|
FKKS´ê, serdana sefîrê nû yê Iraqê rêzdar Pêwan Zawîte`yê kir. |
|
2021-07-14 08:00 |
FKKS |
fkks@info.se |
|
Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, serdana sefîrê nû yê Iraqê rêzdar Pêwan Zawîte`yê kir.
Şandeya FKKS´ê ji aliyê Sefîr birêz Pêwan Zawîte`yê ve hate pêşîwazîkirin.
Piştî xwe danasîna Komîteya Karger ya FKKS´ê, Serokê FKKS´ê posta nû ya rêzdar Pêwan Zawîte`yê pîroz kir û serketina wî xwest.
Her usa bi taybetî li ser kar û xebatê federasyonê û bi giştî jî li ser rewşa Kurdên Swêdê agahdarî pêşkeşî sefîr kir.
Dûra endamê Komîteya Karger jî bi vê hevdîtinê xweşhaliyên xwe anîn ziman û berdewamiya peyvendiyan temenî kirin.
Rêzdar Pêwan Zawîte, bi serdana Federasyonê kêfxweşîya xwe anî ziman, kar û xebatên Federasyonê bi girîngî nirxand.
Hevdîtin, di atmosferek xweş derbas bû.
FKKS 2021-07-13 |
|
|