Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
FKKS: ”Li Îranê îdam bûye parçayek ji jiyanê ”
2011-03-21 13:00
fkks
info@fkks.se


Di 20ê Adara 2011ê de li Stockholmê semînerek ji bona piştgiriya girtiyên siyasî yên neteweyên cûda li Îranê hat li dar xistin. Semîner ji aliyê Komîteya piştgiriya girtiyên bîrvekirî yên siyasî yên miletên cûda yên Îranê û Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) hat organîzekirin û Kurdo Baksî moderatê semînerê bû.

Seroka FKKS Şermîn Bozarslan li ser rewşa Kurdistana Îranê sekinî û got ku bi hezaran kesên ji miletên cûda yên îranê ji ber çalakiyên xwe yên ji bo demokrasî û mafên mirovî û neteweyî di girtîgehên Îranê de ne û hukumeta Iranê deriyê xwe ji rêxistinên navneteweyî re girtine, îdam li Iranê bûne parçeyek ji jiyanê. Bozarslan diyar kir ku FKKS piştgiriya kampanya bo girtiyên siyasî yên netweyên Iranê dike û encamê vê semînerê dê bête belavkirin, divê li Iranê hemû girtîyên siyasî be qeyt û şert serbest bêne berdan.

Li ser navê Komîteya Hevkariya hêz û partiyên Kurd û Kurdistanê Şefîk Kaya û nûnerê Komîteya Piştgiriya Komîteya piştgiriya girtîyên siyasî yên miletên cûda yên Îranê armanca semînerê anî zimên Nûnerê Komîteya kampanyaya piştgirî ji bo girtiyan Naser Heyderi ; li ser 32 salên rejima meleyên Îranê sekinî û kirinên rejimê li hember gelên cûda yên îranê û li ser rewşa girtiyên siyasî rawest. Herweha di semînerê de bi filmekê dokumentar ku bi gelemperî siyasete rejîma Îranê û bi taybet jî siyaseta li hember girtiyan hat nîşandan.
Herweha armanca kampanja bo piştgiriya girtiyên siyasî ji aliyê girtiyekî siyasî yê berê ve hat xwendin.

Serokê Şaredariya berê yê Diyarbekirê Mehdî Zana ku bi salan di girtigehê de mabû û şkenceyên ku di girtigehan de li wî/wan hatibû kirin anî zimên û got; piştgiriya ji bona girtiyan û ji girtiyan re name şandin moralekê mezin e ji bona wan û vê yekê bi tercubeyên xwe ku jiyabû ji temeşavanan re bi kelogirî parve kir û wexta axaftina xwe xelas kir ji aliyê temeşevana ve bi piyan hat çepikandin.

Netverka Parlamnetoya Swed- Kurdistan ku ji parlamenterên 5 partiyên Swêdê di Parlamentoya Swêdê ne pêk tê li ser navê wan Arhe Hamednaca(S) ku eslê wî ji Erîtreyê ye bêşdarî semînerê bû û li ser armanca avakirina netverkê sekinî û piştgiriya xwe ji bona girtiyên siyasî yên Îranê anî zimên.

Idris Ahmedî ku li Zanîngeha Stockholmê di ilmî siyasetê de doktora dike li ser siyaseta Îranê bi tevayî û bi taybet jî li ser neteweyên Îranê, mafê mirovî sekinî , bi avayekî fireh analîza rewşê kir, bersiva pirsên temeşevanan da. Agahdarî û şiroveyên Idris Ahmedî gelek bala beşdaran kişand.