|
Serokê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa wefat kir |
|
2017-05-19 13:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Serokê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistafa di 19.05. 2017ê de ji nexweşîya kanserê wefat kir. Mistafa ev demekê bû li Ingilistanê derman dibû û berê çend rojan ji Londonê vegerîyabû Sileymaniyê.
Mistafa 73 salî bû û bavê sê zarokan bû. Hevjîna wî Şûle Elî Seîd di 17ê Adarê de wefat kiribû.
Newşîrwan Mustafa ji başûrê Kurdistanê ji bajarê Sileymaniyê bû û xebateka wî ya dûrûdirêj a sîyasî heye; di destpêka 1960î de dest bi xebata sîyasî kir, di 1975ê de yek ji dameziranerê YNK bû û di 2009ê de bi navê Gorranê tevgereka sîyasî ava kir. Li gel xebata sîyasî xizmeta wî ya entelektuelî û kitêbên wî hene.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ji rêvebir û endamê Tevgera Gorranê û heval û dost û ji malbata wî re sersaxî dixwaze! Bila serê gelê Kurd sax be!
19.05.2017 FKKS
|
|
|