Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
دەستپێك
ف ک ک س
هه‌واڵ
ڤئدیۆ - فۆتۆ
کۆمه‌ ڵه‌کانی ئه‌ندام
پێوەندی
لینک
ئه‌رشیڤ
Skip Navigation Links
 
Çend gotin li ser Federasyon, ciwan û rewşa rêxistinî
2011-01-04 12:00
Şermin Bozarslan
serminbozarslan@fkks.se
Li Swêdê kurd ji bo rêxistinkirina kurdên ji her beşên Kurdistanê ji bo yekîtiya civata kurd xebatek berbiçav kirine. Li Swêdê yekîtiya ku li Kurdîstanê jî mumkun nebûye, mumkun kirine. Ji sala 1981, ji avakirina Federasyonê vir de kurdên başûr, bakûr, rojhilat, rojava digelhev di nav Federasyonê de ji bo ziman, nasname û çanda kurdî, ji bo nasandina kurd û Kurdistanê, piştgirî wergirtin bo doza kurd, ji bona ku pirsên penaberîyê û koçberiyê çareser bibin, kar kirine. Bi salan in, bi zaravayên cuda, bi soranî û bi kurmancî axaftine, bi kurdî nivîsine, komcivîn kirine, konferans, semîner pêkanîne.

Bêgûman Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê li seranserê Ewrûpa û li hemû dinyayê ji bo rêxistinbûn, yekîtî û tecrûbeya demokratîyetê mînakekî berbiçav e. Parastina ev tecrûbe, pêştabirina ev dezgeha bêhempa, vezîfeya me hemû kurdan e. Federasyon, lihevhatinekî ya kurdên ku Federasyonê damezirandine ye. Kurd, Federasyonê wek seferatê xwe ditîne. Lewra gotine Federasyon, kurdên Swêdê temsîl dike. Her çiqas gellek dostên Federasyonê li wê bi vî çavî mêze dikin jî, di eslê xwe de, Federasyon, bi tenê endamên xwe temsîl dike. Wek rêxistineke demokratîk em nikarin tu kesî/ê ku ne endame/a me ye temsîl bikin. Mafên wan kesên ku her sal ji bo komeleyeke me ya endam, heqê endametîyê xwe didin, di çalakîyên me de beşdarî dikin û wan kesên ku qet endametî nadin, di çalakîyên me de beşdarî nakin nikare bibe yek. Mercên swêdî li gor hejmara endamên ku her sal endametiyên xwe dane, rewşa rêxistinan dinirxînin. Niha li Swêdê îspata dostaniya Federasyonê, kiymet dayîna dezgehekî weha bê hempa tenê endametiya we ye.

Li Swêdê ne mîna berê yek Federasyon heye. Beşek ji kurdên rojhilat ji xwe re yek Federasyon, Beşek ji kurdên rojava jî, ji xwe re yek Encumen ava kirine. Beşek ji kurdên bakûr jî bi salan in xwedîye Federasyonekî ne. Van Federasyonan bi armancên cuda avabûne. Hin ji bo armanca grûbî, hin ji bo armanca herêmî an jî bi armancên dî Federasyon ava kirine. Kurd jî ne mîna berê dezgehên netewî diparezin. Henî dibêjin dema dezgehan çûye. Henî weka ku em li Swêdê huqûmet in û îmkanên bê sinor di dest me de ne ji me tişt dixwazin. Lê bixwe jî ne amade ne tu alikarî bikin û kiymet bidin Federasyonê û karên ku tên kirin. Henî bi serê xwe pîrozkirina Newrozê, bîranîna Halepçeyê amade dikin. Armanc çi bibe bila bibe, di rastîyê de van tiştan hêzek ji Federasyona Komeleyên Kurdîstanê li Swêdê dibin û ew zeîf dikin. Rastî ev e. Lê avakirina dezgeh, rêxistin û pêkanîna çalakî mafê her kesî/ê ye.

