Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Serdana grûbek Parlamenterên Herêma Kurdistanê bo FKKSê
2015-02-05 14:00
fkks
info@fkks.se










Di 4.02.2015ê de grûbeka Parlementerên Herêma Kurdistanê serdana FKKSê kirin endamên komîteyên FKKSê û siyasetmedar û hinek şexsîyetên naskîrî pêşewazîya wan kir. Parlamenterê esilkurd yê partîya Sosyaldemokrat a Swêdê Serkan Kose jî di civînê de amede bû.

Civîn ji alîyê seroka FKKSê Sosin Guven ve hat vekirin; piştî deqîqeyek li ser giyana şehîdê Kurd û Kurdistanê, wê bahsa xebat û çalakîyên FKKSê kir.

Li ser navê grûba Parlamentoyê Fersat Sofî xêfxweşîya xwe anî zimên ku ew li Swêdê ne û kurdên Swêdê ji bo wan ciyekî taybemend heye ku ew di warî kurd û Kurdistaniyê de xebatên gelek hêja kirine; îro pewîstiya Kurdistanê zêdetir bû wan heye. Di şerî dijî DAÎŞê de sînorê ku Kurdistanê dabeş kiriye bi fiîlî rabûye û li ser daxwaza serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi yekdengî biryar wergirt ku grûbek pêşmerge herin rojavayê Kurdistanê piştgirîya birayên xwe yên Kobanî bikin ku îro Kobanî bûye remza berxwedana gelê Kurd li hember DAÎŞê. Herweha wî bahs kir ku îro li Kurdistanê 2 milyon awareyên Kurd hene ku ew ji ber êrîşên DAÎŞê dev ji warên xwe berdana hatine li Kurdistanê bi cî bûne û di kampan de di mercên nebaş de dijîn.

Parlamenta Kildanî Wehîde Yaqut Hurm jî qala rewşa mesihîyan kir û got ku tenê ji Musilê 120 hezar mesihî terka bajarê xwe kirine û di kampa Dihokê de dijîn.

Parlamenterên din jî bahsa xebatên xwe kirin û hemû li ser weê yekê hemfikir bûn ku îro çawa ji penaberên ku li Kurdistanê dijîn alîkarî bikinû piştgirek xurt ji bo wan peyda bikin.

Parlamenterê esilkurd yê partîya Sosyaldemokrat a Swêdê Serkan Kose jî axaftina xwe bahsa xebata parlamnetoyê swêdê ku parlamnetrên esilkurd ku di riksdagena Swêdê de kir û got ew ê di demek nêzîk de serdena Herêma Kurdistanê bikin.

Bêşdarên Civînê yek bi yek xwe dan naskirin hêvî û daxwaza xwe yên serkefinê kirin; piştî civînê bêşdar bi hev re xwarin xwarin.

Di grubê de parlamenterên partîyên cûda; PDK, YNK, Hizbî Îslamî, Yekîtîya Îslamî, Kildanî hebûn ew li ser vexwendina Parlamentoya Swêdê hatibûn Swêdê da ku ji tecrubeyên demokrasîya Swêdê û xebata parlamentoyê sûd werbigrin.

Îro di Parlamentoya Herêma Kurdistanê de 38 parlamenterên PDK, 24 yên Goran, 18 yên YNK, 10 yên Yekîtîya Îslamî, 6 yên Bizotnameya Îslamî hene û kêmneteweyî û partîyên din jî her yek mebûsên wan hene.