Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Kongreya 29 mîn a Komeleya Kulturî ya Kurdî li Västeråsê
2016-01-31 23:00
fkks
info@fkks.se











Di 30.01.2016ê de Komeleya Kulturî ya Kurdi li Västerås kongreya xwe ya 29 emin li lokala Gymnasiuma Västeråsê bi beşdarbûyîna 120 endaman bi girseyî li dar xist.
Serokê Komelê û endamê Komîteya Giştî ya FKKS Abdulkerim xêrhatinek germ li mêvan û endaman da .

Li ser navê FKKSê endamê KK û Berpirsê Peywendîyên Navxwe Hefzullah Nêrweyî. Cigirê wî Selam Cizîrî û Berpirsê Penaberan Mamosta Kerîm bêşdarê kongreyê bûn.

Piştî tespîtkirina endaman kongre vebû û rojev hate pêşkêş kirin. Piştî pesinandina rojevê, Rojna, Silah û Şêrko bi yekdengî ji bo diwanê hatin hilbijartin. Pêşînyarîya rojavê ji 18 xalan pêk dihat û ew wek xwe hate pejirandin.

Kongre bi deqiqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên Kurd û Kurdistanê dest bi xebata xwe kir.

Berpirsê Peyvendîyên navxwe yê FKKS Hefzullah Nêrweyî gotarek pêşkêşkir û di gotara xwe da behsa rewşa FKKSê û çalakîyên we yên girîng kir. Her weha ew li ser rewşa aktuel a Kurdistanê axivî û behsa biryara referandoma ku di rojeva başûrê Kurdistanê de ye kir û got; ” Divê em wek dezgehêk sivîl bi hemû hêza xwe bibin palpişt ji bo serkeftina referanduma ji bo serxwebûna Kurdistanê û hemû bi komlelê û endamên xwe re û bi hemû hêza xwe piştgîrîyek xwirt di qada Swêd û Ewrûpa bidîn peydakirin. Û ji niha ve ji bo vî karê programek amade bikin.

Kongre bi xwendina raporan berdewam kir. Rapora giştî ji aliyê Serokê komelê Abdulkerîm, endama Komîteya karger Marina û endamê komîteya karger Cemal ve hate pêşkêş kirin, Rapora Aborî ji aliyê Isa Nêrweyî ve hate xwendin. Li gor raporê di hesabê wan de 211 675 kron di kontoya komelê da heye.

Rapora Revisor ji aliyê Behzad û Necmeddin ve hat pêşkêşkirin. Piştî giftûgoyên li ser raporan Komîteya Çavdêr rapora xwe xwend û li ser nave komîteya çavdêr daxwaz ji nûnerên kongrê hate kirin ku komîteya karger a berê ji karê û barên xwe bihên azadkirin. Komîteya Karger bi yekdengî ji alê nûneran ve hat pesend kirin.

Di beşa pêşnîyar û biryaran de pêşnyarîya ku komele her du salan carekê kongra xwe li dar bixe bi pirranîya dengan hat redkirin.

Kongre organên nû hilbijart.

Ji bo Komîteya Karger 5 eslî û dû cigir hatin hilbijartin:

Komîteya Karger:
1) Nijad
2) Îsa Nêrweyî
3) Maria Amansson
4) Sta Derwêş
5) Said Muhammed
Cigir:
1) Jamal Abdullah
2) Pirêz Qadir

Komîteya Revisor:
1) Kerîm
2) Behzad
3) Bettûll

Komîta Rawêj
1) Hêriş
2) Bedreddin
3) Şalan

Li gor destûra FKKS, komele bi 7 nûneran beşdarê kongreya FKKSê bibe. Wan kesên navên wan li jêr wek nûnerên Kongreya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi dengên nûneran hatin hilbijartin.

1) Behzad Tofiq
2) Sabir
3) Hêrîş
4) Roşhena
5) Isa
6) Sattar
7) Jamal

Nûnerên FKKSê Hefzullah Nêrweyî, Mamosta Kerîm û Selam Cizîrî ji bo karên serkeftî yên Komîteya Kargir a komeleyê pirtûkek dîyarîyê Serokê komelê yê berê rêzdar Abdulkerîm kir. Abdulkerîm bi dilek pak kefxweşîya xwe û komîteya berê nîşan da û li ser navê Komelê spasîya xwe ji bo FKKS kir û serkeftin ji bo FKKSê û komelên endam ra xwest.