Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Di serdana Fellah Mistefa ya FKKSê de ”Daxwaza wezaretekê ji bo diaspora kurdan”
2015-01-14 01:00
fkks
info@fkks.se












Seredana Berpirsê peywendîyên Derve yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Fellah Mistefa û Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê li Swêd Şoreş Qadir ji bo FKKSê

Di 13.01.2015ê de Berpirsê Peywendîyên Derve yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Fellah Mistefa Bekir û Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê li Swêdê Şoreş Qadir tevî delegasyonekê seredana Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêdê (FKKS) kir.

Di civînê da ji bilî Komîteya Karger a FKKS, berpirsê Pirtûkxaneya Kurdî li Swêdê, Serokê Komeleya Nivîskarên kurd li Swêdê, Serokê Komeleya Salmezinên Kurd li Swêdê, Serokê Komeleya Drama Kurd li Swêdê, Nûnerên Encûmana Kurdên Sûrîyê li Swêdê, Nûnerên Yekîtîya Jinên Kurdistanê li Swêdê, serokên berê yên FKKSê, siyasetmedar û hinek şexsîyetên naskîrî bêşdarê civînê bûn.

Seroka FKKSê Sosin Guven xêrhatinê li mêvanan kir û kêfxweşîya xwe anî zimên ku Berpirsê Peywendîyên Derve yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Fellah Mistefa tevî delegasyonekê seredana FKKSê kir. Paşê ji bo şehîdên Kurd û Kurdistanê deqîqeyek hat rawestandin. Piştî xwe nasandinê, Seroka FKKS gotin da berpirsên peywendîyên Derve yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Fellah Mistefa. Wî di derheqê rewşa Kurdistanê û kar û barên derve de agahîyek berfireh da.

Ew li ser navê Hikumeta Herêma Kurdistanê bêşdarê xwepêşandina mezin a Parîsê bibû ku terora li kovara dijî Charlie Hebdo bû û bahsa hevdîtinên xwe bi Wezareta Derveya a Fransayê kir.

Her weha bahsa hevdîtinên xwe yên bi parlamanterên Swêdê a komsîyona karûbarê derve re, Wezîra Derve û Wezîrê Tendûrîstî yên Swêdê re kir û pesnê nûnerê hukûmeta Kurdistanê li Swêd Şoreş Qadir da ku ew van hevdîtinan organîze kiriye. Wek dihê zanîn çendekî berê Wezîra Derva ya Swêdê Margot Wallström gotibû; dê Swêd grûbek leşker ji bo perwerde û şewirmendiyê bişîne Hewlerê da di şerê li dijî DAÎŞê de alîkarîya pêşmerge bikin.

Di nav pirsên beşdarvanan de pirsek balkeş ev bû ku divê Hikumeta Herêma Kurdistanê wezareteka ji bo kurdên diaspora damezirîne û bi pirsên wan mijûl bibe. Dê ev rê bide kurdên diaspora ku ew di kar xebatên xwe de bibin yek deng.

Her weha Berpirsê peywendîyên Derve ya Hikumeta Herêma Kurdistanê Fellah Mistefa pesnê rola FKKSê girîng nirxand û hêvî xwest ku di karûbarên xwe yê piroz de bi serketî bin.

Seroka FKKS ji sipasîyên xwe ji bo hatina mêvanan kir û hêvî û temenîya dewletek azad û serbixwe a Kurdistanê kir.
Kurdistan tv civînê şopand û film kêşand.