Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Semîner li ser Êzidî û Êzdiyatî
2015-03-16 23:00
fkks
info@fkks.se








Di 14.03.2015ê de bi ingilîzî "Êzîdî û dînî wan" û di 15.03.2015ê de "Rewşa vê dawîyê Êzîdîyên Kurdistanê" li Stockholmê li ABFê du semîner hatin li dar xistin. Semîner ji alî Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS, Komleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, Kitêbxaneya Kurdî li Swêdê hat li dar xistin.

Herdu Semîner ji alîyê seroka FKKSê Sosin Guven ve hat vekirin û birêvebirin.

Şefiq Tagay profsesorê Psikolojiyê li Universîteta Duisburgê bi ingilîzî li ser dîroka êzîdîya, baweryên wan, struktura civata wan û rewşa wan ya dawî semînerek da gelek swêdî bêşdar bûn.

Di 15.03.2015ê de "Rewşa vê dawîyê Êzîdîyên Kurdistanê" Şefiq Tagay profsesorê Psikolojiyê li Universîteta Duisburgê û Aslan Kizilhan Endamê civata akademisyenên Êzîdî li Almanya li ser bîrûvbawerîyê êzîdîyê, dîroka wan, struktura civata êzîdîyan, nifûsa wan û li kuderê dijîn, hevperîya wê ya bi zerduştîyê û bi bawerîyên din re axifîn; rewşa wan ya dawî û di dîrokê de fermanên ku dli hember êzdîya û li ser vê dawîyê ku li Şengalê ji alîya rêxistina DAÎŞê li hember wan qewimîye anî zimên; bêşdarvan bi dîtinv û pirsên xwe bêşdarê semînerê bûn.