Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Ji bo piştgirîya Serxwebûna Kurdistanê îmze bike!
2017-10-13 13:00
fkks
info@fkks.se


Mafê bixwebiryardayînê di destûra NY û peymananên navteweyî de hatîye destnîşankirin. Wateya wê ew e ku hemû gel mafî wî heye li ser pêşeroja xwe bi xwe biryar bide.

Gelên Kurdistanê vî mafê xwe bi referandûma 25 Îlona 2017ê de bi kar anî û ji %92 zêdetir ji bo serxwebûna Kurdistanê dengên xwe dan.

Heta niha hukimeta Swêdê li gel vê daxwaza serxwebûna hikumeta Herêma Kurdistanê helwestek beriçav wernegirt. Em ji hikumeta Swêdê daxwaz dikin ku ew guhê xwe ji daxwaza gelên Kurdistanê re negre ku ew li gorî peymanên navneteweyî bi rêjeyeka bilind dixwazin dewleta xwe ava bikin.

Em bi îmzayên xwe ji hukimeta Swêdê daxwaz dikin ku ew helwesteka aktîv werbigre û piştgirîya herêma Kurdisatnê bike da ew dewleta xwe ava bikin.

Ji bo wê FKKKS dest bi civandina îmzeyan kirîye. Ev îmze gava hejmara wê bigihîje 30.000î dê pêşkêşî dezgeyên eleqeder û hukimeta Swêdê bibin.
Piştgirîya xwe nîşan bide û navê xwe li binî binivsîne.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

https://namninsamling.se/index.php?sida=2&nid=11550