Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Dewleta Îslamî li Kobanî qetlîam kir, 146 hevwelatîyên me kuşt!
2015-06-27 12:00
fkks
info@fkks.se



Dewleta Îslamî (DÎ) careke din êrîşê gelê me yê Kobanî kir. Piştî ku Girê Spî (Tel Ebyad) ji destê wê hate rizgarkirin û Cizîr û Kobanî gihîştin hevudû, di 25. 06. 2015ê de çekdarên terorîst ên DÎ li gor îddîayan ji aliyê Tirkîyê ve bi şev ketine nav bajarê Kobanî bi bombayên xwe întîxarî û bi aweyên din li dijî kesên sivîl êrîşeke hovane lidarxistin. Di encama vê êrîşê de li gor agahîyan 146 kesên sivîl -ku zêdetir jin û zarok in - kuştin û bi sedan kes jî birîndar kirin.

Herweha ev rêxistin di eynî rojê deêrîşê bajarê Hesekeyê jî kir û di navbera wan û şervanên Kurd de şerekî dijwar dom dike. Hesekê wilayetaka kurd e lê di bin kontrola rejima Baas a Esad de ye.

FKKS vê karesata terorîstî a bajarê Kobanî bi tundî şermezar dike; nalet li terorîstan dibarîne; ji malbatên şehîdan re sersaxî û ji birîndaran re şîfayê dixwaze.

Herwaha ev rêxistina bi navê Dewleta Îslamî (DÎ) ku xwe bi nav dike milîtanekî wê yî karkir li Fransayê li nêzî bajarê Lyonê di karxaneyekê de serê kardarê xwe jê kir; li Kuweytê êrîşî camîyeka Şîiya kir 30 kes kuşt û li Tunisê êrîşê du otelan kirin 28 kes kuştin û di nav wan de gelek turîst hene.

Piştî rizgarkirina Girê Sipî û kantonên Cizîrî û Kobanî bûn yek; serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayib Erdogan îtîraza xwe li hember vê yekê bilind kir û got; ku Tirkiyeyê dê tu carî nehelê li Bakurê Sûriyeyê dewleteka Kurd bihê avakirin. Lê Erdogan bi xwe jî zane di rewş îro ya rojhilata navîn de ev tehdît û çavsorîya wî tu wateya wê tuneye; ew di eslê xwe de bi vê peyama xwe dixwaze dîyar bike ku ew bi sîyaseta xwe ya rojhilata navîn ji dinyayê îzole nebûye.

Îro li Sûriyeyê dewlet têk çûye her bajer, herêm heta tax hatîye parvekirin. Piştî 100 salan Peymana Sykes -Picot hukmê xwe wenda kiriye û bêedaletîya ku di dîrokê de li hember kurdan û welatê wan Kurdistan hatîye kirin ji navê radibe Kurdistan ber bi statubûnê ve diçe û divê hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê di zûtirîn demê de îdareyek hevbeş a eskerî, aborî û siyasî pêk bînin û bi yekgirtineke neteweyî, li himber van êrîşên hovane rawestin.

Wek tê zanîn berê jî DÎ di 15ê Îlona 2014ê de bi hovane êrîşê bajarê Kobanî û gundên wî kiribû; bi hezaran kurd dev ji gund û malên xwe berdabûn û ber bi bakurê Kurdistanên ve çûbûn û piştî şerekî dijwar bajarê Kobanî di 26.01.2015ê de ji DÎ/DAîŞê rizgar bibû. Ev serkeftin bi hevkariya pêşmergeyê qehreman û şervanên YPG û bi piştgiriya hevpeymaniya navneteweyî hatibû bidestxistin.

27.06.2015
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê