Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Bîranîna Helebçe; "Bi hezaran ji me kuştin, ew zanibûn em bê pişt in"
2017-03-17 12:00
fkks
info@fkks.se












Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swedê (FKKS) di 16ê Adarê de 29mîn salvegera komkujîya Helepçe li Stockholmê li Dêra Adolf Fredriks bi bîr anî. Kurdo Baksî bîranînê birêve bir û gelek kes bêşdar bûn.

Serokê FKKSê Keya Izol, Nûnerê hikumeta Herêma Kurdistanê li Swêdê Şoreş Kadir Rahem, nûnerê hevkarîya Hêzên Kurd û Kurdistanê li Swêdê Ali Juma, wezîrê Edalêtê yê Swêdê Morgan Johansson. Parlementera Partîya Liberal Birgitta Olsson, Parlamentera Partîya Xirisyandemokrat Desirée Pethrus, Parlamentera Partîya Çep Lotta Johnsson Fornarve, Seroka Netverka Swêd-Kurdistan li Parlemnetoya Swêdê Roza Hedin Guclu axifin.

Axafêr di axaftina xwe de Helepçeyê bi bîranîn, piştgrîya doza kurd kirin, şerê pêşmerge û şervanan li dijî DAÎŞê pesinandin .

Serokê FKKSê Keya Izol di axaftina xwe de got; Mixabin Helepçe di roja îro de jî hin li dar e, bi sedan kurdên Êzîdî marûzê êrîşên DAÎŞê bûn, hatin kuştin, jinên wan hatin tecawuzkirin û di pazaran de hatin firotin.

Koroya Jinên Kurd û Bahoz û Baran bi stranên xwe reng dan birîanînê.

Starana Bahoz û Baran a li ser Helebçê; "Ey wax dayê, ey wax dayê; wan hezaran ji me kujtin, ew zanibûn em bê pişt in", guhdervanan xêmgîn kir

Herweha li Riksdagena/Meclîsa Swêdê jî bîranîna Helepçe hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Sosyaldemokrat û Seroka Tora Swêd-Kurdistan ya Meclîsê Roza Hedîn Guclu, parlamenterê Partiya Lîberal Fredrik Malm, Balyozê Iraqê yê Swêdê Bekir Fettah, Serokê FKKSê Keya Izol, Nûnerê KRG Şoreş Kadir Rehim axifin; Bahoz û Baran sitirîn.