Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Divê berpirsiyarên qetlîama Robozkê bihên darizandin!
2015-12-28 13:00
fkks
info@fkks.se


Di 28ê Çileya Pêşîn a 2011ê de, li bakurê Kurdistanê li gundê Robozkê 34 ciwanên kurd ku ji wan 19 kes hê zarok bûn , bi bihaneya qeçaxçîtîyê ji alîyê balafirên Dewleta Tirk ve bi awayeke hovane hatin qetilkirin.

Di çaremîn salvegera qetlîama Robozkê de hê bêedaletî didome, berpirsiyarên wê nehatine darizandin.

Navê wan kesên ku hatin qetilkirin ev in: Salih Ürek, Bedran Encu, Adem Ant, Erkan Encu, Şivan Encu, Muhammed Encu, Bilal Encu, Aslan Encu, Mehmet Ali Tosun, Savaş Encu, Orhan Encu, Nadir Alma, Celal Encu, Fadil Encu, Mahsun Encu, Şervan Encu, Yuksel Urek, Cemal Encu, Cihan Encu, Vedat Encu, Serhat Encu, Salih Encu, Özcan Uysal, Huseyin Encu, Nevzat Encu, Hamza Encu, Selim Encu, Zeydan Encu, Seyithan Enç, Husnu Encu, Selahattin Encu, Osman Kaplan, Abdulselam Encu, Şerafettin Encu.

Di encamê de hemû lêpirsinên ku di derbarê Robozkê de hatibûn vekirin bêencam man. Berê mahkemeyên sivîl lêkolîna qatlîamê kir, piştre ev doz sipartin mahkemeya leşkerî. Xizmên kuştîyan îtraza vê yekê kirin lê îtîraza wan bêencam ma. Di meha yekê ya 2014ê de dozgerê mahkemaya leşkerî hukum da ku di vê bûyarê de sûcê orduyê tuneye. Li ser vê biryara mahkema leşkerî xizmê kuştîyan serî li Mahkemaya Mafê Mirovî ya Ewrûpayê dan.
Di dîroka Cumhurîyeta Tirkiyeyê de bi dehan qetlîamên weha hene ku hin faîlên wan bi huqîqî nehatine cezakirin û qetlîama Robozkê jî yek ji wan e.

Di 4 mîn salvegera qatlîamê de şehîdên Robozkê bi bîr tînin û daxwaz dikin ku berpirsiyarên vê qetlîamê zûtirîn bihên darizandin.
28.12.2015
FKKS