Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Cejna Êzîd Pîroz be!
2020-12-21 19:00
FKKS
fkks@info.se
Cejna Êzîd her sal piştî nîvê meha Kanûnê tê pîroz kirin, ango roja cejnê îsal dikevê roja 18.Kanûnê.

Li gor bawerîya Ola Êzîdayetîyê gelek navên Xwedê hene. Wek nîmûne navên weke "Êzî", "Êzîd", Ezda, Xweda, Êzdan, Padşa û hwd. hin ji navên Xwedê ne, ku li cem Êzîdîyan têne bikaranîn. Ango bi gotineke din Civaka Êzîdî vê Cejna Êzîd ji bo ku Xwedê tim li bîra xwe bînin çêdikin. Ev cejin jî piştî girtina 9 roj rojî tê pîroz kirin (3 roj ji bo Şêşims, 3 roj ji bo Xwedanan û 3 roj jî ji bo Êzîd).

Herwekî din jî Êzîdî bawermendên Xwedê ne, ango Xwedênasin, û tim û daîm diha (duwa) û îbadetên xwe bi zimanê dayîka xwe, bi zimanê şêrîn û pîroz ê kurdî dikin û bi zimanê xwe Xwedê li bîra xwe tînin.

Hêvîdarim ku ev cejin bibê cihê aşîtî û aramîyê ji bo hemi Civaka Êzîdî û ji bo tevaye û Kurdistanê.

Cejna Êzîd li we teva pîroz dikim. Bi hêvîya gelek salên xweş û geş.

FKKS