Li Swêdê heta niha bi sedan rêxistinên kurd ava bûne. Hejmara Kurdan li Swêdê gihîştiye derdora sed hezar. Federasyon, nikare xwestina hemû kurdan bi cîh bîne, ji bo çareserkirina hemû pirsên heyî, xebat bike. Divê di nav rêxistinên sîvîl de hevkarîyek hebe. Divê rêxistinên kurd li Swêdê ji bo menfaatê giştî ya kurdan, ji bo pirsên hevbeş bi koordîne kar bikin.


Ciwanên kurd

Ciwanên kurd ku li Swêdê çêbûne an jî mezin bûne nikarin rêxistinên ku me nifşa yekem di dema xwe de li gor xwe ji bo hewcedarîyên xwe danîne ji me teslîm bigrin û pêşve bibin. Ciwanên kurd, divê bixwe rêxistinên xwe li gor mejîyê, xwe, li gor pêwîstîyên xwe pêk bînîn. Em nikarin ewana têxîn kalibekî û bibêjin weha kar bikin. Lê em dikarin tecrûbeyên xwe, zanîna xwe qasî ku ew dixwazin jê îstîfade bikin, ji wan re mîras beylin.

Carina kes dipirsin; çima di nav Komîteya Karger û komîteya Giştî de ciwan kêm in? Çima komeleyên me seksîyonên ciwanan ava nakin? Ez dibêjim rastî eve ku, ciwan naxwazin digel dayik û bavên xwe di rêxistinekî de kar bikin. Di Newroza me de, di xwepêşandanan û hwd de ciwanên kurd pir beşdarî dikin, di dema panelek, seminerek bi swêdî amade dikin bala ciwanên kurd dikşîne û tên beşdarî dikin. Lê di dema civînên bi kurdî çêdibin nayin. Sedema vê tiştê dikare him kêm têgihiştina zimanê kurdî ye û him jî kultura komeleyatî ye bibe. Civînên bi Swêdî ku bi usûla swêdî çêdibin ji wan re balkeştir tên. Ji ber ku evîya zêdetir dizanin û xwe tê de rehettir hîs dikin.
Hejmara ciwanên ku bi awayên cuda polîtika dikin, ji bo mafê kurdan kardikin ne kêm in. Ewana bi avayekî, bi formekî rêxistinên me, xebatê me bidin jiyandin û di xebatên rêxistinî de berdewam bibin lê ne bi awayê berê an jî wek em dixwazin.

Di şertên î ro de, bi awayê seksîyon di nav komeleyên endam de rexistinbûna ciwanan zehmet e. Sîstema alikariyê ku niha heye jî teşwikî ciwanan dike ku rêxistinên xwe bi xwe deynin. Ji bo jinan jî ev tişt derbas dibe. Ya girîng ne eve ku meriv kîjan modela rêxistinî hildibijêre, ya girîng ev e ku rêxistina jinan, ciwanan û Federasyona Komeleyên Kurdîstanê li Swêde bi koordîne, bi diyalog kar bikin, vekirîbûna xwe biparezin, berjêwendiyên giştî ya kurdan berbiçav bigrin, ji çar beşên Kurdîstanê endam werbigrin. Gîrêdayî yek alî nebin, bê layan bin û Kurdîstanî bin.

Modela rêxistinî ya demekî ji bo her dem nikare derbas bibe. Berjêwendiya gruba kurdan îro çi pêwîst dike û ji ber ku em wek grup ji şertên î ro zêdetir îstîfade bikin dikarin ev tişt bikin, modelên rêxistinî biguherin.

Dezgeh, rêxistin ne her tişt e, lê ji bo pêşvebirina her civat ji bo demokratîyet, ji bo na ku mirov bi xurtî li ser biryar, desthilat, civat tesîr bike dezgeh, rêxistinên sîvîl gellek girîng in.

Swêd bi saya dezgeh û rêxistin ewqas bi pêşketiye. Na, dema dezgehan neçûye. Niha ji her dem zêdetir dema dezgehan e. Ji bo azadîya welat, ji bo demokratîyet, yeksanî, ji bo temsîl û nasandina kurd ji me re dezgeh divê.

Şermîn Bozarslan
Seroka FKKSê

2008.03.23