|
Karlênê Çaçanî çû ser dilovaniya xwe |
|
2012-04-12 12:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Karlênê Çaçanî çû ser dilovaniya xwe
Di 9ê Nîsan a 2012an de zanîyar û nivîskarê kurd, doktorê dîrokzanîyê, Serokê Beşa Kurdzanîyê ya Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Ermenîstanê yê Zanîstîyê Karlenê Çaçanî di 83 salîya temenê xwe da li Yêrêvanê çû ser dilovanîya xwe.
Karlênê Çaçanî nêzîkî sedî gotarên zanîstîyê li ser dostanîya kurdan û ermenîyan, li ser çand û dîroka kurdan nivîsîye. Weke 15 pirtûkên efrandinên wî derketine, gelek ji wan jî bi zimanê rûsî û ermenî hatine weşandin.
Karlênê Çaçanî ji bo emekê mezin yê di warê pêşvebirina wêje û çanda kurdên Sovîyêta berê da gelek caran hêjayî xelatên Ermenîstana Sovîyêtê yên dewletê bûye. Em ji malbata wî re, ji civata kurdên Ermenîstanê re sersaxî dixwazin. Bila serê gelê kurd sax be!
12.04.2012 Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
|
|
|