Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Rizgarbûna Şingalê pîroz be!
2015-11-13 18:00
fkks
info@fkks.se


Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) bi rizgarbûna Şingalê kêfxweşîya xwe dîyar dike; serfermandarî û serorkê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û pêşmergeyên qehreman û herweha ji bo piştgirî û beşdarîya wan ya di rizgarkirina Şingalê de şervan û çalakvanên her çar perçeyên Kurdistanê pîroz dike û sipasîya hevpeymanîya hêzên navneteweyî dike.

Operasyona rizgarkirina Şingalê di 12ê Mijdara 2015ê de di bin serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Gitşî yê Hêzên Çekdar Mesûd Barzanî û piştgirîya hevpeymanîya hêzên navneteweyî hat destpêkirin û di 13ê mijdarê de Şingal ji rêxistina DAÎŞê hat rizagarkirin. Barzanî di presskonferensa rojnamevaniyê de got: “Ev rojek dîrokî ye û destanek mezin li ser destê Pêşmergeyên qehreman hat tomarkirin.”

Di 3ê Tebaxa 2014ê de çeteyên DAÎŞê bi êrîşeka hovane herêma Êzîdîyan Şingalê dagir kiribû; ew wehşeta ku di qirnê navîn de nimûneyên wê di dîrokê de heye anî serê gelê me yê kurdên Êzîdî; destdirêjîya jinan kirin û revandin di sûkan de derxistin firotanê; yên neketin destê wan tevî zarokên xwe bi çiyayan ketin bi rojan di çiyayan de ji tî û birçîbûnê bi dehan zarok mirin; derbeder bûn. Ev fermaneka din bû ku dîsa hatibû serê kurdên me yê êzîdî. Ev dîmen bi rojan di medyaya cîhanê de belav bû.
13.11.2015
FKKS