Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Keça têkoşerê Kurd Leyla Qasim 1952-1974
2021-05-12 10:00
Fkks
info@fkks.se
Keça têkoşerê Kurd Leyla Qasim 1952-1974

Keça têkoşerê Kurdistan, sembola berxwedanê Leyla Qasim di sala 1952´an de li gundê Bamilî ser bi bajarê Xaneqîn ji dayika xwe dibe.

Malbata wê malbatek hejar û welatperwer bû.
Leyla di sala 1970´an de bi riya birayê xwe yê mezim Selam Qasimî ve di nav refên rêxistina Yekitiya Xwendevanên Kurdistan de cîh digrê û dest bi xebata xwe dike.

Di meha Adar ya sala 1974´an de erîşên rejîma Iraqê li ser herema Kurdistanê bi tundî dest pê dike. Di vê erîşê de gelek têkoşer, rewşenbîr, xwendevan û azadîxwazên Kurd tên girtin.

Her di wê demê de bi hezaran têkoşer bo parastina mafên neteweya xwe riya çîya´yan digrên û çekên pêşmergetiyê hildigrên. Di wê demê de Leyla Qasim û Cewad Hemedanî, Nerîman Quadmestî û hin hevrêyên wê, biryar didin ku di nav bajarê Bexdayê de çalakiyan li dar bixin.

Leyala, di zankoyê de xwedî rolek grîng û kariger bû.
Dezgeha muxaberata rejîma Iraqê, bi berdewamî û pir bi tundî çadêriya Kurdan yek bi yek dikirin.

Ji ber hindê jî pir nekişand ku di roja 28.04.1974´an de, Leyal Qasim û çend hevalên wê wekî Cewad Hemedanî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Heme Reşîd û Azad Sileyman Mîran, ji aliyê hêza asayiş û serbazên rejîmê li Bexdayê tên girtin.

Leyla Qasim, keçeke çavnetirs û zîrek bû. Di zîndanê de li dijî muxaberata Beasî usa gotibû: ” Bi kuştina min hezaran Kurd ji xewa nezaniyê şîyar dibin, ez pir xweşhal û serbilindim ku di riya Kurd û Kurdistanê de feda dibim.”

Rejîma Beasî ya Iraqê, bi mebesta çav tirsandina xortan û xwendevanan, yekser daxwaza girtina wê dike û di roja 12.05.1974´an saet 7´ê sibê de Leyla Qasim û her çar hevalên wê li darve dikin.

Birayê wê Selam Qasimî jî piştî demek kurt li Bexdayê ji aliyê Beasiyan ve tê şehîdkirin.

Xebera li darvekirina Leyla Qasim, li seranserê Kurdistan belav dibe. Her usa di hinek çapemeniyên Cîhanî de, xebera li darvekirina Leyla Qasim di dîroka Iraqê de wek yekem jina sisyasî hatibû belavkirin.

Li darvekirina keçaka Kurd bi destê dijminê dagîrker ya Beasî, bû sebeba wê ku bi hezaran xortên Kurd, pêgirê doza rewayê gelê Kurd bûn û berê xwe dan çiya´yên Kurdistanê.

Leyla´yê li darve kirin, lê hezaran leyla ji dayika xwe bûn. Piştî şehîdbûna Leyla Qasim, li seranserê Kurdistanê, navê wê li hezaran zarokên Kurd hate danîn.

Leyla Qasim, di xebat û tekoşîna gelê me de bû sembola tekoşînê, bû destan û helbesta şaîrên mezin yên Kurd.

Ferderasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd