Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Civîna KK ya FKKS bi kevneserokên FKKSê û endamên KK yên berê re
2014-12-08 14:00
fkks
info@fkks.se















Li lokala Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) li Dubvov.59 de di 7.12.2014ê de endamên Komîteya Kargir (KK) bi kevneserokên berê û bi endamên KK yên berê re civîneka sohbetê li dar xist.

Li gor felsefeya FKKSê l i ser hatibû damezirandin ji avakirina FKKS heta îro ku ji çar parçeyên Kurdistanê hevwelatîyên me cih stendibûn bêşdarî civînê bûn.

Di civînê de ji 9 serokê kevin yên FKKSê 7 serok; Salih Ince, Mahmud Kiper, Zinarê Xamo, Keya Îzol, Vildan Tanrikulu, Mistafa Aydogan û Şermîn Bozarslan bêşdar bûn.

Sohbet wek muhasebeya xebat û çalakîyên FKKSê derbas bû.

Seroka FKKSê Sosin Guven li ser navê FKKSê xêrhatinê li serok û endamên berê kir ku got;."We ev barê giran hilgirt ser milê xwe û FKKS avakir. 1981 ji nan û avê ferztir bû ku dezgehêk ya Kurdistani û bêlayan bête avakirin." Axaftina wê cuda didin.

Serok û endmên KK yên berê li ser xebat û çalakîyên FKKSê dîtinên xwe gotin. Vildan Tanrikulu, Keya Îzol, Seyran Duran, Nebî Bal, Abdulrezaq Feylî, Bawer Eser, Şefîq Kaya, Mihemed Hacî, Bonîye Cigerxwîn, Mahmûd Kîper, Siddiq Bozarslan, Şermîn Bozarslan li ser çalakî û xebatên FKKSê dîtin û rexneyên xwe pêşkêş kirin; hemû di wê bawerîyê de bûn ku bi avabûna xwe FKKS rêxistêneka neteweyî, demokratîk û Kurdistanî nimûneyeka yekta li Ewrûpayê ye.

Lê li gor şert û şûritên nû divê ew xebata xwe bidomîne; li ser meseleyên entegrasyon, demokratî, mafê mirovî, zimanî, wekhwevî û herweha ew divê li ser lobîya kurdî jî xebata xwe geş bike.
Piştî sohbetê bêşdarên civînî bi hev re xwarin xwarin.



Axaftina seroka FKKSê Sosin Guven

Li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd hûn hemu bi xêr û ser seran hatine.
Pêşîya ez dest peyva xwe bikin, dixwazim ku hûn deqikeyekê rawestin jibo şehîdên kurd û Kurdistanê

Pêşîya salên heftê tu kesê kurd û Kurdistan nas nedikirin. Informasîyona di derhekê kurdan da gellek kêm bû.

Lê pêştî salên heftê, kurdên politik berê xwe dan Swêd û li vir cî bûn. Wan ditîn ku divê kurd mobilîze bibin ku xwe bidin naskirin û peywendîyên kurdan li gel swêdîyan çêkin.

We ev barê giran hilgirt ser milê û FKKS We ev barê giran hilgirt ser milê xwe û FKKS avakir. 1981 ji nan û avê ferztir bû ku dezgehêk ya Kurdistani û bêlayan bête avakirin.

Ez dizanim ku di wê demê da bi teknolojîyek û derfetek kêm we ev erk danî ser milê xwe. Ez dizanim ku we çiqas zehmetî kişand ku heya FKKS bête avakirin.

Ku iro FKKS hebe û li ser lingan be, ew berhemê keda we ya salane. Iro em wê dezgehê rê ve dibin.
Ji ber wê yekê em bi we serbilind in. Her çiqas ez li vir çêbibim jî, lê bi wergirtina perwerda we min xwend û bûm xwedîyê du mastiran li ser huquqa navnetewî. Bi saya serê we min dest politîkayê kir û ev dû mandate ez wek endamê meclisa solna kar dikim.

