Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Silav li 96 mîn Salvegera Şoreşa 1925´an
2021-02-13 13:00
FKKS
fkks@info.se
Li vir 96 sal berê, li Bakurê Kurdistanê di roja 13 Şibat 1925´an da serhildana netewî çê bû. Ev serhildana di qirnê 20´an da yek ji wan serhildanê girseyî ya Kurdan bû.

Sehilda 1925´an pirtir bi navê şoreşa Şêx Saîd tê naskirin.
Hêza ku li pişt vê şoreş û birêxistinkirna şoreşê, Komeleya Serxwebûna Kurdistanê ”AZADΔ bû.

Berî serhildana netewî 1925´an li devera Hekariyê serhildanek biçûk çê dibe. Piştî wê serhildanê serokê Komeleya Serxwebûna Kurdistanê ”AZADΔ yê Xalid Begê Cibirî tevî çend rêvebirên Azadî´yê tên girtin. Piştî girtina wan, Şêx Saîd´ê Paloyî berpirsiyariya tevgêra Azadiyê digrê ser xwe.

Tirkan ji sala 1918 – 1923´an pêyvendiyên xwe bi Kurdan ra nerm digirt û soz dida kurdan ku wê mafên Kurdan nas bikin û li wan vegerînin. Lê piştî avakirina Komara Tirkiyê di sala 1923´an helwesta Tirkan li hember Kurdan hate guhartin. Dest bi înkara Kurdan kirin.

Tê gotin ku di buhara sala 1924´an da Komeleya Serxwebûna Kurdistanê- Azadî, di kongreya da biryar digrê ku 21´ê Adarê 1925´an di roja Newrozê da dest bi serhildanê bikin. Lê serhildan çend roj berê wexta plankirî destpêdike. Di roja 8´meha Şibatê di navbeyna Jendirmên Tirk û Kurdan da li gunê Pîranê ser bi Diyarbekirê peçûn çê dibe, şer giran dibe.

Êdî Şêx Seîd naçar dibe û rêberiya şer digrê destê xwe. Di wextek kurt da hema hema hemû qeza û nehîyên Diyarbekirê, bajarê Xarpût, 12 Vîlayet û gelek deverên Kurdistanê digrên jêr kontrola xwe. Tirk dikevin nav telaşek mezin, Gelek leşker dişînin Kurdistanê.

Kurd li dijî 200 hezar leşkerên Tirkan bi 40 hezar şervan ra şer dikin. Bi alîkariya Fransiya ji sînorên Surîyê bi trênê ji 100 hezar zêdetir leşker û çek û topên giran ve Kurdan dorpêç dikin.

Di 15´ê Nîsanê da şerek gelek giran di navbera bajarê Mûş û Gimgimê bi leşkerên tirkan ra çê dibe. Di wî şerî da gelek kuştî û birîndar çê dibe. Şêx Saîd û hevalên wî dîl tên girtin. Di roja 4 îlon 1925´an da, Şêx Saîd tevî 47 hevalên xwe tên bi darve kirinê.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, serhiladana Netewî ya sala 1925´an ji dilve silav dike û rêberê şoreşê Şêx Saîdê Paloyî û hemû qadir û şervanên ku di şoreşê da hatin bi darvekirin û şehîdkirin, bi bîr tîne. Bila şehîdên şoreşa 1925´an baş bizanin ku şoreşa wan têk neçûye û xebat her berdewam e.

Şêx Saîd û hemû reberên netewî ya Kurdan, rûmeta men in!

Ewê her tim di dilê me da bijîn!

12.02.2021
FKKS-Federasyona Komeleyên Kurdistaan li Swêd