|
Wefat-sersaxî |
|
2020-08-08 12:00 |
fkks |
info@fkks.se |
|
Yek ji kadirê dêrîn yê KDP-Îranê Celîl Gadanî ji veyrûsa kronayê di 6ê Tebaxa 2020 de wefat kir.
Ji ber wefata Celîl Gadanî hevwelatîyên me û bi taybet jî endamên me yên ji rojhilata Kurdistanê xemgîn bûn. Em ji malbata Gadanî re, ji serkirdayetî, endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Iranê re sersaxî dixwazin, bila serê gelê Kurd sax be.
xxx Celîl Gadanî di sala 1934 li bajarê Mihabadê ji dayik dibe û 1948 dibe endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê û ji ber çalakîyên xwe tê girtin û 13 salan di zîndanê de dimîne. Di girtîgehê de zimanê Frensî fêr dibe û di zimanê Ferensî de bawernameya lîseyê ji Zanîngeha Tehranê werdigre.
Piştre Celîl Gadanî wek endamê rêberî yê partîyê tê hilbijartin û dibe endamê polîtbiroya Partiyê
Di sala 1988 de Celîl Gadanî û hejmarek endamên Partiya Demokrat ji partîyê cuda dibin û bi navê Partiya Demokrat a Kurdistana Îran-Rêberîya Şoreşgêr tevdigerin û Gadanî dibe sekreterê wê.
Di kongreya 10an a partiyê de, yekemîn kongreya piştî yekgirtina herdu alîyên Demokrat, Gadanî dîsa weke endamê Polîtboruya Hizba Demokrat tê hilbijartin.
Di kongreya 14 a partiyê de ku piştî perçebûna Demokratê tê lidarxistin, Gadanî wek Berpirsê Komîsyona Çavdêrî ya PDK-Iranê tê destnîşankirin.
FKKS |
|
|