|
LI DIJÎ TERORÊ, FRANSAYÊ BI TENÊ ! |
|
2020-10-30 13:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Vê sibê 29.10.2020"an da li dore saet 9:00 da li Fransayê kesek terorîst, bi kêr erîş biriye ser Dêrek li bajarê Nîce yê û netîcê da 3 kesên bê guneh daye ber kêrê û kuştiye.
Di van demên dawî da, ji aliyê hêzên îslamîstên tundrew yên wekî DAÎş û Jihadîstan ve, li dijî Fransayê tehdîdên terorî tên kirin.
Pêvîste îşaret pê bikin ku hêz û grubên terrorîst yên wekî DAÎş, Jihadîst û hevkarên wan, tu eleqeyên wan bi baweriya dînê îslamê tunneye! Baş tê zanîn ku di şerê li dijî DAÎş ê, karesat û qetliyamên ku bi serê Kurdan da hatin, Fransa yekem dewlet bû piştgiriya gelê Kurdistanê kir.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, hemû cure erîşên terorîstî li dijî Fransayê, bi tundi mehkûm dike.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, bangê hukumeta Swêd, bangê Yekitiya Ewrûpa, Yekitiya Neteweyan û hemû kes û hêzên demokirat û aşîtîxwaz, bi taybetî jî bangê bawermendên ola îslamê dikin ku li dijî êrîşên terorîstî bê deng nemînin û piştgiriya Fransayê bikin.
FKKS Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd
|
|
|