Bi saya serê we, iro bi hezaran ciwanên kurd di universitetan dixwînin û gelek jî temam kirine. Sedan kadirên weke min li swêd çêbuyî, bi saya serê we bûne xwedîyê diplomên mastirê. Hilbijartina herê dawî şeş kurd ketin parlamana Swêd da.

Iro kurd gellek aktiv in di qada Swêd da. Ev cihê şanazîyê ye. Hêdî herkes kurd û Kurdistanê nas dikin.
Lê barê me, sedan caran ji berê girantir û zortir e. Divê em li gor van pêşveçûyîn û teknolojiya nû xwe perwerde bikin û bimeşin. Bi hezaran kadirên ciwan û zîrek yên kurd hene. Pêwîstîya me ji her demî bêhtir li wan kadirên zîrek heye.

Demê ez li derdorê xwe dinêrim, biçûkatîya min tê bira mîn. Demê yên weke mamo Wildan, Keya û Nebî, Meta min Şermîn , Seyran , Şûkran û Bonja zarokatîya min tine li ber çavên min. Ji ber ku wana gellek caran ez dame milê xwe û di guhê min da bi kurdî gazî min kirîne o gotine Sosina min. Ez bi wê kurdîyê, perwerde bûme.

Pêwîst bû ku me zûde hev bidîta. Lê direng be jî, em di karê de ne.
Bir û rayên we ji bo me girîng in.

Federasyon destgehek netewî, demokratik, Kurdistanî û belayan e. Tişta me dighîne hev ev pirensib in. Heya ku em li ser van pirensîban bimeşin, federasyon yê bi ser bikeve.
Her bijî Kurd û Kurdistan
Her bijî FKKS



Serokên FKKSê ji damezirandinê heta îro

Salih Ince, di navbera 1982-83an de seroktiya Federasyonê kiriye.
Ji Kurdistana Bakur e. Di sala 1974an de hatiye Swêdê, mamoste ye.

Mahmûd Kiper, di navbera salên 1983-1984an de seroktiya Federasyonê kiriye.
Ji Kurdistana Bakur e. Di sala 1975an de hatiye Swêdê, pedegog e

Harûn Eliaçik, di sala 1985an(6 meh) de serokitiya Federasyonê kiriye.
Ji Kurdistana Bakur e. Di sala 1976an de hatiye Swêdê, muhasib e.


Zinarê Xamo, di sala 1985an(6 meh) de seroktiya Federasyonê kiriye.
Ji Kurdistana Bakur e. Di sala 1980an de hatiye Swêdê, karker e.

Henefi Celebli di sala 1986-87an de de seroktiya Federasyonê kiriye.
Kurdê Anadoliyê ye. Di sala 1973an de hatiye Swêdê, muhasib e.

Keya Izol di navbera salên 1988-1991 û 1997-2004 seroktiya Federasyonê kiriye.
Ji Kurdistana Bakur e. Di sala 1974an de hatiye Swêdê, mamosteyê zimanê zikmakî ye.

Vildan Tanrikulu, di salên 1991-1995an de seroktiya Federasyonê kiriye.
Ji Kurdistana Bakur e. Di sala 1981ê de hatiye Swêdê, mamoste ye.

Mustafa Aydogan, di sala 1996an de seroktiya Federasyonê kiriye.
Ji Kurdistana Bakur e. Di sala 1986an de hatiye Swêdê, mamoste ye.


Aycan - Şermin Bozarslan, di sala 1996-1997 û di sala 2004 - 2014 an de serokatiya Federasyonê kiriye. Ji Kurdistana Bakûr e. Di sala 1983 an de hatiye Swêdê. Di sala 2009 û 2010 an de serokatiya SIOS ê (Konfederasyona Biyaniyan) kiriye.
Birêvebira pedagojîyê a komek dibistana sereta ye.

Sosin Guven, di sala 2014- seroktîya Federasyonê kiriye. Ji bakurê Kurdistan e, yek ji nesla nû ye, hiqûqzan e.