Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Sala 2014ê bû saleke reştirîn ji bo gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê
2015-02-25 22:00
fkks
info@fkks.se


Di vê salê de gelê kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê tûjî erîşên hovane ya rêxistina DAIŞê bûn û bi hezaran hevwelatîyên Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan. Li gor daxûyanîyên Wezareta Pêşmerge; li dor 1100 pêşmerge jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran jî birîndar bûne. Her weha li rojavayê Kurdistanê jî li dor 800 şervanên kurd jîyana xwe ji dest dane.

Li gel êrîşên DAÎŞê, hukumeta Iraqê ya Malîkî ambargoya aborî danî ser gelê Kurd û xwest bi vê rêyê serî li hukumet, Parlament û Serokatîya Kurdistanê bide tewandin. Wî salek sax butçeya Kurdistanê da birîn.

Piştî êrîşa DAIŞê li Musil û derdorê wê, li dor miljonek penaber ji cihê bav û kalên xwe koçkirin û berê xwe da wan bajaran yên li bin rêvebirina Hukumeta Herêma Kurdistanê. .

DAÎŞ di destpêkê da êrîş bir ser Şingalê. Li wir qetlîamên nehatîditin pêk anin. Bi hezaran jin û keçên kurdên êzîdî yên ciwan desteser kirin û wan ji bo xwe kirin cairiye an jî kole û firotin giregirên Ereban. Heya niha ji hejmar û rewşa wan qenç û jinên bi destê DAIŞê hatine desteserkiri nedîyar e.

Vê rêxistina terorîst a dirinde êrîş li ser Maxmûr, Kerkûk, bajarokên derodora Musîlê yên Kurd nişin kirin. Li Rojavayê êrîşê birin ser bajarê Kobanî bi mehan şerek dijwar li Kobanî qewimî bi berxwedana xwe ya li dijî DAÎŞê Kobanî li dinyayê deng veda bû sembola mêrxasîya kurdan. Hêzên YPG bi alîkarîya pêşmerge Kobanî ji DAÎŞê paqij kir. Îro hidud di navbera Başûr û Rojava yê Kurdistanê da nemaye; lê divê neyê jibîrkirin ku ew rêxistina dirinde neraza ye. Vê rêxistina terorîst li çeperên Koban, Şingal, Mexmûr, Kerkuk û gellek deweran wenda kiribe jî, lê divê meriv herdem amade be li hemberê êrîşên wan.

Serok, Hukumet û Parlamana Kurdistanê û hemû hêzên kurdistanê her tiştên xwe danîn alîyekî û li himberê vê rewşa xeternas hêz û gotarên xwe kirin yek û bi piştgirîya gelê Kurdistanê bûn senger li himberê vê rêxistina barbar û terorîst. Bi saya serê vê hevagengî û hevdengîyê û manewreya Serokê Kurdistana federe, kurd piştgirîyek navnetewî di bin serkêşîya DYA û hevpeymanên wê peyda kirin.

Cihê pesindanê ye ku hemû gelê Kurdistanê ev xetera li ser kurda dîtin û hemû hêzên her çar beşên Kurdistanê û hêzên kurd û kurdên diasporayê bûn yek..

Di encama vî şerî de îro du milyonan insan li Kurdistana Federe de di rewşek dijwar de dijîn. Li Başûr û Rojavayê welatê me bi hazaran zarok sêvî man û Hukumeta Herêma Kurdistanê bi hemû hêza xwe destê yarmetîyê dirêjê wan dike jî lê ev karekî ne hêsan e.

Ji bo vê rewşa aloz, şehîd û birîndarên Kurdistanê, ambargoya aborî ya Baxdayê li hember Hewlerê, ketina nirxên petrolê û krîza aborî û şerî li hember DAÎŞê hemû van kiryaran rê didin ku îsal Hukimeta Herêma Kurdistanê Newroz bi bi şêweyek fermî li Kurdistana Federe li dar naxe.

FKKS di qada Swêd de temsîla komeleyên xwe yên endam dike û xwe parçeyek ji êş, azar û nexweşîya gelê xwe dibîne. Ji ber van sedemên li jor hatine dîyarkirin Komîteya Karger a FKKS biryar da ku îsal şahîya Newrozê çêneke lê dê agirê Newrozê wek hersal li Stockholm Eggebygård gurr bike.

FKKS - Federasyona Komeleyên Kurdistanêli Swêdê
Stockholm, 25.02.2015