Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
FKKS: “Êrîşên li hember HDPê şermezar dike”
2015-06-06 14:00
fkks
info@fkks.se



Di 5ê Hezîranê de li Diyarbekirê li meydana Îstasîyonê di xwepêşandina HDP (Partîya Demokratîk a Gelan) de teqîn çêbûn; bi sedan hevwelatiyê me birîndar bûn û 4 hevwelatîyê me jîyana xwe ji dest dan. Serokê HDPê Selaheddîn Demirtaş got; ‘Ev hewildaneka komkujîyê bû, gelek zarok li meydanê bûn’.

Çend roj berê jî li Çewlik û Erziromê dîsa li hemberî HDP êrîş hatibûn kirin. Li Çewligê bi navê Hamdullah Oge endamekî HDP hatibû kuştin û li Erziromê jî bi navê Aydin Taşkesen kesekî hatibû şewitandin û bi giranî birîndar e.

Em sersaxîyê ji gelê xwe û şîfayê ji birîndaran re dixwazin.
Di 7ê Hezîrana 2015ê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hilbijartina giştî ya ji bo Parlamentoyê heye û partîyên bêşdarî hilbijartinan dibin daketine kolan û meydanan propagandayên xwe dikin.

HDP partîyeka xwe Tirkiyeyî dihesibîne lê li Kurdistana Bakur bi milyonan hilbijêrên wê hene û di raya gîştî de wek partîyeka pro-kurd dihê dîtin. Di propagandaya hilbijartinê de êrîş li hember wê dihên kirin û hêzên tarî û xêrnexwaz naxwazin ew bendawa hilbijartinê derbas bike û bikeve Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê.

Em van êrîşan bi tûndî şermezar dikin û wek êrîşên li dijî azadî û demokrasîyê dinirxînin; dewleta Tirkiyê divê failên van êrîşan biqefile û derxîne ber dadgehê.

6.06.2015
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
www.fkks.se