|
Serdana Komciwan bo FKKSê |
|
2016-06-29 23:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Di 29.06.2016ê de kom(ek)ciwan ji Almanyayê serdana Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) kir. Grûb ji aliyê Keya Îzol (serok), Roshena Magron(sekreter), Gulban Qaradaxî(endama KK ) û Kovan Amedî(endamê KG) ve hatin pêşewazîkirin.
Serokê FKKSê Keya Îzol li ser dîrok, struktur, xebat û çalakîyên FKKSê agahî da ciwanan, bahsa Kurdên diaspora kir û balê kişand ser wê yekê û got; divê kurdên dîaspora zêdetir çalak bin û ew awantajiyên xwe yên hevwelatîbûna Yekîtîya Ewrûpayê jî bi kar bînin û bandorê ser hukimetên xwe bikin da ew li hember sîyaseta hikûmeta Tirkiyeyê a ceberut ku li dijî kurdan dimeşîne çavên xwe jê re negrin û bê deng nemînin.
Endamên komciwan ji bajarên cuda yên Almanyayê bûn, armanca hatina wan a Swêdê ew bû ku ew serdana dezgeyên kurdan yê Swêdê bikin, di derheqê kar û xebatê wan de bibin xwedî agahî û ji tecrubeyên wan sûd werbigrin.
|
|
|