Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
'Roja Zimanê Kurdî' pîroz be
2015-05-16 01:00
fkks
info@fkks.se


Ev deh sal in 15ê Gulanê wekî "Roja Zimanê Kurdî" û "Cejna Zimanê Kurdî" dihê pîrozkirin. 15 Gulanê tarîxa derketina kovara Hawarê ye. Kovara Hawarê li Şamê di 1932ê de ji alîyê Celadet Alî Berdirxan ve hat derxistin. Ev kovar bi tipên latînî bû. Ji wê salê û vir ve Kurd gelek rojname û kovarên bi kurdî derxistin; gelek radiyo û tv vekirin. Başûrê welêt gihaşt azadîya xwe û zimanê kurdî di her asteyê de zimanê perwerdeyî ye. Lê mixabin li perçeyên din yên Kurdistanê zimanê kurdî hin bi resmî û hiqûqî neketîye nav sîtema perwerdeya wan dewletên dagirker ku Kurdistan di bin nîrê wan de ye.

Herçiqas li Bakurê Kurdistanê di van 10 salên dawîyê de guftugoyên endametîya Tirkiyê bi Yekîtîya Ewrûpayê re hinek guhartin çêbûn û di çerçeweya Qanûna TRT û li hin Zanîngehan de bi navê ’beşê zimanê zindi’ beşên zimanê kurdî(kurmancî-zazakî) vebûn û di dibistanên serateyî di pola pêncem de kurdî wek dersa ’bijarte’ hat qebûlkirin jî ev hemû gav dûrê daxwazên kurdan in.

Daxwaza FKKSê ew ku ji hêlîna zarokan heta zanîngehê, perwerdeya bi Kurdî bibe û li wilayetên ku Kurd li wir di piraniyê de ne Kurdî (Kurmancî û Dimilkî) di her warî de bibe zimanê yekem.

FKKS 83 saliya kovara Hawarê û berpirsê Hawarê Celadet Alî Bedirxan û hemû niviskarên wê bi hurmet bi mînet û bi rehmet bi bîr tîne û dibêje; "Roja Zimanê Kurdî" û "Cejna Zimanê Kurdî" li gelê kurd û Kurdistanê pîroz be!

15.05.2015
FKKS