|
PÊŞEWA QAZÎ MIHEMED NE MIR E! |
|
2021-03-31 08:00 |
FKKS |
fkks@info.se |
|
Ji vir 74 sal berê di roja 30.03.1947´an de têkoşerên nemir Pêşewa Qazî Mihemed, Mihemed Hesenxanê Seyfê Qazî û Ebulqasim Sedrê Qazî li meydana Çar Çira´yê li bajarê Mehabadê, ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin. Pêşewayê nemir Qazî, her li heman şûnê, li meydana Çarçira´yê di roja 21.01.1946´an de Komara Kurdistanê ragîhandibû. Mixabin ji ber gelek xoyên cuda Komara Kurdistanê karî bû tenê 11 mehan bijî.
Hizba Demokrat a Kurdistan Îranê, bi munasebeta roja Şehîdbûna Qazî Mihemedê di roja 30.03.1979´an de wek roja hemû şehîdên Kurdistanê ragîhandiye.
Gelê Kurdistanê pêşewa, rêberên xwe yên doza azadiya Kurd û Kurdistanê ti car ji bîr nakin. Xebat, rê û rêbazên wan yên netewî û niştîmanî her berdewam e.
Em wek Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, bi munasebeta roja şehîdbûna pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, hemû rêberên kurdistanê yên wek serok Mela Mistefa Barzanî, Seîd Riza, Şêx Saîd û Şêx Mehmûd Berzencî û hemû Şehîdên Kurdistanê, bi rêz û hurmet bibîr tînin.
Peyman didine wan ku agirê doza wan ya ji bo azadiya Kurdistanê ti caran natemirînin.
30.03.2021 Frderasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd |
|
|