|
BI HÊVÎYA SALEK ŞAD Û BEXTEWAR |
|
2021-01-05 08:00 |
FKKS |
fkks@info.se |
|
Sala 2020 ´an ji bo cîhanê û bi taybetî jî ji bo gelê Kurdistanê baş derbas ne bû. Şer, pevçûn, dagîrkerî, heps û zîndan ne bes bû, vîrusa kambax Covid 19 jî bi serda hat.
Ji hemû van bûyer û karesatana, xesara herî mezin gelê Kurdistanê dît. Ew jî ji bêdewletbûn û bê tifaqîya me bû. Bi kurtî gelê Kurdistanê ji sala 2020´an jî tu xêr ne dît.
Ev rewşa, ji gelê Kurdistanê dibêje ku Kurdo ji hemû wextan zêdetir pêvîstiya we bi yekitiyê heye, mala xwe yek bikin.
Girîngîyek mezin bidin bo yekrêziya netewî û nîştimanî ya Kurdistanê. Li hember erîşên dewletên dagîrker yek deng bin. Bi kar û xebatên xwe ve zemîna erîşê ji bo dewletên dagîrkerên Kurdistanê xweş nekin.
Pirsgirêkên xwe yên navxweyî, bi berpirsiyarî û bi hestiyariyek mezin, bi riya diyalogê çareser bikin.
Bi hêviya ku sala nû ji bo Cîhanê û bi taybetî jî ji bo gelê Kurdistanê azadî û aşîtiyê bîne.
Bo hemû mirovatiyê jiyanek şad û bextewar temenî dikin.
31.12.2020 FKKS Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd |
|
|