Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Di 33 emîn salvegera Enfalê de em hemû qûrbanîyên komkûjîyê bi rêz bibîrtînin
2016-08-02 12:00
fkks
info@fkks.se


Rejîma Seddam û dewleta dagîrker a Iraqê berê 33 salan li hember têkoşîna gelê Kurdistana fermana Enfalê dabû. Komkujîya Enfalê yek ji wan hovtirîn qetlîamên ku di dîrokê de li hember gelê Kurdistanê pêk hatîye, ye.

182 hezar kurdên zarok, jin û pîremêrd, zêdetirî 8000 Berzanîyan di vê qetlîamê de hatin qetil kirin.

Gelê Kurdistanê piştî vê komkujîya hov careka din karibû ala şoreşê li hember rejîma xwînxwar ya Seddamê bilind bike.

Îro ne Seddam ma, ne jî rejîma wî ya dagîrker.

Destkeftîyên Başûrê Kurdistanê êdî gihaştiye asta dewleteke serbixwe.

Hemû qetlîamên dijî gelê Kurdistanê li her çar beşên welatê me de rojekê dê bi dawî were û em jî bigihêjin maf û azadîya xwe ya rewa.

Em şehîdên Enfalê bi giramî bibîr tînin û careka din kiryarên qirêj yên dagîrkeran şermezar dikin.

31 Tîrmeh 2016
FKKS