|
Seroka FKKSê bêşdarê pîrozbayiya SIOSa Västergötlande bû |
|
2011-11-29 11:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Seroka FKKSê Şermin Bozarslan di pîrozbahîya salvegera 10 ê min a SIOS Västergötlande de li ser navê SIOSê wek cigîra serok beşdarî kir. Pîrozbahî li Goteborg li hola Komeleya Serbîan pêk hat û bi şahî dawî hat.
SIOS konfederasyonek bo Federasyonên Biyanî ye. FKKS ji sala 1997 an ve endama SIOS e. Niha 20 Federasyon endamên SIOS ê hene.
FKKS di nav SIOS ê de bo ziman, nasname û civatek pirr zimanî, pirr kulturî û pirr alî kar dikin.
Seroka FKKS di beşa semineran ya pîrozbahîyê de li ser babeta ”ji bi çi SIOS pêwîst e û tesîra polîtikaya Swêd ya kevin bo biyanîyan û tesîra polîtikaya entagrasyonê ya niha bo penaberan” semîner da.
|
|
|