007

SIOS styrelse
Aycan Bozarslan
ordförande

Brahîmê Haco wefat kir

Me bi xemginî wefata weletperwer û siyasetmedarê kurd Brahimê Haco bihîst. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê xemginiyên xwe digihîne malbata Hecoyan û dibêje serî malbata we, dost û hevalên we û gelê kurd sax be!
Axa wî adan mekanê wî behişt be!
Sersaxî li bajarê SANDVIKENê- SWÊDê ye
Heya roja Yekşemê 9-9-2007
Föreningshus
Västerled 142.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

Hevjîna Abdulrezaq Mîrze wefat kir
Hevjîna Abdulrezaq Mîrze,diya Soma û Dîmsen Amîne Xanim ji nexweşiya qanserê jiyana xwe ji dest da. Em xemginiya wan parve dikin û ji malbata Ebulrezaq re sersaxiyê dixwazin.
Abulrezaq kurdê başûr e û yek ji hîmdarê YNKê û her weha di salên 90î de endamê Komîteya Karger a FKKSê bû.
Federasyona Komelyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS)
Şîna wê di 25-26-27ê 2007ê Desemberê li avayiya FKKSê li Henriksdal-Stockholm,seat di navbera 12:00-18:00 de ye!


Sersaxî ji bo YNKê

Di 10.08. 2007ê de endamê polîtburoya YNK Cebar Ferman li Silêymaniyê çû ser heqiya xwe.
Cebar Ferman ku bi xwe kurdê feylî bû û demeke dirêj di nav refên YNK de pêşmerge bû. Ferman demekê cîgirê fermandarê giştî yê pêşmergeyan bû. Herwiha ew bûbû wezîrê pêşmergeyan jî...
Bi wefata Cebar Ferman gelê kurd însanekî xwe yê welatperwer û YNK jî kadroyek xwe yî hêja wenda kir. Em ji malbata Ferman û Serkirdayetî û endamên YNKê re sersaxiyê dixwazin. 14.08.2007
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

Minnestund för Gita Saffaee
Den 22 Okteber förlorade vi Nasser Sinas kära livskamrat Gita Safaee.
Vi beklagar sorgen och önskar familjen lugn och ro.
Minnesstund på ABF för att stödja familjen och ta farväl av
Gita Safaee
Dag : Fredagen den 26.10.2007
Tid : kl.18:00 – 20:30
Plats: Brantig och Per Albinrummet på ABF Huset
Sveavägen 41 T- Bana Rådmansgatan


Pîreka hevwelatiyê me Hemid Nawroz jiyana xwe ji dest da.
Em FKKS ji Hemîd re sersaxiyê dixwazin û xemgîniya wî parve dikin.
Ji bona wê li lokala FKKSê behiye (taziye) hatiye li darxistin.
Şemi- 7ê Tîrmeh Seat: 11:00-18:00
Yekşem 8ê Tîrmeh Seat: 11:00-1800
Lokala FKKS, Henriksdalsringen 6 Nacka


Ji heval û malbata Orhan Dogan re sersaxiyê dixwazin

Wekilê berê yê DEPê û endamê Meclîsa DTPê Orhan Dogan di 29.06.2007ê de li Wanê jiyana xwe ji dest da.
FKKS ji wefata wî xemgîn e û sersaxiyê ji malbata wî û DTPê re dixwaze.
02.07.2007
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê



Hrant Dink bi bîr tînin!

Di yeksaliya(19.01-2008) salvgera kuştina rojnamvanê tirk-ermenî Hrant Dink de em Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) wî bi giramî bi bîr tînin û daxwaz ji dewleta Tirkiyeyê dikin ku qatilên wî bên girtin û bên mahkeme kirin.



Sersaxî ji bo malbata Hesretiyan

Dîroknivîs û kurdnas Pr.Manvel Arsenovich Hesretiyan li paytexta Rusyeyê Moskovayê di 3.03.2008ê de wefat kir. Hesretiyan di sala 1924-an de li Azirbaycanê ji dayik bûye û bi netew ermenî ye.
FKKS ji malbata wî re û ji dost û hevalê wî re sersaxiyê dixwaze û gelê kurd xebata wî ya zanistî dê bîrve neke.
Yeke ji mezintirîn û nastirîn kurdnasê yekîtiya Sovyet û Rusyeyê û zêdetirî 50 salan di derbarê dîrok, pirsgirêka kurd û Kurdistanê, bi taybet Kurdistana bakur kar û lêkolîn kiriye û bi dehan berhem, lêkolîn, gotar, babetên binirx di derbarê kurdistanê de nivîsandiye û beşeke zêde a berhemên wî di zanîngehên Rusye, Ermenistan û Kurdistanê de tên xwandin.
Di salên 90 de Hasretyan ji aliyê FKKSê hatibû vexwendin û li Stockholmê li ser dîroka kurd û Kurdistanê konferansek dabû.
FKKS ji malbata wî re û ji dost û hevalê wî re sersaxiyê dixwaze û gelê kurd xebata wî ya zanistê dê bîrve neke.



Sersaxî ji bo Niyaz Ahmed û Qasim Qehremanî

Diya endamê KG a FKKSê Qasim Qehremanî jî jiyana xwe ji dest da. Em ji malbata Qehremanî re sersaxî û sebir dixwazin.
Behiya (taziya) Qehremanî roja Yekşemê/6.04-08 li bajarê Vesterås e.

.......................

Me bi xemginî bihîst ku xuşka jina endamê me yî Komîteya Giştî yê FKKSê Niyaz Ahmed, Hêro Ahmed jiyana xwe ji dest daye. Hêro Ahmed 24 salî û ducan (hemîle) bû.

Em FKKSê êşa malbata hevalê xwe Niyaz Ahmed parve dikin, ji wî û malbata wî re sersaxî, sebir û metanetê dixwazin.
KG a FKKS