|
Xeyala Robînê 13 salî ew e ku di motorcrosê de kurdan temsîl bike! |
|
2011-11-17 13:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Malbata Robîn ji bakurê Kurdistanê li qezeya Qoserê ne. Li Swêdê li bajarê Vesteros bi cî bûne.
Robin di 5 saliya xwe de dest bi ajotina motorcrosê kiriye û sê salan ajotiye. Dema ku ew dibe 8 salî malbata wî ajotina crossê xeter dibînin. Ji dêleva crossê ew gokart dajo. Ji ber ku gokart 4 teker in û 4 teker ji 2 tekeran ewletir e. Di 2006ê vir ve ew di pêşbîrkan de gokart dajo.
Di sala 2012 ew ê dest bi ajotina radical bike. Hedefa wî ew e ku ew di paşerojê de wek ajoterekî kurd li Swédê, gelé Kurdistan û netewa kurd di qada navnetewî de bi serbilindî temsil bike.
Daxwaz û héviyen Robîn ew e ku ew rojekê ji bo ciwanén kurd bibe pêseng û nimûneyek qenc.
Em Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi dil û can bi vê xeyal û hêviya Robîn re ne û hêvîdar in Robîn biserbikeve
Zêdetir agahî http://www. robineracing.com
|
|
|