Skip Navigation Links
Kurmancî
سۆرانی
Svenska
Skip Navigation Links
Start
FKKS
Aktuel
Video - Foto
Medlemsföreningar
Kontakt
Länk
Arkiv
Skip Navigation Links
 
Şukrî Demir: Namzetê Partîya Gel (Fp) yê YE
2014-04-30 12:00
fkks
info@fkks.se



Nav: Şukrî Demir
Temen: 35 sal
Malbat: Dê û bav, 3 bira û 2 xuşk
Hevjîna min û keçika min Ava.
Hemwelatîbûn: Swêd
Esil: Kurdistan, bajarê Merdîn, mentîqa Omeriya
Partî li Swêdê: Partiya Gel ya Lîbêral (Folkpartiet Liberalerna)

Aktuel: Şukrî Demir wek endamê Partiya Gel ya Lîbêral (Folkpartiet Liberalerna) di hilbijartina li Swêd bo parlamentoya Ewrûpa namzetê nr 18. Hilbijartin di 25/5 li Swêdê tê lidarxistin û hemwelatiyên Swêdî hemû dikarin raya xwe bo Şukrî bixebitînin.

Têbinî: Gava ku hilbijêr/gel herin ser sindoqê, pêwîst e kerta hilbijartinê ya (Folkpartiet Liberalerna), li ber navê Sukrî Demir, sira 18, nîşan/mohr bike .

Biyografî: Şukrî sala 1979an li Merdîn, li bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Ji temenê xwe yê biçûk ve bi bav, dayik û xuşk û birayên xwe ji ber karên bavê wî yên siyasî, koçber dibe û 1985 tê Swêdê. Şukrî ji zarokiya xwe ve di nav civata siyasî mezin bûye û di ciwantîya xwe de dest bi karên komelayetî û kar û xebatên kurdî dike. Di temenê 13 salî de dibe endamê ciwanên Sosyaldemokratan li Swêdê û çend sal li wir çalak e. Ji ber eskerîya/leşkerîya dewleta Swêdê karên xwe yên di nav ciwanên Sosyaldemokratan de bi dawî tîne. Di 18 saliya xwe de dibe endamê komîteya karger ya Yeketîya Ciwanên Kurdistan li Swêdê û li wir 6 salan xizmeta pirsên ciwanên kurd li Swêdê dike. Di wê navberê de projeyên ciwanan amade dike bi alîkarîya Yeketîya Ewrûpa da ku ciwanên kurd yên Ewrûpa nêzîkî hevdû bibin û dan û stendin pêş ve bikeve. Ciwanên welatên Swêd, Almaniya, Belcîka û Austrîya di nav wan projeyên wî de cî girtin.

1998 Komciwan Swêd ku xizmeta çand û hunera kurd bo zarok û ciwanên kurd dike, hatiye avakiren. Piştî sala 2001 Şukrî dibe serokê Komciwan û ji wê demê heta îro di rêvebertiya Komciwan de cî digire, ku xizmeta bêhtirî 950 zarok û ciwanên kurd li Swêdê kiriye. Karê Komciwan hîna didome û îro 4 grûpên folklorê, dersên zimanê Kurdî, kursên tembûr û hwd hene.

Di 25 salîya xwe de dibe serokê Xwendekarên Liberal ya paytextê Swêdê, Stockholm û di heman kongireya wê rêxistinê de xebat dike ku ew kongire biryara piştgirîya serxwebûna Kurdistan bike. Ew dibe nûçe di raya giştî de, di nav kurdan û di nava Partiya Gel ya Lîbêral de.

Di wê demê de, di nav Partiya Gel ya Lîbêral de him wek kordînatorê pirsên xwendekaran û him derbarê pirsên biyaniyan de kar dike.

Şukrî xwendina xwe ya mamostetiyê di beşa dîrok û sîyasetê li zankoya mamotseyan li Stockholm dike û du sal wek mamoste li 3 dibistanên Stockholm kar dike.

Di navbera 2006 û 2010 de di şaredariya Solna, ku bi Stockholmê ve girêdayî ye, de, di encûmena Kultur û Sporê de cî girtiye. Di heman demê de jî wek endamê komîteya karger ya Partiya Gel ya Lîbêral li Solna cî girtiye. Piştî 2010an wek çavdêrê Partiya Gel ya Lîbêral di mehkemeyan de cî girtiye.

Ji 2008 heta îro, wek memûr di dezgeha koçberiyê ya li Swêd de kar dike.

Pirsên girîng bo Şukrî:

- Pirsa kurd îro bûye pirseka demokrasiyê li Ewrûpa. Bi milyonan kurdên hemwelatiyên welatên Ewrûpayê, mafê xwe heye ku pirsa wan ya neteweyî di naveroka siyaseta Ewrûpa de reng bide.

- Koçberên ku ji ber zilmê direvin, bikaribin serî li sefaretxaneyên (ambasadên) welatên Ewrûpa bidin û daxwaza vîza ya penaberiyê (Asyl) bikin.

- Welatên mîna Tirkî, Ukraina û welatên balkan pêwîst e piştî ku wan pîvanên (krîterên) Kopênhagênê (Köpenhamns kriterier) bi cih anîbin, bibin endamên Yeketîya Ewrûpa.

- Neheqiya li hember romenên Ewrûpa gerek bi dawî bibin. Statuya kêmgelan bo romenên Ewrûpa.