Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Erîşên PKK li ser Başûrê Kurdistanê, Xizmeta Kurdistanê nake!
2020-11-05 20:00
FKKS
info@fkks.se
Li Kurdistana Başûr, gelê Kurd, piştî xebata 100 salan tekoşîn û bi deh hazaran şehîdan ve gihişt azadiya xwe û destkeftiyên hêja û giranbuha ya îro bidest xistin. Ji 2005`an vir da Herema Kurdistanê beşek ji Iraqa federal e û bi yasaya bingehîn ya Iraqê da jî hatiye pesendkirin. Serweriya Hukumeta Kurdistanê ji aliyê hemû dinyayê ve tê naskirin. Bi 10´an serfatertên welatan li Hewlêrê bi cîh bûne. Rêz li serweriya Hukumet, Parlamento û serokê Herema Kurdistanê digrên.

Destkeftiyên Başûrê Kurdistanê, di dîroka Kurdistanê da, mezitirîn û girîngtîrên destkeftiye bo hemû Kurdistanê.

Lê PKK li herema Kurdistana Başûr, bir kiryar û reftarên xwe, her tim bûye cîhê nîgeraniyê. PKK yekitiya dewletên wek Tirkiye, Îran û Suriyê dixwaze, lê rêz li Hukumet, û Parlamentoya Kurdistanê nagrê.

Bi salane li ser herema Kurdistanê ji aliyên hêzên dagîrker ve planên têkbirina Hukumeta Fedral ya Herema Kurdistanê tê çêkirin. Bi derxistana aloziyan, bi erîşkirina ser pêşmergeyan û bi provakasyonên dijî asayişa Herema Kurdistanê, zemînê ji bo dagîrkirina dewletên cîran wek Tirk û Îranê ra xweş dike.

Wek tê zanîn li ser herema Şingalê rêkeftinek naxweyî di navbeyna hukumeta Iraq û Herema Kurdistanê da çê bû ku hêzên biyanî ji Şingalê derkevin û zemîna vegerê ji xelkê Şingalê ra çê bikin ku bikaribin vegerin Şingalê.

Lê PKK ne razîbûna xwe li dijî vê rêkeftinê nîşan dide û dibêje ” Ew beşek ji hêza HEŞTÎ ŞABÎ ne û ji Şingalê dernakevin”. Erîşên li devera Çemankê li dijî Pêşmergeyan û erîşên li dijî sazîyên Kurdistanê, tenê xizmeta komplo û plana têkbirina serweriya Kurdistanê dike. PKK dixwaze Şingal, Mexmûr û Qendîlê bo xwe bike bingeha leşkerî û hêzên dewletên cîran bikişînin Herema Kurdistanê. Eşkereye ku Heeştî Seabî ji aliyê dewleta Îranê ve hate damezrandin. Ne Heştî Şabî, ne jî PKK tu meşrûtiyeta wan li herema Kurdistanê nîne.

Ji bo ku rewşa Kurdistanê Başûr aram be, divê PKK kiryar û reftarên xwe yên erîşker li dijî Hukumeta Herema Kurdistanê rawestîne. Divê PKK rêz li yasa û serweriya Hukumeta Herema Kurdistanê bigrê.

Em wek Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, kiryar û reftarên erîşker ya PKK´ê li Herema Kurdistanê, di berjewendiyê Kurdistanê da nebîne û hemû curê erîş û provakasyonên Li dijî yasayên Hukumet û Parlametoya Herema Kurdistanê, şermezar dikin.

Em bangê hemû endam û alîgirn PKK´ê dikin kul i dijî siyaseta erîşker li ser Herema Kurdistanê derkevin. Rê nedinku rê nedin şerê navxwweyî ya Kurdan û xewna dijmin bi cîh neynin.

Her usa bangê Hukumeta Herema Kurdistanê jî dikin ku bi siyasetek aşîtiyane, plan û provakasyonên li dijî xwe pûç bikin.

Em, parastin û pêşvebirina destkeftiyên Kurdistana Başûr gelekî girîng dibînin. Li gor raya me ji bo parastin û pêşvebirina destkeftiyan divê hêzên siyasî yên Kurdistanê siyaseta yekrêzîya niştîmanî û netewî esas bigrên. Hêzên siyasî yên Kurdistanê, divê ji bo parastina deskeftiyên başûr, ji bo asayiş û aşîtiya herema Kurdistanê li gel siyasetek nîştimanî û netewî bin. Bo çareser kirina hemû pirsgirêkan divê riya diyalog û danûstandinê bibe bîngeh bo hemû hêzên Kurdistanî.

05.11.2020

FKKS
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd