|
"Kerkûk dilê Kurdistan e; biryara pîroz, pîroz be " |
|
2017-03-29 12:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Li ser daxwaza Walîyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm di 28ê Adara 2017ê de Encumena Wilayeta Kerkûkê biryar da ku Ala Kurdistanê li gel alaya Iraqê li ser hemû sazî û dezgehên fermî yên wilayetê bihê bilindkirin û ev biryar di heman rojê de bi cî bû.
Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî di derbarê bilindkirina ala Kurdistanê de gotîye : “ Ev roj rojeka dîrokî ye û daxwaza 100 salî ya Kurdan hatîye cî."
Kerkûk di dîroka Kurdistanê de cîyekî wî ye taybet heye; dewleta Tirk di sala 1959ê de bûyereka li Kerkûkê qewimî kir bahane û 49 Kurd li Tirkiyeyê tewqîf kir ku ev wek "Doza 49an" ket nav rûpela dîroka Kurdistanê û otonomîya 11ê Adarê ya 1970 yek sebeba wê ku neçû serî pirsa Kerkûkê bû.
Baxda û Enqere di tavilê de bi resmî îtîraza xwe li hember biryara bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê nîşan dan.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) biryara pîroz a dîrokî ya Encûmena Wileyeta Kerkukê pîroz dike.
29.03.2017 Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
|
|
|